16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamentoya Belçîkayê ‘Qirkirina Êzidiyan’ nas kir

Komîsyona Têkiliyên Derve ya Parlamentoya Belçîkayê qirkirina ku çeteyên DAIŞ’ê li Iraq û Sûriyeyê piştî sala 2014’an li êzidiyan kir, bi yekdengî wek qirkirinê qebûl kir.

Parlamenteran her wiha ji hikûmetê xwestin ku ji bo sûcê qirkirinê yê ku DAIŞ’ê kir bêceza nemîne, divê her rê û rêbazên hiqûqî yên navneteweyî û hundirîn bêne bikaranîn.

Parlamenteran ji rêveberiyê xwestin ku sûcên li dijî civaka êzidî hatine kirin, kiryarên wan ên belçîkî yên gengaz bêne tespîtkirin û sîstema edaletê ya Belçîkayê van hewldanan teşwîq bike û destek bike.

Ji bo vegera li xaka xwe û jinûve avabûnê alîkarî bê dayîn

Di biryarê de bang li Belçîkayê hat kirin ku ji bo vegera êzidiyan a li xaka xwe û jinûve avakirinê, bibe alîkar.

Pêşnûme biryar ji aliyê Demokratên Xiristiyan (cdH) ve hat pêşkêşkirin. Ji partiya N-VA jî Koen Metsû mohra xwe danî binê pêşnûme biryarê û heft partiyên hikûmeta koalîsyonê piştgirî dan.

Ji partiya cdH Georges Dallemagne li komîsyona parlamentoyê axivî û destnîşan kir ku ew bi vê pêşnûmeya bi yekdengî hatiye qebûlkirin ‘gelekî serbilind’ e û wiha got: “Delîl li holê bûn. Gelek bûn û girîng bûn. Ji havîna 2014’an û pê ve DAIŞ ev qirkirin plan kir. Gorên komî hatin kifşkirin, zext hate kirin ku bi zorê olê biguherîne (…) Ev sûc, me mirovahiyê hemûyan eleqedar dike.”

Goerges Dallemagne û Koen Metsu dawiya sala derbasbûyî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiribûn.

Lîsteya sûcên ku hatine kirin

Di pêşnûme biryarê de lîsteya binpêkirinên li dijî êzidiyan hate pêşkêşkirin. Li gorî vê yeke ‘Pogrom, kuştina mêran bi rêk û pêk, kolekirina zayendî ya jinên nezewicî ji bo şef û leşkeran, piştre radestkirina dîlgirtiyan bi berdêla fîdyeyên giran, binaxkirina jin, mêr û zarokan bi saxî, dayîna madeyên narkotîkê ji bo zarokan, îslamîkirina bi zorê û şervankirina zarokan’ çend ji sûcên di vê lîsteyê de bûn.