spot_imgspot_imgspot_img
28 Mart, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Parlamentoya Iraqê budçeya 2021’ê erê kir

Di meha mijdara 2020’î de, parlamentoya Iraqê budçeya hikûmeta başûrê Kurdistanê bi sedema dahata neftê radestî Iraqê nake, qut kiribû. Ji ber vê yekê li gelek bajarên Başûr karmend û mûçexwir derketibûn qadan û nerazîbûnên xwe nîşan dabûn. Di xwepêşandanan de 8 kesan jiyana xwe ji dest dabû, gelek kes birîndar bûbûn û hatibûn binçavkirin.

Di nav her sê mehên borî de hikûmeta başûrê Kurdistanê bi dehan caran heyet şandin ba hikûmeta navendî ya Iraqê. Gelek hevdîtin di navbera her du rêveberiyan de hatin kirin. Dawiya dawî di civîna parlamentoya Iraqê de ku 215 parlamenter tev lê bûbûn, madeya 11’emîn a têkildarî para başûrê Kurdistanê, bûdçeya giştî ya sala 2021’ê hat erêkirin.

Budçe ji sedî 3.15 kêm bû

Di budceyê de para başûrê Kurdistanê weke ji sedê 9.5 hatiye erêkirin. Salên borî ji sedê 12.67 bû. Li gorî vê wê îsal para başûrê Kurdistanê ji 9 heta 10 trilyon dînarî be.

Dahata neftê radestî Iraqê tê kirin

Li gorî qanûnê divê hikûmeta başûrê Kurdistanê rojane 250 hezar bermîl neft bi nirxê SOMO radestî hikûmeta navendî bike. Nîvê dahata navxweyî jî bide Bexdayê. Her wiha divê hikûmeta başûrê Kurdistanê ji pereyê hatiye diyarkirin mûçeyên karmenda bide.

Li gorî yek ji madeyên girêdayî başûrê Kurdistanê, wê daîreyên federalî yên weke nasname, bendav û balafigeh ên li başûrê Kurdistanê bidin ser wezaretên hikûmeta navendî.

Hilbijartina pêşwext 10’ê cotmehê ye

Di civînê de parlamentoya Iraqê bi piraniya dengan, heta 7’ê cotmehê parlamento hat feskirin. Biryar hat dayîn ku hilbijartina pêşwext a parlamentoya Iraqê roja 10’ê cotmeha 2021’ê de were kirin.

Rêveber ji budçeyê kêfxweş in!

Piştî erêkirina budceyê, serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî diyar kir ku erêkirina budceyê gaveke girîng e.

Serokwezîrê başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî têkildarî mijarê axivî û wiha got: “Her çiqas tişta ku herêmê dixwest bi dest nexist jî, bi awayekî giştî ev qanûna budceyê li gel bingehên destûrê hev digire ku em li ser bi israr bûn.”

Cîgirê serokwezîrê başûrê Kurdistanê Qubat Talebanî jî diyar kir ku ev berhama karê hemû aliyan e. Hevserokê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî jî diyar kir ku ev gav destpêkeke baş e ji bo rastkirina peywendiyên di navbera hikûmeta başûrê Kurdistanê û hikûmeta federal de û çareserkirina pirsgirêka di navbera her du aliyan de.