spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerê Mûsa Orhan bavê Îpek Er sûcdar kir

Li navçeya Qûbîn a Elîhê di sala 2020’an de çawişê pispor Mûsa Orhan tecawizê Îpek Er a 18 salî kiribû. Îpek Er piştî bûyerê nameyek nivîsîbû û xwe kuştibû. Er di nameya xwe de gotibû ku Orhan wê revandiye û tecawizê wê kiriye.

Piştî nameya Îpek Er doz hat vekirin. Îro li dadgeha 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Sêrtê danîşîna dozê ya sêyemîn hat dîtin. Bersûc Mûsa Orhan bêyîgirtin tê darizandin.

Malbata Îpek Er, baroyên Amed, Sêrt û Elîhê, parlementerên HDP’ê Feleknas Ûca, Nûran Îmîr û Siddik Taş tev li danîşînê bûn. Mûsa Orhan jî ji Enqereyê bi riya SEGBÎSê tev li danişînê bû.

Danişîn hat taloqkirin

Piştî tespîta nasnameyan parêzeran dest bi parastinê kirin. Parêzerê Mûsa Orhan bavê Îpek Er Fûat Er ji ber mirina wê sûcdar kir û got, “Erka bavekî parastin û şandina dibistanê ya qîza xwe ye.”

Mûsa Orhan jî sûcdarkirina red kir û sûc avêt ser malbatê û got ku Îpek Er li aliyê malbata xwe ve hatiye kuştin û piştî sûcdarkirina malbatê mafê bêdengbûnê bikaranî.

Danişîn taloqî 16 îlonê hat kirin.