Rojnameya Heftane

Parîs û Tokyoya serdema xwe QOTÊ BERÇEM

Ji bo lêkolîna li ser Qotê Berçemî, ez li Antalyayê li balafirê siwar dibim. Ser û binê rêwîtiyê, saetek û çend deqe ye. Ji Antalyayê heta balafirgeha Amedê, her ez li Qotê Berçemî difikirim.

Jixwe dema balafir ji bo danînê nizm dibe, derdora Erxeniyê, ango cihê Qotê Berçem xweş xuyanî dibe. Ez ji jor ve çavê xwe li cihê Qotê Berçem dipelînim. Lê balafir xwe di wexta xwe de danayne. Pîlot, bi wê şêwaza xwe ya resen, bi kubarî anons dike: “Rêwiyên me yên qedirbilind!” Ji ber tevgera balafirên leşkerî, em ê çend deqeyan bi derengî xwe li balafirgehê deynin! Û balafir li dora Amedê doş dibe.

Ez di ber xwe de dikim pilepil û çend gotinên nexasim aydê xwe, ji nav lêvên xwe dipekînim (Ev gotinên min ên der barê wê rewşê de, qet nedişêbiyan gotinên pîlotê balafirê yên kubar).

Hecî Fatê a ji gelek pîneyên rengo rengo pêk dihat, tînin bîra min. Çemekî ziravik nola werîsekî şîn, boxçika pîrika min Hecî fatê, efû ango zeviyên rengo rengo kiriye du tîş. Ez di dilê xwe de dibêjim: “Hebe tunebe Qotê Berçem, li ber vî çemî ye û ez ji xwe re noqavî gerrîneka dîroka Qotê Berçemî dibim.

Qotê Berçem, li derdora 11 hezar sal beriya niha tê avakirin û bingeha bajarvanî, sewalvanî û cotkariyê tê danîn. Bi gotineke din: mirovên hingê dev ji jiyana Paleolîtîk berdidin û dest bi jiyana Neolîtîkê dikin. Tê gotin ji sed hezaran sal berê û heta 10-11 hezar sal beriya niha, mirovan bi nêçîr û bi gihaberhevkirinê debara xwe dikirin. Lê paşê şoreşa xwe ya Neolîtîkê pêktînin; ji şarge û şikeftan derdikevin, li ber avan ji xwe re avahiyan çêdikin, paşê ajalan ji xwe re dermale dikin û piştre jî dest bi cotkariyê dikin. Ev her sê tişt bi hev re bi pêş dikevin. Tekerê balafirê yê dawî bi erdê dibe û bi veciniqîn ez ji gerîneka dîroka Qotê Berçemî dipengizim der…

Pola, Mîkrop, Tiving

Profesorê erdnîgarî û fîzyolojiyê zanîngeha Kalîforniyayê, Jared Diamond, li ser pirseke mirovekî Gîneya Nû, dest bi lêkolînekê dike. Ev lêkolîna wî, tam sî sal dajo û piştî lêkolîneke dûr û dirêj kitêbek bi navê Pola, Mîkrop û Tiving çap dike. Paşê jî dikomenterekê bi heman navî çêdike.

Jared Diamond, dibêje: “Min 148 heb ajalên gihaxwur ku giraniya xwe di ser 45 kîloyan re ne û li reşayê dijî jimartin. Lê tenê 14 heb ji wan, di nav demajoya 10 hezar salî de hatine kedîkirin. Ev her 14 heb ajalên hatine kedîkirin evin: Çêlek, mîh, bizin, beraz, hesp, deve, deveyên cot milik, ker, gamêş, pezkoviya renê, gayê tîbetê, çêlekên kovî, çêlekên balî û lama. Ji van ajalan tenê lama ji parzemîna başûrê Amrîkayê ye. Wekî din her 13 heb ajalên din, yên Asya, Ewropa û bakurê Afrîkayê ne. Pirê van ajalan jî, make-welatê wan, Kevana/Hîlala Zêrîn e; ango ji Mezopotamyaya Jorîn in.

Prof. Jared Diamond di kitêba xwe de dibêje: “Ev ajalên hanê ji Kevana Zêrîn, derbasî Hindistan, Çîn û Ewropayê bûne. Ne tenê ajal, her wiha genim jî ji Kevana Zêrîn li dinyayê belav bûye.” Jared Diamond pêde diçe û dibêje: “Heta 400 sal beriya niha, ne yek çêlek û ne jî simbilek genim hebû li parzemîna Amerîkayê. Lê niha tenê li Amreîkayê 100 milyon çêlek hene û salê 20 milyon ton genim tê hilberîn (ev dane ya sala 1997’yî ye. Lewra kitêba Jared Diamond di vê salê de hatiye çapkirin).

Li Qotê Berçemî kedîkirin

Em ji Amedê diçin navçeya Erxeniyê û em ji wir jî berê xwe didin Qotê Berçemî. Gundek heye li nêzî Qotê Berçemî. Hema hema her malek, pramîdeke ji sergînan li ber malên wan tê dîtin.

