spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Panoramaya Heftane (11 Kanûn 2021 )

Li Tirkiyeyê ji avakirina komarê heta niha kurdî qedexe ye. Her çiqas hikûmet dibêjin kurd û kurdî heye jî di fermiyetê de axaftina kurdî qedexe dikin. Herî dawî parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu li meclisê bi kurdî bertek nîşanî cezayê ku li Hevseroka KCD’ê Leyla Guven ya ji ber stranên bi kurdî lê hatiye birin, da û got ku axaftina bi kurdî, helbest û stranên bi kurdî, şanoya bi kurdî heta fîtika bi kurdî li vî welatî hat qedexekirin. Leyla Guven û 8 jinên girtî, bi hinceta bi kurdî stran gotine, ji wan re mehek cezayê hevdîtin û ragihandinê hatiye birîn. Lê Wekîlê Serokê Meclisa Tirkiyeyê Sureyya Sadi Bilgiç, axaftina Surucu qut kir û mîkrofonê li ser Surucu girt. Surucu li ser vê yekê wiha bertek nîşan da: “kurdî zimanê min ê zikmakî ye. Zimanê min kurdî ye. Hinek tehamul bikin. Em kurd in, zimanê me kurdî ye. Dest ji vê polîtîkayê berdin.”

Piştî ku derket holê du cezayên nû li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye birin, gelê kurd û dostên xwe ketin nav çalakiyan.Parêzer ji bo biçin Îmraliyê û hevdîtin bi Ocalan re bikin serî li her mercên hiqûqî didin. Diçin serdana baroyan û têkildarî mijarê baroyan agahdar dikin.Li Strasbourgê ev du hefteye kurd û dostên xwe ji bo azadiya Ocalan di nav çalakiyan de ne. Di çarçoveya azadiya Ocalan de di nav hefteyê de komeke hiqûqnas dosyayeke radestî CPT kirin. Rayederên CPT jî bersiv da raporê û got ku ew rewşa li Îmraliyê dişopînin. Çalakvanan ku her tim diyar dikin heta agahî ji Ocalan bigirin dê çalakiyên xwe bidomînin, helwesta CPT şermezarkirin û bang li CPT kirin ku ji gotinê zêdetir gava biavêje û demildest bi erka xwe rabe.

Li Tirkiyeyê êdî her tişt berovajî bûye. Heqî û neheqî cih guhertine. Kesên doza mafê xwe yê azadiyê dikin, wekî kesên terorîst tên dîtin. Lê kesên tacîz, tecawizê dikin, mirovan dikujin û hwd. jî wekî mirovên baş tên dîtin.Ev rastiya li Tirkiyeyê di şexsê girtiyê nexweş Mehmet Emîn Ozkan û çawişê pispor ê kujer Musa Orhan de baştir tê dîtin. Çawişê Pispor Mûsa Orhan ji ber tacîz, tecawiz û kuştina Îpek Er hat darizandin. di 3’yê kanûnê de dadgehê 10 sal cezayê girtîgehê lê birî lê ji ber “halê baş” nehat girtin. Her çend dadgehê 10 sal ceza lê birî be jî niha tecawizkar Musa Orhan serbest digere. Li aliyê din Mehmet Emîn Ozkan ê 83 salî ku 26 sal in girtî ye, tevî nexweşî û temenê xwe yê mezin nayê berdan. Niha jî bi vîrûsa koronayê ketiye û rewşa wî giran e. Dîsa girtiyê nexweş Abdulhalîm Kirtay ê 73 salî ku 30 sal in girtî ye û Siddik Guler  ê 81 salî  û 26 sal in girtî ye nayên berdan. Ev tenê çend mînak in niha bi dehan girtiyên nexweş nayên dermankirin û bi mirinê re rû bi rû ne.

Di 9’ê kanûnê de girtiya bi navê Garîbe Gezer ku beriya demeke li girtîgehê rastî tecawizê hatibû, bi awayekî bi guman jiyana xwe dest da. Her çiqas rêveberiya girtîgehê îdia bike ku Gezer bi xwe dawî li jiyana xwe anibe jî, di serî de jin her beşên civakî diyar dikin ku mirina Gezer cînayet e. Kuştina Gezer ku di nav hefteya mafê mirovan de pêk hat, rastiya Tirkiyeyê ya li dijî mafê mirovan jî radixe ber çavan.

Di 7’ê kanûnê de balafirên bêmirov ên Tirkiyeyê li Xanesora Şengalê wesayîteke sivîl kir hedef. Di vê êrîşê de Hevserokê Desteya Rêvebir a Şengalê Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da. Gelek sazî û dezgehên civakî, rêxistinên civakî, partiyên kurd û kurdistanî êrîşê şermezar kirin û bang li hêzên navneteweyî kirin ku qada hewayî ji Tirkiyeyê re bigirin. Civaka êzidî jî li Şengalê piştî spartina cenazeyê Merwan Bedel meşek li dar xistin û bertek nîşanî hikûmeta Iraqê dan. Êzidiyan diyar kirin ku dê heta dawiyê Rêveberiya Xweser a Şengalê biparêzin û dev ji azadiya xwe bernedin. Beriya çend mehan dîsa balafirên Tirkiyeyê êrîşê nexweşxaneyeke Şengalê kiribû û di encamê de 8 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Lê tişta herî balkêş Iraq di serî de tu dewlet bertek nîşanî êrîşan nedan. Bi taybetî êrîşên li ser Şengalê piştî Peymana Şengalê ku di 9’ê Cotmeha 2020’î de ji aliyê hikûmeta Iraq û PDK’ê ve hatibû îmzekirin, zêde bû. Di nava saleke de Tirkiye nêzî dehan caran êrîşê Şengalê kir û gelek sivîl hatin qetilkirin.

Nêzî meheke xwendevan li seranserê başûrê Kurdistanê li qadan in û dixwazin xerca wan a mehane were dayîn. Xwendewan dibêjin heya daxwaza wan pêk neyê dê dev ji çalakiya xwe bernedin. lê hikumet hê jî bêdengiya xwe diparêze. Divê bê bibîrxistin, di sala 2014’an de hikûmeta Başûr bi hinceta qeyrana aborî û şerê li dijî DAIŞ’ê xerca mehane ya xwedevanan , birî. Ji aliyê din ve di nava heftê de dema xwendekar ji bo mafê xwe li qadan bûn, têkildarî gendelî û diziya malbata Barzanî ji aliyê rojnameger Zek Kopplîng raporek hat weşandin. Li gorî raporê 4 qesrên serokwezîrê başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Barzaniyan a bi nirxê 75 milyon dolar li eyaletên Virginia, California û Miamiyê hene û tê gotin ku tenê ev parçeyeke biçûk ê ji milkê malbata Barzaniyan e.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê