spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Panoramaya Heftane (09 ÇILE 2022)

Ji 25’ê adara 2021’ê û vir ve agahî ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê nayê girtin. Serlêdanên parêzeran û malbatê yên ji bo hevdîtinê jî bêbersiv tên hiştin. Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 24’ê kanûna 2021’ê de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da û giliyê dozger û dadgerên pêwendîdar li Desteya Dadger û Dozgeran (HSK) kir bi hinceta ku li dijî qanûnê wezîfeya xwe bi nebaşî bi kar tînin û li pêşiya bikaranîna maf dibin asteng. Herî dawî parêzeran serî li CPT dan û bûyerên li Îmraliyê diqewimin weke ‘îşkence û kiryarên xirab’ pênase kirin û parêzeran daxwaz ji CPT’ê kirin ku divê bi lezginî biçe serdana Îmraliyê.

Tevgera Jinên Azad (TJA) û Meclisa Jinan a HDP’ê bi boneya salvegera qetilkirina Endama Meclisa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr, Endama Kongreya Jinên Azad (KJA) Fatma Ûyar… û Hevseroka Meclisa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ku dema qedexeyên derketina derve di 4’ê çileya 2016’an de li Silopiya ya Şirnexê hatibûn qetilkirin, bi bîr anîn. Dayikên her sê jinên siyasetmedar, parlamenterên HDP’ê, rêxistinên HDP’ê yên navend û navçeyên Şirnexê tev li bîranînê bûn. Bîranîn li ser gorên her sê jinan ên li Goristana Nalarû ya Şirnexê pêk hat. Di bîranê de dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr axivî û wiha got: “Di kesayeta her sê hevalan de hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînim û bejna xwe li ber wan ditewînim. Şehîdên me şehîdên tevahî Kurdistanê ne. Wan ji bo çand, ziman û nasnameya xwe têkoşiyan. “

Malbatên girtiyên nexweş ên ji Wan, Amed, Şirnex, Êlih, Mêrdîn, Gever, Sêrt, Edene, Mêrsîn, Îzmîr û Stenbolê çûn Enqereyê, bi navendên HDP, EMEP, DEVA, SOL, CHP, Saadet, ÎHD, TÎHV û TTB’ê re hevdîtin kirin. Malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfaza wan hatine şewitandin, ji bo girtiyên nexweş serbest bêne berdan li Enqerê di 4-5’ê çile de bi partiyên siyasî û rêxistinên civakî re hevdîtin kirin. Malbatên girtiyan ewilî li meclisê beşdarî koma HDP’ê bûn û daxwazên xwe anîn ziman. Malbatan piştre li gel hevserokê OHD’ê Bunyamîn Şeker, cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Umît Dede û rêveberên HDP’ê yên Enqereyê jî bi malbatan re serdana partî û rêxistinên civakî kirin. Malbatan di hemû hevdîtinan de bi dosyayekê daxwazên xwe pêşkêş kirin û destnîşan kirin ku ev pirsgirêk ya hemû partî, rêxistinên civakî û ya tevahiya Tirkiyeyê ye.

Tiştên ku Tirkiye li bakurê Kurdistan li kurdan dike PDK jî li başûrê Kurdistanê dike. PDK kurdên ku ji ber zextên Tirkiyeyê berê xwe didin başûr bi hevkariya MÎT a tirk sîxurtî li ser wan ferz dike. Kurdên ku sîxuriyê qebûl nakin an bi gefa radestkirina Tirkiyeyê rû bi rû dimînin an jî tên dersînorkirin. Herî dawî PDK kurdê bi navê Hemdullah Aktaş ê ji ber zextên Tirkiyeyê ji Bakur berê xwe dide Başûr ji ber daxwaza sîxurtiya PDK’ê qebûl nekir ji Dihok û Hewlêrê hat dersînorkirin. Hemdullah Aktaş tenê mînakeke ji sedan welatiyên ji bakurê Kurdistanê ye ku ji ber razî nebûne karê sîxurtiyê ji MÎT û Parastinê re bikin, ji aliyê PDK’ê ve hatine dersînorkirin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku tenê di nava 2 mehên borî yên sala 2021’an de, du malbatên din ên ji bakurê Kurdistanê ji aliyê PDK’ê ve ji Hewlêrê hatin dersînorkirin.

Başûrê Kurdistanê ji bo aktîvîstên kurd bûye goristan. Ji aliyek ve dewleta tirk ji aliyek din ve jî dewleta Îranê kurdan dikin hedef û qetil dikin. Di 31’ê kanûna 2021’an de cenazeyê aktîvîstekî bi navê Ehmed Bêxem ê ji rojhilatê Kurdistanê ku li Hewlêrê dima û demek agahî jê nedihat girtin, hat dîtin. Çavkaniyekî nêzî malbatê diyar kir ku li ser bedena Ehmed şopên îşkenceyê hebûne û li gorî îdiayan bi îşkenceyê hatiye kuştin.

Li Tirkiyeyê zextên li ser rojnamegeran her diçe zêde dibe. Rojnameger her tim ji ber nûçeyên xwe yên ku rastiyan nîşanî gel didin tên sûcdarkirin û cezakirin. Di nav hefteyê de çend rojnameger bi îdia û hincetên vala hatin binçavkirin û cezakirin. Têkildarî zextên li ser rojnamegeran Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a sala 2021’an parve kir. Li gorî rapora DFG’ê ya sala 2021’an, di nav salekê de hezar û 460 nûçe hatine astengkirin, êrîş li 55 rojnamegeran hatiye kirin, 2 rojnameger jiyana xwe ji dest dane, doz li 52 rojnamegeran hatiye vekirin, li 47 rojnamegeran bi giştî 133 sal ceza hatiye kirin û 62 rojnameger girtî ne. Piştî parvekirina raporê li rojnemavan Rojhat Dogrû cezayê muabetê û 12 sal ceza li hat birîn.