19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pandemiya koronayê

Pandemî, nexweşiya mîkrobîk e ku berê tunebû yan jî  nedihate nasîn. Belavbûna nexweşiyê ya ji mirovan bo mirov di demeke kin de herî kêm li du parzemînan an jî  li çend devletan pêk were bi navê pandemî tê pênasekirin. Pênaskirin û aşkerakirina wê jî ji hêla Rexistina Tendurustî ya Cîhanê ve tê kirin.

Di dîrokê de ji grîba rûsan a 1889’an heta îro 10 pandemî (zekem) çebûne. Ya herî bi bandor di salên 1918-1919’an de vîrusa H1N1 e ku weka zekema Spanî tê pênasekirin. Di wê zekemê de 50 milyon mirovan canê xwe ji dest dabû.

Îro jî mirovahî bi vîrusa Covid-19’ê re rûbirû ye ku weke zekema çîne tê penasekirin. Covid-19 her çiqas bandorê li hemû kesan bike jî bêtir bandor li mirovên temenê wan li ser 50’î re dike. Her wiha bandorê li yên nexweşiyên  wan ên demdirêj û mayinde hene û yên parastina wan a xwezayî  qels e dike.

Vîrusa koronayê bi taybetî di bedena cureyekî çila de ku li herêmeke Çînê dijî. Li gor gumanan dibêjin ji wî cureyê çila derbasî mirovan bûye. Bi gelemperî vîrusên  sewalan ên ku bandorake xeter li mirov dikin û nexweşiyên giran li mirov çêdikin ji sewalan derbasî mirov nabin.

Vîrus di dev û poz re bi dan û standina nefesê re, bi temasa destê ku em temasî mirovên nexweş û tiştê ku wan temas kiriye dikin û berî dezenfektekirinê destê xwe bidin poz û devê xwe vîrus derbasî mirovan dibe.

Zêdebûna vîrusê di bedena mirov de di navbera 2-14 rojan de pêk tê. Dema derbasbûna wê  ne diyar e. Ên vîrusê digirin ji sedî 80’yê wan beyî ku delêletê nîşan bidin derbas dikin.  Ên delêletê nîşan didin  jî ji sedî 90’ê wan germahiya laşê wan bilind dibe, ji sedî 75’ê wan bi kuxikê dikevin, ji sedî 50’yê wan nefesa wan diçike û hinek ji wan jî bi êşa qirikê dikevin û emelî dibin.

Beşa virûs derbasî kezeba wan a spî dibe nexweşî li wan giran dibe û dibin weke elema (pnomonî). Beşek ji vana nexweşî li wan gelek girandibe û canê xwe ji dest didin.

Rêjeyeke gelek kêm jî weke sorbûn, hestirbûn, nepixandina, tebeqaya ser çav (konjoktîva) tê xuyakirin.

Tesbîtkirina vîrusê bi testa PCR’ê tê kirin.  Heke encam erênî (pozîtîf) be, yan delêletê nexweşiyê yên klînîk û an jî tomografiya pişikê ku erênî be weke nexweşiya koronayê tê pejirandin.

Her çiqas rêjeya derbasbûna nexweşiya koronayê ya ji mirov li gorî nexweşiyên 20 salên dawîn ên vîrusê zekemê yên weke SARS û MERS’ê zêde be jî rêjaya mirine li gorî wan kêm e. Weke tedawiya hemû nexweşîyên tedawiya vîrusa koronayê jî septomatîk e. Legerînên ilmî yên ji bo parzayê (aşî) û peydakirina dermanên tedawiyê berdewam dikin.

*Hevserokê Şaredariya Êlihê

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê