24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parastin û geşkirina zimanî

Samî Tan
Samî Tan
Ziman û Raman

Ev çend hefte ne, em qala helwesta zimanî dikin. Di nivîsên berê da me bal kişand ser helwesta neyînî. Li hemberî vê helwesta neyînî helwesteke erênî jî heye. Kom û kesên ku xwedanê helwesteke erênî ne, dikarin rê li ber polîtîkayên pişaftinê bigirin û li çand û zimanê xwe vegerin. Plangerîya ji bo parastin û geşkirina zimanekî kêm zede van tiştan dide ber xwe:

1- Di warê zimanî da berzkirina hişyarî û hişmendîya civakê

2- Reftareke erênî li hemberî ziman û  nirxên têkildarî zimanî

3- Hînkirina zimanî (bi taybetî hînkirina nifşên nû)

4- Bi domdarî geşkirin û bipêşvebirina   zimanî (li zimanî zêdekirina bêje, qalib û  şayesên nû)

5- Bikaranîna zimanî di hemû qadên       jiyanê da.

Reftara li hemberî zimanî jî dişibe reftara li hemberî mirovan. Her wekî çawa mirov dema qels û lawaz dikeve, divê mirov bi xurekên taybet xwedî bike û dema ku birîndar be jî divê mirov birînê derman bike. Ziman jî wisa ye, dema ku qels û lawaz bibe, divê mirov bi xurekên taybet xwedî bike. Xureka zimanî jî bikaranîna wî ye; zimanek çendî di qadên cur bi cur ên jîyanê da were bikaranîn, ew çend geş dibe. Zimanê birîndar jî divê bi peyv, qalib û şayesên nû were dewlemendkirin, xebateke taybet û pisporane li serê were kirin.  Armanca plansazîya zimanî jî zêdekirina axêver û qadên jîyanê yên zimanî ye. Axêverên zimanekî û qadên ku ziman tê da tên bikaranîn çendî zêde bin, ziman ew çend geş dibe. Heke di axêverên zimanekî da daxwazeke xurt a parastina zimanî hebe, kes nikare wî zimanî ji holê rake.

Dema ku em bala xwe didin civaka kurd, di gotinê da ew daxwaz heye; ji sedî 90ê kurdan dixwazin ku zarokên wan zimanê kurdî hîn bibin. Lê kedeke têr û tesel nadin. Bi ser da jî bi milyonan malbatên kurd bi zarokên xwe ra bi tirkî dipeyivin. Her wiha siyasetmedarên me jî dema ku qala zimanî dibe, qirikê li xwe diqetînin, propopandayeke hişk û rijî dikin, lê dema ku kar ket alîyê wan xwe tevnadin.  Ev jî nîşan dide ku helwesta me ya zimanî zêde ne xurt e, pirî caran bi tenê di gotinê da dimîne. Lê bav û kalên me, dê û dapîrên me ji mêj ve gotiye, “Gotin û kirin nabe yek”, dema ku kirin tune be, tu qîmeta gotinê nîn e.

Di warê parastin û geşkirina zimanî da xaleke girîng jî ev e; ji bo ku mirov ziman û çanda xwe biparêze û geş bike, divê mirov ji hemû derfetên heyî sûdê wergire û derfetên nû peyda bike. Îro li ber geşbûna çand û zimanê me kend û kospên zêde hene, lê em pirî caran ji derfetên heyî jî sûdê wernagirin û ji bo peydakirina derfetên nû jî têra xwe xebatê nakin. Bo nimûne, ev çend sal in ku derfeta waneyên vebijêrkî li hemû dibistanên Tirkîyeyê heye, her kes dizane ku ev derfet bi têkoşîna kurdan bi dest ketiye, lê belê ji bo ku em ji vê derfetê sûdê wergirin, me zêde tiştek nekiriye. Berevajî vê yekê, me bikaranîna vê derfetê red kiriye, em bi ser dewletê da neçûne da ku li her derê waneyên kurdî vebin. Li hemberî vê helwesta me ya sist, dewletê jî heta jê hatiye, rê li ber bikaranîna vê derfetê girtiye, bi dek û dolabên cur bi cur nehiştiye ku waneyên kurdî li gelek dibistanan vebin. Bi ser da jî salê bi tenê du-sê mamosteyên kurdî tayîn kirine.

Va ye dîsa dema dîyarkirina waneyên vebijêrkî derbas dibe, heta roja 9ê meha yekê divê zarok waneyên xwe yên vebijêrkî bineqînin,  qet nebe em îsal bikin destpêk û heta ji me tê, em zorê bidin rayedarên dibistanan da ku waneyên kurdî jî li gelek cihan vebin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê