spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Panoramaya Heftane

Vê hefteyê di rojevê de Çalakiyên Malbatên Girtiyan, Geşedanên li Başûr, pîrozbahiya 25’ê Mijdarê û herî dawiyê jî ji we re qala bertekên krîza aboriyê bikin.

Li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê zextên li ser girtiyan her diçe zêdetir dibe. Girtiyên nexweş nayên dermankirin û girtiyên ku infaza wan qediyane jî bi hincetên cuda nayên berden. Malbatên girtiyan jî ji bo balê bikişînin zextên li ser girtiyan û ji bo berdena girtiyên nexweş û girtiyên ku înfaza wan qediyane, di 16’ê Mijdarê de li Baroya Amedê dest bi Nobeda Edaletê kirin. Nobeda ku bi 4 malbatan dest pê kir, niha bi tevlêbûna 7 malbatan didome. Çalakî her roj nîvro saet 1’ê li Baroya Amedê dest pê dike û heta 4’ê êvarê didome. Her roj saziyeke rêxistênên civakî serdana malbatê dikin û piştgiriya xwe tînin ziman. Malbat jî diyar dikin ku heta daxwazên wan pêk bên dê di nav çalakiyê de bin û bang li hemû malbatên girtiyan dikin ku tev li nobetê bibin û bibin dengê girtiyan.

Ji aliyê din ve nobeda edaletê ne tenê li Baroya Amedê, li Rihayê ji aliyê Emîne Şenyaşar ve jî tê domandin. Emîne Şenyaşar jî ji şermezarkirina vê bêedaletiyê ev 265 roj in ango ji 9’ê Adara 2021’an ve, li ber Edliyeya Rihayê Nobeta Edaletê digire. Emîne Şenyaşar jî tevî hemû nexweşiyên ku lê peyda bûne û her wiha tevî hemû zextên hikûmet û kujeran jî bi biryar e ku çalakiya xwe heta encamê bidomîne.

Çalakiya Malbatên Şehîdan ên Rojava ji bo girtiyan 5 cenazeyên gerîlayên HPG’ê ku di 28’ê tebaxa 2021’an de di encama kemîna hêzên PDK’ê de jiyana  xwe ji dest dabûn, ji 5’ê Cotmehê de li ber deriyê Sêmalkayê dane destpêkirin didome. Malbatan ev 52 roj in cenazeyên canezeyên xwe dixwazin lê heta niha ji aliyê PDK’ê ve tu bersivek erênî negirtine.

Ev demek e dirêj e başûrê Kurdistanê di nava krîzeke aboriyê de ye. Ev krîz her diçe kûrtir dibe û êdî gelê Başûr li hemberî polîtîkayên hikûmetê nerazîbûnên xwe bi xwepeşandanan nîşan didin. Heftaya borî mamosteyan ji ber nedayîna mûçeyê daketin qadan. Lê çalakiya mamosteyan piştî demeke bi tevlibûna xwendekaran berfireh bû û di nav gel de jî belav bû. Bi deh hezaran kes tev li van xwepêşandanan bûn û bertek û daxwazên xwe anîn ziman. Ji aliyê din ve gelek beşên cüda yên civakê jî piştgirî dan xwepêşandan û bang li hikûmetê kirin ku daxwaza wan pêk bînin. Xwepêşandanên ku ji aliyê xwendekar û mamosteyan hatiye destpêkirin tevî hemû êrîşên hêzên asayîşa Başûr jî didome.

Wekî her sal îsal jî di 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundiya li ser Jinan, bi milyonan jin tevî hemû astengiyan jî daketin qadan. Yek ji van cihan jî Kurdistan e. Li Kurdistanê ji bakurê Kurdistanê heta rojava û başûrê Kurdistanê, Şengal û Mexmûrê jin bi pêşengiya sazî û rêxistin jinan daketin qadan û her cureyên tundiyê şermezar kirin. Di çalakiyan de jin bal kişandin li ser şerê taybet ku li Kurdistanê tê meşandin û bang li hemû jinan kirin ku xwe bi rêxistin bikin. Her wiha di hemû çalakiyên jinan de jin li dijî her cureyên tundiya mêr û desthilatdariya mêr peyama parastina destkeftî û berxwedanê dan û banga hevgirtinê kirin.

Di 23’ê Mijdarê de piştî dolar 13 tl yê derbas bû, bajarên bakurê Kurdistanê di serî de li gelek bajarên Tirkiyeyê gel daketin qadan û banga îstîfakirina hikûmetê kirin.

Di 24’ê mijdarê de serokê Partiya Guherîna Tirkiyeyê Mustafa Sarigul çû serdana esnafên Wanê. Di serdanê de esnafê bi navê Haci Tunç ji Sarigul re got ev der Kurdistan e. Esnaf Tunç piştî vê gotina xwe hat binçavkirin û dîsa hat berdan.

Wekî tê zanîn gotin û niqaşa Kurdisanê, ev demek e di rojeva siyaseta Tirkiyeyê ye. Ev niqaş di 28’ê cotmehê de piştî serdana seroka ÎYÎ Partiyê Meral Akşener Sêrtê destpê kiribû. Di dema serdana Akşener de esnafê bi navê Cemîl Taşkesen li rûyê Akşener re got ‘Rastiya vê erdnîgariyê heye û ev der Kurdistan e’.