spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzerên 33 ciwanan dixwazin Ahmet Davutoglu bê guhdarkirin

M. Alî Ertaş

Di 20’ê tîrmeha 2015’an de li Navenda Çandê ya Amarayê ya navçeya Pirsûs a Rihayê, bi sedan ciwan bi bangawaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) li hev kom bûbûn. Ciwan ji Stenbol, Îzmir, Enqere, Amed û gelek bajarên din bi dolmîş û otobusan hatibûn Rihayê û li ber navenda çandê şahî li dar xistibûn. Dema ku ciwanên sosyalîst xwestin daxuyaniyê bidin çapemeniyê endamekî DAIŞ’ê di nava koma ciwanan de bombe  bi xwe de teqand. Di daxuyaniyê de ji ciwanan 33 kesan jiyana xwe ji dest dan. DAIŞ’ê li vir 33 endamên SGDF’ê qetil kirin. Di ser bûyerê re 6 sal derbas bûn, lê hêj kujer nehatin darizandin û nehatin cezakirin. DAIŞ’ê beriya ku vê komkujî pêk bîne gelek dane û delîl li pey xwe hiştin. Lê li ruxmê vê yekê hikûmetê û rayedarên ewlehiyê tedbîr negirtin.

Beriya hilbijartina 7 hezîrana 2015’an li dijî hêzên demokrasiyê yên li dijî AKP’ê têdikoşiyan, gelek êrîş pêk hatin. Endamên DAIŞ’ê ku li Tirkiye xwe bi rêxistin kiribûn, li ser hev komkujî kirin. Di 5 hezîranê di mîtînga Amedê de bombe teqandin. Di 20’ê tîrmehê li Pirsûsê 33 ciwan qetil kirin. Di 10’ê cotmehê de jî li GAR’a Enqerê êrîşî mîtînga aştiyê kirin. Di 20’ê tebaxa 2017’an de li Dîlokê di nava dawetê de bombe teqandin û 57 welatî qetil kirin. Endamên DAIŞ’ê yên xwe li Tirkiyeyê bi rêxistin kiribûn, li Enqereyê 101 qasidên aştiyê qetil kirin.

Balkêş e DAIŞ’ê tenê êrîş li dijî kesên aştî, demokrasî û azadiyê dixwaze û kesên li dijî AKP’ê pêk anî. Vê yekê fikra ku AKP û DAIŞ’ê hevkariya hevûdu dikin di nava gel de pêş xist.  Li gel ku Midûriyeta Giştî ya Ewlehiyê giştînameyek ji hemû midûriyetên polîsan re şand û cihên DAIŞ’ê xwe lê bi rêxistin kiriye parve kir jî dîsa polîs û rayedaran tedbîr negirtin. Nûnerên siyasî yên muxalif diyar kirin ku qetlîam bi destê deshiltata AKP’ê hatiye kirin. Rewşenbîr û siyasetmedarên demokrat diyar kirin ku qetlîam, ji bo tirsandina muxalefetê ye. Ji bo muxalif li dijî AKP’ê tênekoşin. Dîsa destnîşan kirin ku bi taybetî ji bo astengkirina gelê kurd, sosyalîst û hêzên demokrasiyê hatiye kirin.

Bi taybetî piştî sala 2015’an ku hikûmeta AKP’ê rê li pêş diyalogê girt, bê navber êrîşî gelê kurd û hêzên demokrasiyê kir. Bi komkujiya Pirsûsê re hemû tevgerên sosyalîst û şoreşger bûn hedef. Ji wê rojê ve bi sedan mirovên sosyalîst û bi hezaran mirovên ji bo demokrasiyê têdikoşin hatin girtin. Niha jî li dijî gelê kurd, hêzên sosyalîst û demokrasiyê êrîş têne kirin û her roj bi dehan mirov tên girtin.

‘Ji ezman goştê mirovan bariya’

Yek ji şahidê komkujiyê Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Navçeya Pirsûsê yê wê demê Mehmet Koştî, wiha gotibû: “Ciwanên endamên SGDF’ê ji bo pêlîstokan ji zarokên Kobanê re bibin hatin navçeyê û polîs der heqê wan de xwedî hemû agahiyan bû. Ciwanan dê daxuyanî bidana. Di kêliya daxuyanîdayînê de teqîn pêk hat. Her der bû agir. Wê rojê ji esmanan goştê mirovan bariya. Xwîna mirovan li erdê belav bibû. Birîndar pir bûn. Destûr nedan ku ambûlans bikevin qadê. Ger polîsan mudaxile nekiriba, wê 33 kesan jiyana xwe ji dest nedaba.”

