16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamenterê HDP’ê Gergerlîoglû anjiyo bû

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû yê parlamenteriya wî hat betalkirin, du bi şev li mala xwe hat binçavkirin. Polîsan dema biçavkirinê Gergerlîoglû derb kir. Di bin çavan de, dil û sînga Gergerlîogû êşiya û ew birin nexweşxaneyê.

Gergerlîoglû li nexweşxaneyê anjiyo bû. Kurê Gergerlîoglû Salîh Gergerlîoglû diyar kir ku bavê wî dê îro li nexweşxaneyê di bin çavderiyê de be.

Kurê Gergerlîoglû Salih Gergerlioglû, li ser hesabê xwe yê twîtterê têkildarî rewşa bavê xwe wiha got: “Bavê min li nexweşxaneyê ye. Ji ber êşa dil û sîngê xwe diviyabû anjiyobibe. Bavê min anjiyo bû. Ji ber ku tansiyona wî bilind bû, rakirin beşa lênirîna awarte. Îro wê li nexweşxaneyê, di bin çavderiyê be. Rewşa wî baş e.”