Rojnameya Heftane

Pakêta li dijî koronayê û rewşa aboriya welatiyan

Wek pêşîlêgirtina belavbûna koronayê, ji bo tesîra koronayê ya li ser tenduristiya mirovan, aborî,  fînans û pişta gel bişkênin, gelek hikûmet û dewletan budçeyên bilind veqetandin. Di vê tevlihevî, alozî û xiringêlê de (kaos)  ku ji ber Covid-19’ê derket, peywira herî mezîn û yekem a hikûmet û dewletan ew e ku welatiyên xwe biparêzin û pêşiyê li têkçûna tenduristî û aboriya xelkê xwe bigirin. Li gor raportên Fona Navnetewî ya Pere (IMF) ji bo aborî û fînasa gelê xwe biparêzin, gelek dewletan pakêtên berfereh ên darayî (fiskal), pereyî û makrofînansî, pereguhertin û hevsengiya peredayînê xistin meriyetê. Van pakêtan bi piranî bingeha xwe ji nêrinên Keynes, Milton Friedman û modela Mundell-Fleming digirin. Di van pakêtan de tişta herî balkêş ew e, ku hemû welat bi pakêtên berfireh ji bo destê welatiyan xurt bikin, rewşa pereyî, darayî û hevsenga piyaseyê xurt bikin, hewl didin. Li gor raportên ku IMF roj bi roj diweşîne em dikarin li ser tabloya li jêrê hinek nirxandinan bikin.

Di tabloyê de jî xuya dibe, ku dewletên hêza wan zêde ye, ji bo ku welatiyên xwe biparêzin, deriyê gencîneyê vekirine û rasterast pere radizînin hesabên welatiyên xwe yên ku ji ber bandora koronayê zirarê dibînin. Hikûmeta Amerîkayê bi 2.2 bilyon dolarî piştgiriyê dide welatiyan, kargehên biçûk, kargehên navîn û mezin. Serê kesekî 1200 dolarê Amerîkî rasterast radizîne hesabê kesan ên bankayê. Li Keyaniya Yekbûyî jî dîsa pakêtên bi kitekit ji bo kesan û kargehan hatine amadekirin. Li Fransayê jî 45 bilyon ewro hatiye veqetandin. Li Almanyayê 156 bilyon ewro. Li welatên Ewropayê ne tenê dewletan pakêtên bi bandor ên darayî diyar kirin, Yekîtiya Ewropayê (YE) 37 bilyon ewro û Bankaya Navendî ya Ewropayê (ECB-BNE) jî pakêta pêşîlegirtinê ya ji 120 bilyon ewroyan pêk tê, diyar kir. Welatên ku endamên YE û BNE’yê ne jî ew ê ji van pakêtan para xwe bigirin. Armanca hemû pakêtan ew e, ku piyaseyê ji tengaviya lîkîdîteyê derxin û vê şokê bi xesarên hindik derbas bikin. Di nav şokên fînansê yên wiha de ji bo piyase nesekine, tedbîr tên wergirtin. Ev tedbîr jî ji bo sê qadan pêwîst in. Qadên darayî, pereyî û makrofînansê; rêjeya pereguherînê û hevsenga peredayînê. Mînak Fransayê ji derveyî rêzaniyên darayî zedetirî 300 bilyon ewro jî amûrên pereyî û makrofînansê derdixe û di piyaseyê de lîkîdîteyê zêde dike. Belçîka jî zêdetirî 50 bilyon ewro bi amûrên lîkîdîteyê li hemberî Covid-19’ê destwerdana pêk anî. DYA’yê pêşî li lîkîdîteyê negirt û ji derveyî veqetandina 2.2 trilyon dolarî, destnîşan kir ku ji bo lîkîdîteyê zêde bike tu sînoran danayîne.

Çavkanî: IMF, Şopandina Polîtîkayên (Rêzaniyên) Li Dijî Covid19, (https://www.imf.org/en/Topics/imf-and-covid19/Policy-Responses-to-COVID-19)

Li Tirkiyeyê jî pakêteke bi qasî 10 bilyon dolarî hat diyarkirin lê pêwîstiya Tirkiyeyê bi pakêteke ji vê zêdetitr heye. Ji ber ku rewşa nîşaneyên (îndîkator) aboriya Tirkiyeyê ne xweş e, gelek zehmet e ku vê şokê bi pakêteke 10 bilyon (100 milyar TL) dolarî derbas bike. Ev îndîkator bi kurtasî wek tabloya jêrîn e.

1- Pere di budçeya dewletê de nemaye, pêwîstî bi foneke mezin heye û ew fon jî encax tenê bi deyn dikare bê dîtin.

2- Stratejiya bi bankayên taybet û gelemperî (giştî) him xwedîkirina dewletê him jî xwedîkirina sektorên taybet, hevsengiyê xera dike.

3- Deynên Tirkiyeyê yên derveyî zêdêyî û 437 bilyon dolarê Amerîkî ne û ji vî deynî 172 bilyon dolar serdemkin e û di demeke kin de tê xwestin.