6 sal borîn lê hêj edalet pêk nehatiye 

Di ser komkujiyê re 6 sal borîn, lê heta niha daxwazên malbatan û daxwazên parêzerên malbatan pêk nehatiye. Daxwazên wan tim hatine redkirin. Delîlên nû bi dest neketine û delîlên daxilî nav dosyeyê hatine kirin jî bi tu awayî nehatine lêkolînkirin. Parêzeran xwest bersûcê doseyê Yakûp Şahîn ê girtî bê danişînê lê ev daxwaza wan jî red kirin. Parêzer diyar dikin ku delîlên di dosyeyê de aşkera ne lê tu beyaneke bersûcên firar Îlhamî Balî û Denîz Buyukçelebî û bersûc Şahîn ên der barê teqînê de tune ye. Parêzeran diyar kirin ku dadgeh dixwaze darizandin tenê bi bersûcê girtî û du bersûcên firarî bê domandin.  Parêzeran bi bîr xistin ku dîmenên ku ji 5 saetan pêk dihat di dosyayê de winda kirine. Parêzeran diyar dikin ku bersûc Abdûllah Omer Aslan ku beriya bûyerê û piştî bûyerê dîmen girtibûn berdan û naxwazin dosye aşkera bibin. Parêzeran têkildarî Abdûllah Omer Aslan dibêjin ku piştî teqînê ji aliyê gel ve hatibû zevtkirin û radestî polîsan hatibû kirin, lê piştre ew serbest berdane.

‘Divê Ahmet Davutoglu bê guhdarkirin’ 

Parêzer bi bîr dixin ku dosye li gel van kêmasiyan bi dawî bibe, dê wijdanê raya giştî nerihet bibe û du bersûcên firar hene. Belgeyên der barê Komkujiya Gara Enqereyê û Pirsûsê de hene. Parêzer dixwazin ev  nakokî bên çareserkirin û piştre biryar bê dayîn. Parêzer naxwazin ku bersûc Şahîn bi SEGBÎS’ê tev li danişênê bibin. Parêzer balê dikişînin ser daxuyaniyên serokwezîrê berê Ahmet Davûtoglû û destnîşan dikin ku ev daxuyanî  komkujia Pirsûsê zelal dikin. Parêzer û malbat dixwazin Ahmet Davutoglu jî bê guhdarkirin. Parêzer dixwazin ku wezareta karên hundir jî daxilî dosyeyê bibin û dozê bişopînin. Parêzer bi lêv dikin ku di dosyeyê de biryara darizandina adilane tê binpêkirin û dê şopdarê vê dozê bin.

Çi bibû?

Di 20ê Tîrmeha 2015yê de li ser bangewaziya Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîstê (SGDF) 300 ciwan ji bo kelûpelên alîkarî yên mirovî û pêlîstokan bibin Kobanêyê çûn Pirsûsê û di dema daxuyaniya çapemeniyê ya li Navenda Çandê ya Amarayê de êrîşa xwekujî pêk hatibû.

33 ciwanan jiyana xwe ji dest dabû 

Kesên ku di êrîşê de hatin kuştin ev bûn: Koray Çapoglu, Cebrail Gunebakan, Hatice Ezgî Sadet, Ugur Ozkan, Nartan Kiliç, Veysel Ozdemîr, Nazegul Boyraz, Kasim Deprem, Alper Sapan, Cemîl Yildiz, Okan Pîrînç, Ferdane Kiliç, Yunus Emre Şen, Çagdaş Aydin, Alîcan Vural, Osman Çîçek, Mucahît Erol, Medalî Barutçu, Aydan Ezgî Salci, Nazli Akyurek, Serhat Devrim, Ece Dînç, Emrullah Akhamur, Murat Yurtgul, Erdal Bozkurt, Îsmet Şeker, Suleyman Aksu, Buşra Mete, Duygu Tuna, Polen Unlu, Nuray Koçan, Vatan Budak, Mert Comert.