Duşem, Tirmeh 26, 2021

Pamedorên me (Firingî)

A niha ez li malê rûniştime li benda  gulîdirêjê sekinîme, (Navê wê Gulxan e, ji ber guliyên wê dirêj in em bi navê gulîdirêj gazî wê dikin. Ne ewqasî bedew e jî hema wisa). Gulîdirêj, ew jî weke min bi tena serê xwe dijî, zarokên wê mezin bûn, dûre her yek li pey karekî terka mala xwe, gundê xwe û dayika xwe kirin. Lê her tim ez û wê hevaltiyeke pir baş dikin. Kengê alîkariyekê ji min bixwaze wê gavê ez diçim hewariya wê, ew jî ji min re wisa ne; tu carê terka min nake, hema em bêjin xwarin û vexwarina me yek e.

Xaniyê min ji yê wê mezintir e, li ber derê xaniyê min erdekî mezin, di nav de gul û sosin, dar û daristan hene. Yê wê, tenê li ber derê wê erdekî biçûk heye, ew jî tenê têra gera mirîşkên wê dike, wekî din bi salan e, di kêleka mala min de ji xwe re bostan diçîne, di nava wî bostanî de hemû cureyên şînahiyê hene. Dema destpêka havînê îca ew bostan weke bejna me bilind dibe, em nikarin di nav de bigerin. Îsal jî bereketa wî ji hemû salan zêdetir bûye. Her roj an ez, an jî Gulîdirêj bi saetan avê didin wî bostanî, haaa av jî ava min e, ew av jî li herqa kêleka mala min diçe ser bostan. Duh min got; Gulîdirêj, ez dixwazim hinek ji wan pamedorên şîn bidim hev, ji bo bikim tirşîn, tirşîna wan pir xweş e, nîvek ez û nêviyê din jî tu?

Gulîdirêjê xwe gizgizand, di devê xwe de bir û anî û got: “Na, ez naxwazim tu wan pamedorên şîn bikî tirşîn, bila hinekî sor bibin paşê em ê biryara xwe bidin.” Min hewl da ku bipirsim gelo çima naxwaze? Hema vir de û wê de peyv ji devê wê derket û got: “Ez dixwazim van pamedoran hemûyan bifiroşim, ez ê bikevim nava bazara firotinê, min biryara xwe daye, her sal ez ê vî karî bikim.  Min dengê xwe dernexist lê ez hinekî êşiyam. Erd erdê min e, av ava min e, sibê heta êvara dereng ez li der û dora wî bostanî diçim û têm, nahêlim çûkek xwedê jî gavê xwe bavêje nava wî bostanî, lê Gulîdirêja me naxwaze ez hebek pamedor jî hildim ji xwe re. Min got: “Baş e, bazara te li ser xêrê be, bawer bike ez êşîyam, lê ger tu dibêjî ez ê ji xwe re qezencê bikim, tu gotineke min tune.” Di navberê de çend roj derbas bûn, ew pamedorên di nava bostan de sor sorî û mezin bûne, meriv nikare ji ber bêhna wan nêzîk bibe, gelo tama wan jî wek bêhna wan xweş e an na?

Min dît wa ye Gulîdirêja me, û Resoyê dikandar di nava bostan de digerin, piştî demekê Reso bi wan dest û lepên xwe yên qelişî kete nav bostan û ew taromaro kir, dema ew çû te digot qey gamêşekî reş ketiye nava wî bostanî, bostan xil û xera bibû. Ew dem ez ji malê derketim çûm mala cînareke xwe ya din. Ber bi êvara dereng, min dî waye Gulîdirêja me di nava bostan de rûniştiye, destê xwe di nava wê axa tar û maro bûye digerîne û bi aliyê din ve jî digirî. Ez çûm, cem rûniştim, min got: “Negrî xwanga min, te dixwest tu vî bostanî bifiroşî, niha te firot, lê çima bi şewat digirî?” Got: “Wî bostanê me ji hev de xist, qurişek pere jî neda, dibêje pamedorên te rizyabûn, min zerar kir.” Min got: “Baş gotiye, ew di ber lepên wî yên qelişî de riziyan. Lê sala pêşiya me ez ê vî bostanî daynim, ger te xwestiye ji xwe re vê kêleka hanê de bostanekî deyne, lê ez careke din naxwazim ew Resoyê destqelişî gava xwe biavêje vir, tu him hevala min û him jî cînara min î, rabe, em îsal  tirşîna pamedora çênekin jî dibe…” Heyfa min li pamedoran û hêsirên Gulîdirêjê hat, her du jî çiqas guneh bûn.

Naveroka berêUtî
Naveroka ya piştî vê‘Vedat Aydin fedaiyê gel û serhildanê ye’