20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parêzvanên mêrên tacîzkar û tecawizkar: Qanûn û dadgeh!

Li Tirkiyeyê tundiya li ser jinan bi polîtîkayên desthilatdariya AKP-MHP’ê her diçe zêdetir dibe. Bi vî awayî bi van polîtîkayên desthilatdariyê derî li ber sûcdaran vedibe û hejmara van sûcdaran her diçe zêdetir dibe. Dema em bala xwe didin hin mînakên wek Mûsa Orhan, Umîtcan Uygun bi sedan mînakên din em ê bîbinin ku desthilatdariya Tirkiyeyê bi cezanedayîna van kesan re rê li pêşiya mînakên vî rengî vekirine.

Piştî bêdengiya dewletê ya li hember van bûyerên qetilkirin, tacîz û tecawizê êdî di medyaya civakî de bi awayekî rehetir mêr tundiyê zêdetir dikin. Herî dawî di gelek weşanên zindî de tundî, heqaret li jinan hat kirin û bi rehetî gef li wan hat xwarin. Ev mêrên ku tundî û heqaretê li jinan dikin xwe dispêrin ala Tirkiyeyê û ocaxên ulkuciyan.

Dema em bala xwe didin bûyerên tundî ku piştî bêcezahiştina Mûsa Orhan bi dehan bûyerên tacîz, tecawiz û qetilkirinên jinan li ser hesabên medyaya civakî, derketin holê. Hin ji van jî ev in;

Daxwaza girtina Mûsa Orhan

Çawişê pispor Mûsa Orhan di 28’ê hezîran 2020’an de li Êlihê tecawizê Îpek Er a 18 salî kir. Piştî bûyerê malbata Er li Mûsa Orhan gilî kir lê ji ber dirêjbûna mehkemê û bêdengiya dewletê Îpek Er întîhar kir û piştî 34 rojan jiyana xwe ji dest da. Dewletê tevê delîlên ku ji tiba edlî hatin jî daxwaza girtina Mûsa Orhan red kirin.

Gefa Balakishiyev

Samîr Balakishiyev li ser medyaua civakî di weşana zindî de li ber ala Tirkiyeyê gef li jineke ciwan xwar û wiha got: “dê dawiya te jî bibe wek a Ozgecan.” Piştî bertekan her çiqas ku Balakishiyev hat binçavkirin jî bi cezayekî kêm hat berdan.

Li ber çavê keça 5 salî

Îbrahîm Zarap li Canîka navçeya Sêwasê li ber çavên keça xwe ya 5 salî bi awayeke hovane tundî li dayika kir ku beriya demeke hev berdabûn. Piştî vîdeoya ku têde tundî li Emriye Metegul dikir li ser medyaya civakî belav bû Îbrahîm Zarap hat girtin lê li gor agahiyan, parêzeran ji bo girtina Zarap îtiraz kirine.

‘Dewlet û polîs li pişt min in’

Serdar Saraç li ser medyaya civakî heqerek li dayika hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş kiribû. Li ser bertekên ku li ser medyaya civakî hatin nişandan Saraça hat binçavkirin lê piştî rojeke hat berdan. Saraç piştî ku ji bin çavan derket jî bi gotinên ‘dewlet û polîs li pişt min in, em ê we tevan di malên we de zevt bikin.’ gef li kesên ku bertek nîşanî wî dabûn, xwar.

Li ser medyaya civakî tacîz

Hasan Tûnçlar li ser medyaya civakî tacîzî keça xwe ya 14 salî kir, li Antalyayê hat binçavkirin. Tûnçlar piştî îfadeyên xwe yên li Miduriyeta Polîsan sewqî edliyeyê hat kirin û hat girtin. Wezareta Xizmetên Civakî, Xebat û Malbatê ragihand ku Tûnçlar ji ber ku tacîzî keça xwe kiriye û tundî lê kiriye, hatiye girtin.

Encam

Helbet her çiqas ku piştî van bûyeran hin ji wan tecawizkar, kujer hatibin girtin û binçavkirin jî bi giştî yan bi qanûnên Tirkiyeyê tên parastin an jî di dadgehê de bi qirewet û bedla xwe tên berdan.Tişta herî balkêş jî ew e ku heya ev bûyer li ser medyaya civakî neyên parvekirin û bertek neyên nîşanan, ew nayên girtin û di derheqê wan de lêpirsîn nayên destpêkirin.