Duşem, Mijdar 29, 2021

Palazzotto: Tirkiye li Zap Metîna û Avaşînê çekên kîmyewî bikar tîne

Parlementerê Îtalyayê Erasmo Palazzotto, diyar kir ku Tirkiye li dijî Zap, Metîna û Avaşînê çekên kîmyawî bi kar tîne û pêşniyaznameyek da meclîsê. Palazzotto, bibîrxist ku hikumeta Tirkiyeyê ji ber ku peymanên navneteweyî bi awayekî sîstematîk binpê dike, berpirsyar e. Palazzotto pirs ji Wezaretên Karên Derve û Wezîrê Hevkariya Navneteweyî kir û diyar kir Tirkiyeyê peymanên navneteweyî bin pê dike. Parlementer sûcên şer ên wekî kuştinên di salên 1990’î de, îşkence, şewitandina gundan û dagirkeriya di sala 2018’an de ya li ser Efrîn û Girê Spî bi bîr xist û diyar kir ku li Rojava çekên kîmyawî yên wekî fosfora spî tê bikaranîn. Palazzatto da zanîn ku ji 23’yê nîsana 2021’an û vir ve li ser başûrê Kurdistanê êrişên dagirker didome û li Metîna, Zap û Avaşînê çekên kîmyawî tên bi kar anîn. Palazzatto herî dawi anî ziman ku hikumeta Tirkiyeyê ji binpêkirina sîstematîk a peymanên navneteweyî berpirsyar e.