spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzer Beşdar Hesen: Tenduristiya girtiyan ne baş e

Piştî serhildanên li herêma Behdînana başûrê Kurdistanê yê li dijî bêedaletî û krîza aboriyê, bi dehan rojnameger û çalakgerên sivîl bi tohmeta ‘têkbirina rêveberiya herêmê û sixûriyê’ hatin girtin.  

Şêrwan Şêrwanî, Şivan Seîd, Guhdar Zêbarî, Eyaz Kerem û Harîwan Îsa ji wan rojnameger û çalakgerên sivîl in ku Dadgeha Ceza ya Hewlêrê 16’ê sibata vê salê, 6 sal cezayê girtîgehê li wan birî. Girtina wan û birîna ceza, hem li başûrê Kurdistanê hem jî li qada navneteweyî bûbû sedema nerazîbûn û ber teken tund.

41 roj in di greva birçîbûnê de ne

Girtî hem li dijî biryara cezayê li wan hatiye birîn, hem jî li hemberî şert û mercên girtîgehê ji 17’ê sibatê ve di gireva birçîbûnê de ne. Yek ji parêzerên rojnamegerên girtî, Beşdar Hesen tekildarî rewşa girtiyan ji Rojnewsê re axivî. Hesen diyar kir ku li gorî agahiyên li ber destê wan, rewşa tenduristiyê ya girtiyan ne baş e û greva birçîbûnê jî didome.

Nahêlin parêzer muwekîlên xwe bibînin

Hesen destnîşan kir ku ji bo rewşa girtiyan hîn bibin serî li asayîşê dane, lê ji bo hevdîtinê destûr nehate dayîn û ji 16’ê sibatê ve ew tenê du caran bi rêya telefonê tenê çend deqeyan bi girtiyan re axivîne. Hesen têkildarî astengkirina hevdîtina wan a bi muwekîlên wan re wiha got: “Asayîş her carê hincetan peyda dike û dibêje, kesê ku biryarê bide ne li ser kar e û randevûyekê jî nadin.”

Parêzer diyar dikin ku mafê qanûnî yê malbatan e ku li ser rewşa tenduristiyê ya zarokên xwe agahiyê werbigirin û karibin zarokên xwe bibînin, lê belê ev maf tê binpêkirin.