20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamentera Awûstûryayê doza girtina HDP’ê rexne kir

Parlamentera ji Awûstûryayê Ewa Ernst-Dîedzîc doza ji bo girtina HDP’ê ku bi daxwaza AKP-MHP’ê hatiye vekirin, şermezar kir.

Ernst-Dzîedzîc bêdengiya welatên Ewropa ya li hemberî binpêkirinên mafê mirovan û zextên ku zêde dibin ên rejîma Erdogan rexne kir û wiha got: “Ger ku daraz HDP’ê bigire, wê ev yek bibe gava dawîn a ji bo avakirina otokrasiyeke li Tirkiyeyê.”

Parlamentera Awûstûryayî Ernest-Dzîedzîc li ser hesabên xwe yên medya dîjîtal piştevaniya xwe ya ji bo HDP’ê ragihand û daxwaz kir ku eger dewleta Tirkiyê binpêkirinên mafê mirovan û nehesibandina dewleta huqûqî dom bike, pêkanînên navneteweyî li hemberî rejîma Erdogan were pêşxistin.

Her wiha Ernst-Dzîedzîc di peyama xwe de bi zimanekî tund vekişîne Tirkiyê ya ji Peymana Stenbolê rexne kir.