20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pakîstan Bîlen: Helwesta hemû dayikan yek e

Însiyatîfa Dayikên Aştiyê 30 sal berê li bakurê Kurdistanê bi boneya aştî pêk were, hatibû avakirin. Dayikên ku bi salan e ji bo pêşî li şer bê girtin di nav liv û tevgerê de ne. Herî dawî di 21’ê îlonê de Dayikên Aştiyê li başûrê Kurdistanê hatin gel hev. Lê vê carê ferqeke cûda hebû. Dayikên Aştiyê ji çar parçeyên Kurdistanê li dijî êrîşên Tirkiyeyê yên li ser axa Kurdistanê kom bûn. Komxebata ku di asta neteweyî de cara yekem pêk hat, li bajarê Silêmaniyê hat lidarxistin.

Têkildarî gelhatina dayikên ji çar parçeyên Kurdistanê hevseroka Meclisa Gel a Demokratîk a Wargeha Şehîd Rustem Cûdî Pakîstan Bîlen axivî. Bîlen diyar kir ku Dayikên Aştiyê yên ku ji çar parçeyên Kurdistanê hatin gel hev, helwesta wan sekna li hember dagirkeriyê ye.

Vîna dayikan

Pakîstan Bîlen der barê komxebata Dayikên Aştiyê de anî ziman ku ev komxebat li ser esasê dagirkeriya dijmin hatiye lidarxistin û wiha got: “Komxebatek bi pêşengtiya Dayikên Aştiyê bi şîara ‘Bi vîna dayikan wê dagirkerî têk biçe’ pêk hat. Ji her çar parçeyên Kurdistanê dayik tev li vê komxebatê bûn. Beşdarên komxebatê li ser esasê dagirkeriya dijmin a li ser axa Kurdistanê ye nîqaş û nirxandinên girîng kirin. Di komxebatê de dayikên ji çar parçeyan cuda beşdarî bûn hebûn. Yek bi yek axivîn. Her dayikek der barê mijarên hatibû diyarkirin de fikrên xwe anîn zizman.”

Êdî ji her çar parçeyan dayik bi hev re ne

Bîlen di berdewama axaftina xwe de da zanîn ku êdî ne tenê li Bakûr ji her çar parçayan dayik tên gel hev û wiha pêde çû: “Girîngiya vê komxebatê ew bû ku êdî ji çar parçayan dayik bi hev re dengê xwe li dijî êrîşên dagirkeran bilind dikin. Di asta neteweyî de kom bûn. Ji ber wê jî ev komxebat xwedî girîngiyeke pir mezin bû. Helwesta hemû dayikan ew bû ku êdî dijmin negihêje armanca xwe.”

Peyamên hevpar

Hevseroka Meclisa Gel Bîlen têkildarî armanca dayikan ev tişt anî ziman: “Armanca vê komxebatê ev bû ku rêya çareseriya ji bo kurdan û pêşîlêgirtina li ser xaka Kurdistanê bû. Piraniya dayikan ku beşdarî vê xebatê bûn, peyamên hemûyan ew bû ku em çar parçeyên Kurdistanê bi taybet dayik destên xwe bidin hev û dagirkeriya dijmin li ser axa Kurdistanê rawestînin.”

Li pêşiya şer radiwestin

Pakistan Bîlen bal kişand ser encamên komxebata li Silêmaniyê pêk hatî û  destnîşan kir ku komxebatên bi vî rengî êdî dê tim pêk werin û wiha bi dawî kir: “Ev cara yekeme ku komxebateke bi vî rengî  çê dibe. Xebateke xwedî nirxandinek dewlemend bû nîqaşên girîng pêk hatin. Wê ev komxebat encamên baş bi xwe re bîne û di aliyê yekitiye neteweyî de roleke berbiçav be. Dayikan, di vê komxebatê de biryara ku dê dayikên gerîlla, pêşmerge û leşkeran têbikoşin û li pêşiya şer rawestin.”