4-Rezervên-çavkaniyên Bankaya Navend a Cumhûriyetê (TCMB) heliyane û hatine asta tunebûnê. Li gor raportên IMF’yê ev rezerv li derdora 10 bilyon dolarê bi qasî pakêta ku hikûmetê diyarkiriye ye.

5- Amûrên ku hikûmet pê polîtîkayan bisepîne pir kêm in û ne bibandor in.

6- Betalî û bêkarî roj bi roj zêde dibe. A niha 4 milyon û 200 hezar kes bêkar û betal in. Rêjeya betaliyê %14 ye û di nav ciwanan de ji 3 kesan kesek betal e. Di  nav ciwanan de betalî ji vê rêjeyê zêdetir e. Ji 3 ciwanan 1  bêkar e.

Di nav vê rewşê de tenê amûrek dimîne ji bo ku Bankaya Navendî mudaxle bike û ew jî çapkirina pere ye. Ew amûr jî bi piranî nirxê pere û rêjeya pereguherînê dadixe.

Ji bo amadebûna van şokan ez dixwazim balê bikişînim ser du têgehan. Yek “Başbûna fînansî-Financial Well-being” a din jî “Jêhatîbûna Fînansî-Financial Capability” e. Derdorên perwerdekarên  fînansê gelek bi giringî li ser van her du têgihan disekinin. Li gor aborînasê Bankaya Cîhanê (Worldbank) Elaine Kempson “Jêhatîbûna Fînansî-Financial Capability” a hinek welatan gelekî lawaz e. Li welatên dewlemend û welatên ku hemwelatiyên wan di warê jêhatîbûna fînansî de xurt in, hikûmet bi bilyon dolaran piştgiriyê didin welatiyên xwe. Di vê şoka ku dê tesîrên wê serdemeke dirêj dom bikin de stratejî û polîtîkayên dewletan li gor amûrên di destên wan de diyar dibin. Dewletên ku amûrên wan ên  fînansî pircure ne, li wê gorê gavan diavêjin û nahêlin ku hêviya welatiyên wan ji wan bişikê. Welatên dewlemend ji bo başbûna  fînasî û jêhatîbûna fînansî ya welatiyên xwe polîtîkayên xwe bi hemû amûrên di destên xwe de bi rê ve dibin. Bi van amadekariyan welatiyên xwe li hemberî şokan diparêzin. Welatên ku amûrên wan kêm in jî, bi tenê ji bo ku têgihêja civakê bileyîzin bi propagandayê dixwazin vê pêvajoya qeyranê derbas bikin. Lê çi dibe bi xelk û hemwlatiyan dibe. Ev alozî du mehan dewam bike ew ê gelek kes ji kar bên avêtin û başbûn û jêhatîbûna wan a fînansî ji dest here.  Li Tirkiyeyê jî hikûmet ji welatiyan pere dixwaze. Çewtiyek di belavkirina budçêyê û dahatê de heye. Ew çewtî wek ku Apê Mûsa aniye ziman Qimil e. Ev qimil îsal Covid-19 e. Ev hejdeh sal in qimil kî bûn? Di dawiya dawîn de şoka Covid-19’ê li Tirkiyeyê du encam derxistin pêş. Rez ji xwe ne ti rez bû, teyrokê jî lê da û ji guran şivanê berxikan dernakeve.

Guhertingeha (Piyaseya) Pereguhertinê (Exchange Market-Döviz Borsası (Piyasası)): Piyaseya ku dan û standina pere ango pevguherîna pereyan tê de tê kirin. Ji cihê ku dan û standina pere lê tê kirin an jî pevguherîna pere lê pêk tê re guhertingeh an jî buroya dowîzê tê gotin.

Rêjeya pereguhertinê (Exchange Rate-Döviz Kuru): Binavkirina nirxê pereyê welatekî li hemberî pereyê welatekî din. Ji rêjeya nirx re jî parîte tê gotin. Nirxê pereyê her welatî cuda ye. Ev nirx li gor bihêzbûna darayî, aborî û fînansî ya welatan diyar dibe. Aborî çiqas xurt be rêjeya li hemberî pereyên din zêde ye. Xurtbûna aboriyê jî girêdayî hêza standinê ye ku  li gorya Parîteya Hêza Standinê(HSP)-Purchasing Power Parity(PPP) tê pîvan.

Polîtîkayên Darayî – Fiskal (Fiscal Policy- Maliye Politikası): Rêzaniyên têkildarî dahat û lêçûnên dewletan. Rêzaniya bacê û zihakirina budçeyê ya li gor daxwaza piyaseyê. Ji bo bêkarî û hevsenga mal û xizmetan dewlet rêzaniyên darayî disepînin. Ev polîtîka bi piranî li gor nêrînên aborînasê îngilîz John Maynard Keynes tên destnîşankirin.

Ji gura şivanê berxikan dernakeve: Ji bo kesên ku mirov nikare baweriya xwe bi wan bîne, tiştên xwe bispêre wan, nikare berpirsiyariya tiştên girîng bide wan, tê bikaranîn. Kesên ku bi tu awayî mirov nikare baweriya xwe bi wan bîne.