20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parçekirina baroyan pêşkêşî meclisê kirin

AKP û MHP israra xwe ya ji bo kontrolkirina baroyan didomînin û hewl diddin baroyên bajarên mezin ên mîna Stenbol, Enqere û Îzmîrê ku bi hezaran endamên wan hene parçe bikin. Dê bi vê yekê darbeyeyeke mezin li hêza muxalif a baroyan bixin û baroyên di bin kotrola xwe de ava bikin. Di nav hefteyê de gava yekemîn a ji bo vê yekê hat avêtin û pêşniyarqanûna guhertin û parçekirina baroyan pêşkêşî serokatiya meclisê hat kirin.

Pêşniyarqanûn piştî nirxandina li komîsyonona edaletê, di rojên pêş de dê ji bo erêkirinê bê lijneya giştî ya meclisê. Serokwekîlê koma AKP’ê Cahît Ozkan der barê guhertina ku dixwazin bikin û de axivî û hurgiliyên pêşniyarqanûnê aşkera kirin. Ozkan diyar kir ku pêşniyarqanûna wan ji 28 xalan pêk tê û li bajarên mîna Stenbol, Enqere û Îzmîrê ku hejmara endamên baroyan ji 5 hezarî zêdetir e, 2 hezar parêzer bên gel hev wê bikaribin baroya duyemîn, sêyemîn ava bikin.

Baro bên parçekirin

Her wiha Ozkan got ku dê her baro li Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê karibin bi 3 delege û serokekî bên temsîlkirin. Bi vê yekê dê AKP-MHP’ê baroyên mezin ên li dijî xwe parçe bikin û Rêveberiya Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê bi hêsanî karibin bikin bin kontrola xwe. Heke ev pêşniyarqanûn bê erêkirin û bikeve meriyetê dê ji neçarî baro li gorî daxwazên AKP-MHP’ê tevbigerin.

Bi hezaran li hev kombûn

Roja ku pêşniyarqanûn pêşkêşî meclisê hat kirin, gelek baroyan li ber derê edliyeyên bajaran mitîngên parastinê li dar xistin. Polîsan li Edene û Amedê êrîşên parêzeran kir û nehiştin ku mitîng li dar bixin. Lê tevî hemû astengiyan jî li Stenbolê bi hezaran parêzer li hev kom bûn û mitîng li dar xistin. Serokên baroyan destnîşan kir ku tê xwestin parêzer ji hev bên cihêkirin û baroyên alîgir bên avakirin.

Walîtî mitîng qedexe kir

Di 3’yê tîrmehê de serokên hemû baroyan xwest li Enqereyê mitînga parastinê li dar bixin. Lê walîtiya Enqereyê bi hinceta zêdebûna weqayên vîrusa koronayê mitîng qedexe kir û nehişt ku mitîng bê lidarxistin. Li gel vê astengiya walîtiyê jî serok û rêveberên baroyan çûn Enqereyê û li ber derê Edliyeya Enqereyê daxuyaniyek dan û der barê astengiya xwe de serlêdana sûc kirin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê