24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên Ocalan serî li saziyên navneteweyî dan

Helwdanên parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê yên ji bo rewşa Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û girtiyên din Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê di bin şertê tecrîdê de girtî ne didomin.  Parêzeran, piştî ku serî li Dadgeriya Înfazê ya Bûrsayê, Wezareta Edaletê, saziyên girêdayî wezaretê, Komîsyona Lêkolînkirina Mafê Mirovan a Meclisê, baro û rêxistinên sivîl dan, îro jî serî li rêxistinên sivîl û saziyên navneteweyî dan.

Sazî û rêxistinên sivîl ên navneteweyî ku parêzeran serî li van dan wiha ne: Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International), Komeleya Pêşîligirtina Îşkenceyê (Association For The Prevention Of Torture/APT), Konseya Yekitiya Hiqûqê û Baroyên Ewropayê (Council Of Bars And Law Societies Of Europe/CCBE), Komeleya Hiqûqnasên ji bo Demokrasiyê ya Ewropayê (European Association Of Lawyers For Democracy &World Human Rights/ELDH), Federasyona Baroyên Ewropayê (Federation Des Barreaux D’Europe/FBE), Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), Federasyona Mafên Mirovan a Navneteweyî (FİDH), Komeleya Hiqûqnasên Demokratîk a Navneteweyî (IADL), Serwîsa Mafên Mirovan a Navneteweyî (ÎSHR), Parêzerên ji bo Parêzeran, Hiqûqnasên Tirkiyeyê (Lawyers For Lawyers) Projeya Piştgiriya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (Turkey Human Rights Litigation Support Project), Rêxistina li Dijî Îşkenceyê ya Cîhanê (World Organisation Against Torture/OMCT), Parêzerên Demokrat ên Ewropayî (European Democratic Lawyers/ADL-EDL). Parêzeran di serlêdana xwe de ji sazî û rêxistinen daxwaz kir ku pêkanînê li dijî hiqûqê yên li Îmraliyê teşhîr bikin. Her wiha parêzeran ji sazî û rêxistinan daxwaz kir ku ji bo rewşa dijmîrovî ya li Îmraliyê bi dawî bibe bikevin nav hewldanan.