24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerê Ocalan xwest Wezîrê Dadê li ser gotinên xwe bisekine

Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica, daxuyaniya Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul a dema bidawîbûna çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2019’an ku têkildarî hevdîtina parêzeran a bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re dabû bi bîr xist. Sarica xwest Wezîr Gul li gotinên xwe xwedî derkeve.

Çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ku li girtîgehan hatiye destpêkirin, di roja 216’an de didome. Serlêdanên ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re ji aliyê parêzer û malbata Ocalan ve tên kirin jî bê bersiv tên hiştin. Di encama çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven ku 200 roj berdewam kiribû de piştî 8 salan parêzerên Ocalan di 2’ê gulana 2019’an de çûbûn Îmraliyê û pê re hevdîtin kiribûn. Piştî hevdîtinê Wezîrê Dadê, Abdulhamît Gul angaşt kiribû ku li pêşiya hevdîtinê tu astengî tune ne.

Wezîr Gul gotibû astengî tune ye

Wezîrê Dadê Abdulhamît Gul, di 16’ê gulana 2019’an de daxuyandibû ku hevdîtina girtiyan a bi parêzerên wan re mafekî qanûnî ye û der barê Ocalan de ev tişt gotibû: “Beriya niha biryarên sînorkirinê hebûn. Ev biryar hatin rakirin. Biryarên der barê qedexeya hevdîtinê de hatin rakirin û derfetên hevdîtinê çêbûn. Ji ber ku bi awayekî hiqûqî astengî rabûne derfet çêbûye ku parêzer bi awayekî hiqûqî hevdîtinê bikin.” Piştî vê daxuyaniya xwe Gul, di 22’ê gulana 2019’an de daxuyaniyeke din jî da û dubare diyar kir ku astengiyên li pêşiya hevdîtinê bi awayekî hiqûqî rabûne û di vê çarçoveyê de bi Ocalan re hevdîtin hatiye kirin.

Parêzer 8 sal şûnde çûn Îmraliyê

Parêzerên Ocalan, di 22’ê gulana 2019’an de bi Ocalan re hevdîtin kirin û peyama wî di 26’ê gulana 2019’an de ragihandin. Li ser banga Ocalan çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû. Piştî vê di 12-18’ê hezîranê û 7’ê tebaxa 2019’an de parêzer Rêzan Sarica û Newroz Ûysal 3 caran çûn Îmraliyê û bi Ocalan re hevdîtin kirin. Di hevdîtinên hatine kirin de Ocalan ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd şans dan desthilatê. Lê desthilatê ev şans paşguh kir.

Serlêdanan bê bersîv dihêlin

Piştî 7’ê tebaxa 2019’ serlêdanên parêzeran ku ji bo hevdîtina bi Ocalan re hatin kirin bêbersiv hatin hiştin. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê, bi hinceta nexşerêya ku Ocalan di sala 2009’an de bi parastina xwe re ji Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) re şandibû, di 23’ê îlona 2020’an de ji bo 6 mehan hevdîtina bi Ocalan re qedexe kiribûn. Ji ber vê biryarê serlêdanên parêzeran bê encam mabûn û di çileya 2021’an de derketibû holê ku careke din cezayê dîsiplînê li Ocalan hatiye birin û hevdîtinên pê re hatine qedexekirin. Ji ber van biryaran serlêdanên parêzeran ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin.

Parêzeran 225 serlêdan kirin

Ji 7’ê tebaxa 2019’an heta niha parêzeran ji bo hevdîtina bi Ocalan re 225 caran serlêdan kirine. Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Rezan Sarica ku herî dawî wî bi Ocalan re hevdîtin kiribû, der barê helwesta Wezîrê Dadê de bi Nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Dîren Yurtsever re axivî. Sarica, diyar kir ku di demên dawîn de her roj serlêdan dikin û serlêdanên wan ne bi erênî ne jî bi neyînî nayên bersivandin û tenê hin caran biryara dadgehê tê derpêşkirin. Sarica, bi lêv kir ku dixwazin bi Ocalan re hevdîtinê bikin û wiha got: “Biryarên dadgehan li gorî me ne biryarên li gorî hiqûqê ne. Ji berê ve siyaseta Tirkiyeyê ya li dijî Îmraliyê tecrîd e. Di pergala tecrîdê de hem bi awayekî kêfî hem jî bi awayekî fizîkî astengî û qedexe dihatin derxistin. Bersivên tên dayîn jî tev bi kêfî û li dijî hiqûqê ne. Di demên dawîn de serlêdanên me qet nayên bersivandin.”

‘Çima hiqûqê binpê dikin?’

Prz. Sarica, da zanîn ku stratejiya dewlet û desthilatê ya li dijî hevdîtinên Ocalan ji sala 2019’an ve neguheriye û ev tişt gotin: “Tenê di gotin û amûran de hin guhertin hene. Dema çalakiya greva birçîbûnê ya sala 2019’an desthilateke ku rastiya civakê qebûl dikir li hemberî me hebû. Di vê wateyê de neçar man ku mafê hevdîtinê ya parêzeran ji raya giştî re ragihînin. Îro dîsa çalakiyeke greva birçîbûnê heye û tecrîda li Îmraliyê derketiye asteke talûke. Îro çima van daxuyaniyan nadin ango çima li daxuyaniyên xwe yên sala 2019’an xwedî dernakevin? Çima Destûra Bingehîn nas nakin û hiqûqê paşguh dikin.”

 ‘Divê nerînên Ocalan bên dîtin’

Di dawiya axaftina xwe de Sarica, bal kişand ser nêzikbûna desthilatê ya li hemberî Ocalan û got ku nêzikbûna weke amûr a li hemberî Ocalan encam nade û divê nêrînên Ocalan girîng bên dîtin.