19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenter Şêrko: Dahata Herêma Federal a Kurdistanê nakeve xezîneyê

Parlamentoya Herêma Federe ya Kurdistanê îro li ser mijara mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê civiya. Tevî ku hinek parlamenteran civîn terikandin, lê hîn civîn berdewam dike.

Serokê Koma Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê Şêrko Cewdet li Parlamentoya Herêma Federal a Kurdistanê di civîna çapameniyê de diyar ku ji sedê 42’yê dahata Herêma Federal a Kurdistanê nakeve xezîneya hikûmeta Kurdistanê û ev yek jî li ser parlmanentoyê û xelkê derbe ye û sedem e ku 40 roj in mûçe nayên dayîn.

Cewdet eşkere kir ku ji ber ku civîna parlamentoyê qala pirsgirêka xelkê nedikir, civîna parlamentoyê rawestandine û ev tişt got: “Niha şeref û kerameta xelkê Kurdistanê ketiye bin rehmeta çend berpirsên diz ku dahata Kurdistanê didizin. Dahata Kurdistanê ya xelkê ye, ne ya dizan û du partiyan e. Me helwest girtiye. Em ê rê nedin ku rûniştina parlamentoyê ji derveyî qalkirina pirsgirêkên xelkê kurdistanî qala tiştek din bike.”