26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamento erka xwe pêk nayne

Çend mehên dawî li Hewlêr û Dihokê 28 kes bi hincetên cuda hatin binçavkirin. Di nav kesên hatine binçavkirin de, pêşmerge û endamên partiyan jî hene. Kesên ku hatin binçavkirin bêyî ku bên dadgehkirin hîn li girtîgehên Dihok û Hewlêrê tên girtin.

Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin piraniya kesên di bin çavan de ji ber ku bi rêya medyaya civakî desthilata heyî rexne kirine hatine girtin. Her wiha kesên ku hatin girtin nayên dadgehkirin. Di vê çarçoveyê de di 11’ê çileyê de  tevî astengiyên asayîşê ciwanên Şêladizê li dijî zext û binçavkirinan meşek li dar xist û daxwaza berdana kesên di bin çavan de kirin. Li gorî îdiayan kesên ku hatin binçavkirin bi îşkenceyê re rûbirû mane.

Li ser mijarê Endamê Rêxistina 17’ê Sibatê Îsmaîl Ebullah axivî û diyar kir ku bi taybet di dema xwepêşandanên Şêladizê de gelek kes hatine binçavkirin û heta niha jî çarenûsa van kesan nayê zanîn. Ebdullah wiha got: “Pêşmergeyê YNK’ê piştî du rojan di girtîgehê de ma, cenazeyê wî radestî malbata wî kirin. Hikûmet ji van bûyeran berpirs e. Gelek kes hene ku bi awayê dijqanûnî hatine binçavkirin û nayên dadgehkirin. Parlamento jî erka xwe nayne cih.”

Cîgira Serokê Komîsyona Mafên Mirovan a li Parlamentoya Kurdistanê Bedriye Îsmaîl a ji fraksiyona Komela Îslamî ye, der barê mijarê de nêrîn xwe anî ziman û got: “Ev kesên ku hatin binçavkirin û girtin nehatin dadgehkirin. Binçavkirinên ku pêk tên li dijî qanûnê ne.” SILÊMANÎ