Duşem, Çile 24, 2022

Panoramaya Heftane (31 Kanûn 2021)

Medyaya PDK’ê ev demeke Tevgera Ciwanên Şoreşger yên Rojavayê Kurdistanê bi awayeke sîstematîk hedef nîşan dida. Di encama hedef nîşandana PDK’ê de, şeva 25’ê kanûnê balafirên dewlet tirk li Kobanê komkujî pêk anîn û di komkujiyê de 5 ciwanên şoreşger şehîd bûn û 4 kes jî birîndar bûn. Komkujiya dewleta tirk û hedefnîşandayîna PDK’ê rastî bertekên gelê kurd û derdorên cuda hat. 5 endamên ciwanên şoreşger ên ku di êrîşê de şehîd bûn li Kobanê bi merasîmeke bi heybet hatin oxirkirin. Di merasîma oxirkirina ciwanan de gel bertekên xwe li dijî êrîşan lê bi taybetî îxaneta PDK’ê anîn ziman û diyar kirin ku ciwan pêşengên şoreşê ne dê bi ciwanan şoreşa xwe biparêzin Di sala 2021’ê de dewleta tirk bi dehan caran bi balafiran êrîşê Rojava kir û bi dehan kesan qetil kir. Lê heta niha deng yek jê garantorên ku qaşo li dijî êrîşan xwe li herêmê bi cih kirine, derneket. Ev bêdengiya aliyên garantoran nîşan dide ku êrîşên dewleta tirk bi erêkirina wan pêk tê.

Di 30’ê kanûnê de dewleta tirk û komên girêdayî wê navçeyên Zirgan, Til Temirê û gundên girêdayî wan bi hawan û çekên giran hedef girtin û di encamê de 3 kesan qetil kirin. Her wiha dewlet tirk mizgeftekî jî kir hedefa êrîşên xwe. Beriya niha jî yanî di 21’ê kanûnê de dewleta tirk û çeteyên wê dîsa êrîşê Zirganê kiribûn û 3 welatî qetil kiribûn. Di nava hefteyekê de 6 kes di encama êrîşan de jiyana xwe ji dest dan.

Di 16’ê kanûnê de PDK’ê deriyên sînor ên Sêmalka û El Welîd girtin û bi girtina deriyên sînor ambargo danî ser Rojava. Piştî PDK,  di nav hefteyê de hêzên Iraqê xwestin bikevin wargeha penaberan a Mexmûrê û xwestin derdora wargehê bi têlan dorpêç bikin. Li ser vê gelê wargeha Mexmûrê herikî seytereyê û nerazîbûn nîşanê hêzên Iraqê dan. Piştî nerazîbûna gel, heyetek jî wargehê bi rayedarên Iraqê re civiyan. Piştî hevdîtinê hevseroka meclisa gel a wargehê daxuyanî da û wiha got: “Me ji wan re got em bi tu awayekî qebûl nakin derdora wargehê bê têlkirin.” Di encama nerzarîbûna gel de hêzên Iraqê nikaribûn armanca xwe pêk bînin. Girtina deriyên sînor û hewldana dorpêçkirina Mexmûrê nîşaneya konseptekê ye ku hêzên herêmî û navneteweyî dixwazin bi vê awayî serî li gelê kurd bitewînin.

Danişîna yekemîn a têkildarî qetilkirina Denîz Poyraz a li avahiya HDP’ê ya Îzmîrê hatibû qetilkirin, li Dadgeha Cezayê Giran a 6’an a Îzmîrê pêk hat. Serokê dadgehê danişîn bi hinceta dîsîplînek çênebûye taloqî 4’ê Çileyê kir. Dayika Denîz Poyraz Fehîme Poyraz beriya danişînê got: “Ev doz tenê ne doza min e, doza hemû gelê Kurdistanê ye û doza dostên gelê kurd e. Divê tenê ne kujer yên piştgirî dane jî bên cezakirin.” Kesên li salona dadgehê bertek nîşanî heyeta dadgehê dan û dirûşmeya “Dê kujer hesab bidin gel” berz kirin. Ji aliyê din ve beriya doza Payroz êrîşî avahiya HDP’ê jî kirin. Balkêş e beriya doza Denîz Poyraz, kesekî bi çek û kêrê êrîşî avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Bahçelîevlera Stenbolê kir. Piştî êrîşê HDP’ê û rêxistinên civakî li gelek bajaran êrîş şermezar kir.

Malbatên girtiyan li Amed û Wanê ji bo berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku infaza wan qediyane û bi hincetên vala nayên berdan, ev zêdetirîn mehekê ye di nav çalakiyê de ne. Malbatan diyar dikin ku heta daxwaza wan pêk bê dê çalakiya xwe bidomînin. Ji aliyê din ve Alî Asker Bîngol ê li navçeya Gimgim a Mûşê dijî, bi armanca tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bê rakirin, di serî de Aysel Tûglûk hemû girtiyên nexweş bên berdan, li avahiya HDP’ê ya Gimgimê dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kir. Her wiha çalakiya malbata Şenyaşar jî ji bo pêk anîna edaletê li ber Edliyeya Rihayê dane destpêkirin jî didome. Roja ku çalaki dest pê kiriye heta niha zextên li ser malbatê kêm nebûne û herî kêm 10 caran Emîne Şenyaşar bi hincetên cuda gazî îfadeyê hatiye kirin.

Çalakiya malbatên rojhilatî didomin. Malbatên 9 koçberên rojhilatê Kurdistanê ku dewleta tirk di 22’ê tebaxa 2021’ê de wan radestî çeteyên El Nusra kiribû û heta niha aqûbeta wan nayê zanîn, li ber derê balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Tehranê kombûn û daxwaza çarenûsa zarokên xwe kirin. Malbatên ku xwestin ber balyozxaneyê aqûbeta zarokên xwe bipirsên ji aliyê polîsên Îranê ve hatin astengkirin û polîsan êrîşên malbatan kirin.

Balafirên şer ên artêşa tirk di 28’ê kanûna 2011’an de 34 welatiyên ku piraniya wan zarok bûn li Roboskiyê qetil kir. Lê tevî 10 sal li ser komkujiya Roboskiyê derbas bû jî hê berpirsyarên komkujiyê nehatine darizandin. 34 welatiyên Roboskiyê di salvegera 10’emîn de li ser gora xwe hatin bibîranîn. Di bîranîna ku li gundê Roboskiyê de pêk hat hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk axivî û wiha got: “Dinya alem dizane ku kî vê komkujiyê pêk aniye. Birêz Ocalan beriya çend salan diyar kiribû ku ev komkujî berdewamiya tasfiyeya siyaseta gelê kurd e.” Hevserokê Rêxistina HDP’ê ya Stenbolê Ferhat Encu jî wiha got:: “heta îro dilê malbatên Roboskî, dayikên me şa nebûye û aş nebûye. Hêj em di şînê de ne û cilên me reş in. Heta em hesab ji berpirsiyarên komkujiya Roboskî nepirsin dê têkoşîna me ya edaletê bi dawî nebe. ”Her wiha li gelek navendan jî qurbaniyên Komkujiya Roboskî hatin bibîranîn.