Gava em diçin nêzî Qotê Berçemî, em li naxirek dewaran rast tên. Naxir, ji çêlek û ciwangeyên rengên ji hev cuda pêk tê. Hingê ez li çêlekên niştecih û li çêlekên Holanda difikirim û wan rûberî hev dikim, bê çawa erdnîgarî, zîndewaran diguherîne. Her wiha ez zeviyên ceh, genim, nîsk û nokên li derdorê radiçavînim. Hêjayî gotinê ye ku hîn jî li qeraçê Qerejdaxê, ceh û genimê bejî şîn tê. Niha şivanekî li derodora Qerjdaxê, her roj wî genimê ku Prof. Jared Diamond e qalê dike û sî salî li ser lêkolîn kiriye, dibîne.

Eger awayekî bi awayan rojekê tovê ceh û genim ji ser rûyê erdê tine bibe, meriv ji nû ve dikare li derdora Qerejdaxê, tovê genim û ceh ji nû ve hilberîne. Ev yeka hanê bi serê xwe îspata lokolîna Prof. Jared Diamondî ye.

Av, avahî û bajarvanî

Wexta mirovan dev ji jiyana nêçîrvanî û berhevkirina pel pincarê  berdane, ewil xwe berdane delavên avan û ji xwe re sitargeh ava kirine. Loma jî pêşiyên me navên wan sitargehên xwe kirine “avahî/av-heyî”. Avahiyên Qotê Berçem, sê cure ne. Malên wan ên ewil, nola hefşoyan guroverik in. Arkeolog dibêjin, niştecihên Qotê Berçemî, cara ewil di van avahiyên gurover de jiyîne û ev cure avahî, destpêka jiyana Neolîtîkê ne. Piştî nêzî hezar sal di ser re derbas dibe, vêca avahiyên binê wan bibist, ango avahiyên binê wan nola derabeyan ava dikin. Cara dawî jî avahiyên hîn nûjen ku her yek ji wan ji çend menzelan pêk tê, ava dikin. Meriv bi hêsanî dikare bibêje, ti cudahî di mavbera wan avahiyên hingê û yên heta 20-30 sal beriya niha li vê herêmê de tune ye.

Wexta ez li nav avahiyên Qotê Berçemî digerim, ez xwe bi xwe derdikevin rêwîtiya 10 hezar sal beriya niha. Belê, ez wer hîs dikim ku ez çûme Parîs û Tokyoyê. Lewra di wexta xwe de, heta niha ti bajarekî bi qasî Qotê Berçemî, ev çend mezin û ev çend qerebalix nehatiye dîtin. Hesab bikin, serjimara merivan Qotê Berçem, nêzî hezarî bûye. Li gorî wê demê, ev serjimareke pir û pir qerebalix e. Ma ser û binê serjimara merivan tevdek li ser rûyê vê dinyaya gewrik çiqas bû qey?

Em ji Qotê Berçemî derbasî Şikeftên Hîlarê yên hema li wî aliyê çem in, dibin. Ji wir jî em dîsa di nav wî gundê ku piramîdê ji sergînan li ber malên wan bûn re, derbas dibin.

Emîn ê qemereman ê ku dron di ser Qotê Berçemî re firandibû û dîmenên bê qusûr girtibûn, erebê bi lez û bez diajo. Qalikê min li qoltixa kêleka Emîn ê qemereman e, lê hîn jî giyanê min li nav nîştecihê Qotê Berçem ên 10 hezar sal beriya niha ye.

Ez bi wan re kevir datînim ser dîwarê xaniyên wan û em bi hev re hîmê gund û bajarvaniyê datînin. Em bi hev re pirr şa dibin. Lewra xaniyên me bi destê xwe ew lêkirine, hem me ji sir û seqema zivistanê û hem jî me ji kelekela germa havînê diparêze. Em ajalên henûn û bi fêde ji xwe re kedî dikin. Him em ji şîrê wan, him ji hirî, çerm, mû û ji goştê wan sûdê werdigirin. Em ji xwe re kûçikekî xwedî dikin, da ku ew ajalên me ji dirîndeyan bihefidîne. Paşê jî em bi hev re li derdoro Qerejdaxê ceh û genimên bejî berhev dikin û ew li nêzî malên xwe, di erdê guncaw de diçînin.

Genimê me şîn tê û diseride. Em diçin paleya genim û ji şahiyan, em straneke paleyê ji ber xwe ve dibêjin. Paşê hinek kes, ji derdora Deryaya Spî tên bajarê me. Ew genim ji me dixwazin, em jî kespik û hestîkên ajalên deryayê yên di stuyên wan de, ji wan dixwazin. Dan û standina di navbera me de, wanî didome. Ew ajal û genimê me ji xwe re dibin li welatê xwe kedî dikin û diçînin. Bi xêra me ew jî dest bi jiyana cîhwarbûyînê dikin. Em jî xişrên wan dixin sutuyê xwe û rengekî xweşik didin jiyana xwe.

Bi vî awayî asta jiyana nîştecihên Qotê Berçemî ya xweşguzariyê, bilind dibe; temenê wan dirêjtir dibe û di zikhev de 30 salî dijîn. Bi vî awayî mirina zarokan jî kêm dibe. Êdî ji 10 zarokên wan, tenê çar-pênc heb jê dimirin.

Emîn ê qemereman, erebê ber bi Amedê ve diajo. Her diçe, qalikê min û giyanê min ji hevdu dûr dikevin. Qalikê min di nav pilazayên bajarê modern ên li Amedê digere, giyanê min jî dimîne li nav avahiyên Qotê Berçemî yên ku cara ewil bi destê benîademiyan ve hatine lêkirin.