24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Panoramaya Heftane (18 Kanûn 2021 )

Heger ku mirov bixwazê desthilata welateke nas bike; bila li rewşa girtîgihên wî welatî binêre bes e. Lewma zindan; neynika desthilatdaran e. Li Tirkiyeyê jî girtîgeh neynika hikûmetê ye. Ji ber polîtîkayên hikûmetê li girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên nexweş bi tu awayî nayên berdan, dermankirin û terkî mirinê hatine hiştin. Di 13 û 14’ê Kanûnê de ango di nav 48 saetan de du girtiyên nexweş ên bi navê Halîl Guneş û Abdurezak Şûyûr jiyana xwe ji dest dan. Ev her du girtiyên ku jiyana xwe ji dest dan, bi salan li dijî nexweşiyên giran li ber xwe dan lê tevî vê yekê jî nedihatin berdan û dermankirin. Piştî mirina du girtiyên nexweş gelek bertek ji derdorên cuda hat û di bertekan de hat gotin ku mirina girtiyên nexweş cinayet e û yekane berpirsyar wezareta dadê û hikûmet e. Niha ji ber xemsarî û polîtîkayên dewletê bi sedan girtiyên nexweş li girtîgehan bi mirinê re rû bir û ne. Ji aliyê din ve ji ber neberdana girtiyên nexweş li Amed û Wanê malbatên girtiyan jî di Nobeta Edaletê de ne û yekser daxwaza wan berdana girtiyên nexweş in. Wekî tê zanîn 10 û 17’ê Kanûnê li Tirkiyeyê weke Hefteya Mafê Mirovan tê qebûlkirin. Lê di nav hefteya mafê mirovan de du jê girtiyên nexweş sê kes li girtîgehan jiyana xwe ji dest dan.

Li rojavayê Kurdistanê hezar û 400 ciwanên şoreşger ji bo piştgirîdayîna malbatên ku li ber deriyê Sêmalkayê ji bo wergirtina cenazeyên gerîlayên bi deste hêzên PDK’ê hatine şehîdkirin, 75 roj in di çalakiyê de ne, meşa dirêj dabûn destpêkirin. Meşa dirêj a ciwanan di 15’ê kanûnê de gihişt Sêmalkayê. Piştre ciwanan ji bo şermezarkirina PDK’ê berê xwe dan deriyê Sêmalkayê. Lê hêzên PDK’ê bi kevir, bombeyên gazê û guleyan êrîşî ciwanan kirin û du jê giran 15 ciwanan birîndar kirin. Piştî êrîşa li ser ciwanan PDK di 16’ê kanûnê de ji aliyê Başûr ve Deriyê Sînor ê Sêmalkayê bi blokên mezin ên metal girt. Rayedarên Deriyê Sînor ê Sêmalkayê yên aliyê Rojava ragihandin ku rayedarên PDK’ê bêyî daxuyaniyekê bidin pira Sêmalkayê girtine. PDK beriya niha jî gelek caran sînor girtibû û ambargo danîbû ser gelê Rojava. Her wiha divê bê bibîrxistin ku PDK ne tenê li ser Rojava ev 4 sal in li ser gelê Mexmûrê jî ambargoya xwe didomîne. Lê tevî ku kampa penaberan di bin parastina Neteweyên Yekbûyînê de jî ji aliyê Neteweyîn Yekbûyî ve tu deng dernakeve.

Înîsiyatîfa Ji Abdullah Ocalan Re Azadî, di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de ji 1’ê kanûnê ve li Strasbourgê çalakî li dar dixe.Çalakî bi dirûşmeya “Azadî dê bi ser bikeve; Ji bo Abdullah Ocalan bikeve nava liv û tevgerê” pêk tê. Di nav heftê de heyeteke ji înîsiyatîfê bi rayaderên CPT’î re hevdîtin kir û daxwaza bidawîkirina tecrîdê kirin. Heyet piştî hevdîtina bi rayedarên CPT daxuyanî da û diyar kir ku ew ji rayedarên CPT re gotine heta sîstema îşkenceyê ya Îmraliyê bi dawî nebe dê çalakiya xwe bidomînin.

Di 7’ê kanûnê de dewleta tirk bi balafirên bêmirov li Şengalê wesayîtek sivîlan hedef girt û di encamê de Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel jiyana xwe ji dest da. Balafirên tirk piştre di 11’ê kanûnê de vê carê Meclisa Gel a Xanesorê bombe baran kir û di encamê de avahiya meclise hat rûxandin. Piştî êrîşê Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyanî da û bal kişand ser rola Bexda û Hewlêrê ya di êrîşên ser Şengalê de û got ku bedel çi dibe bila bibe dê dev jê jiyana xweseriyê bernedin.

Li Tirkiyeyê krîza aborî her diçe giran dibe. Her roj tl li hemberî dolar nirx winda dike û di serî de nan her tişt roj bi roj heta saet û deqîqe bi deqîqe biha dibin. Tenê li Amedê di nava meheke de du caran buhayên nan zêde bûn. Hikûmeta ku sedema krîza aboriyê polîtîkayên wê yên çewt in, dêwla çareseriyên demdirêj bi çareseriyên demkî dixwaze bertekên li hemberî xwe kêmtir bike. Hikûmet çend roj bere ji bo kêm kirina bertekan mûçeyan kêmtirîn zêde kir lê roja ku mûçeya kêmtirîn zêdetir kir nava çend deqeyan de buhayên gelek tiştan jî zêde bû.