Duşem, Mijdar 29, 2021

Parrhesîa: Ev der Kurdistan e

“Zimanê me tê înkarkirin. Nasnameya me tê înkarkirin. Kurdistan tê înkarkirin. Em li hemberî vê yekê ne, em hene… Ev der a ku tu niha lê yî, Kurdistan e. Lê mixabin ev Kurdistan li meclisê tê înkarkirin.”

Bêguman kesên vê nivîsê bixwînin dê xwediyê van hevokên li jor binasin. Ji ber ku ew rastgoyekî wisa bû ku li nava çavên dagirker meyzand û heqîqet bi lêv kir. Kesên derdê wan heqîqet be dê nikaribin van gotinan paşguh bikin.
Her çiqas dagirkerên li ser xaka Kurdistanê, Kurdistanê înkar bikin jî rastgoyekî wekî Cemîlî di carekê de derket û di demeke teng de rojeva welat guherî. Heqîqeta Kurdistanê weke şimaqekê li nav rûyê dagirkerên welatê xwe da.

Axaftina Cemîlî ya li hemberî Meral Akşenerê yekser pirtûka Micheal Foucault anî bîra min ku navê pirtûkê Parrhesîa ye. Di eslên xwe de Foucault bi xwe ev pirtûk nenivîsandiye. Lê dema li ser têgeha ‘Parrhesîa’ ders daye ji aliyê xwendekarên wî ve nîşe hatine girtin. Piştî mirina wî ev nîşeyên dersê jî weke pirtûk hatiye çapkirin.
Dîroka têgeha Parrhesîayê xwe digihîne Yewnana kevnare. Lewma Foucault jî di dersên xwe de bi berfirehî li ser vê têgehê sekiniye. Parrhesîa bi îngilizî “free speech” (axaftina azad) û bi almanî jî freimütigkeit (rastgoyî/wêrbêjî) hatiye wergerandin. Parrhesîastes (Rastgo/wêrbêj) jî ji kesê/a heqîqetê dibêje re tê gotin. Parrhesîastes ew kes e ku tiştên di dil û hişê xwe de bi awayekî aşkera û zelal ji kesên li hemberî xwe re dibêje, bêyî ku tirs û gumanê ji gotinên xwe bike vedibêje. Ewqas aşkera û zelal dibêje ku kesên li pêşberê wî/ê axaftinên wî/ê baş têdigihin. Helbet wêrbêj ango Parrhesîastes bi awayekî vekirî diyar dike ku ev fikr û ramanên wî/ê ne ku di bin bandora keseke/î din de nemaye. Lewma Axaftinên xwe venaşêre ango rasterast dibêje. Parrhesîastes bi axaftinên xwe bawer e, lewma jî ya di hiş û dilê xwe de bi kesên li hemberî xwe dide fêmkirin.

Lê ya girîng ew e ku di navbera axaftvan û guhdarvan de statuyeke cuda hebe ango statuya guhdarvan ji ya axaftvan bilindtir be. Ji bo ku divê rîskeke gotinên axaftvan ji bo wê/î hebe. Heke Parrhesîastes ango axaftvan vê yekê bike nirxê gotinên wî/ê bilindtir û mezintir dibe ku ew wê demê dibe rastgo. Lewma Foucault dibêje cihê Parrhesîastes agora ye ku agora li Yewnana kevin meydanên demokrasiyê ne. Helbet niha agora nînin lê li şûna wan kamera hene ku Cemîlî li hemberî dagirker û kamerayên wan rastî ango heqîqet vegot. Lewma jî dagirkeran xwestin wî li hemberî kamerayan çavtirsandî bikin. Saet di 3’yê şevê de bi ser mala Cemîlî de girtin û ew binçav kirin. Du helwest li vir derketin ku yek a dagirkeran bû, bi vê helwesta xwe dixwestin di şexsê Cemîlî de kurdan bitirsînin da ku careke din heqîqet neyê ziman. Helwesta din jî ya Cemîlî bû ku di qerekolê de û piştî hat berdan jî bi heman awayî heqîqet bi lêv kir û got: “Bijî Kurdistan.” Ma vêca heqîqet tê tunekirin?

Li gorî vê analîza Foucault, çalakiya Cemîlî parrhesîa ye û ew bi xwe jî Parrhesîastes e. Ji ber ku Cemîlî ya di dil û hişê xwe de (di eslê xwe de ya di dil û hişê piranî kurdan de) bi awayekî pir sade û aşkera bi nav kir û anî ser ziman. Statuya Akşenerê ji ya Cemîlî bilindtir bû ku ew weke nûnera dewleta dagirker li hemberî Cemîlî bû. Gotinên Cemîlî ji bo wî xetere û rîskeke mezin çêkir ku roja din ew binçav kirin û birin qerekola dewletê. Helbet Cemîl li vir jî ji gotinên xwe nehat xwarê û heman gotin bi heman awayî dubare kir. Paşdegavneavêtina Cemîlî û helbet çalakiya wî helwesteke rast bû. Lewma ji gelek aliyên cuda piştgirî girt.

Demeke dirêj e, xwediyên van partiyên nû ava bûne li Kurdistanê digerin û dixwazin xwe li ber dilê kurdan şêrîn bikin. Bi çend gotinên li ser mafê ziman û nasnameya kurdan ketina pey nêçîra dengên kurdan. Yek ji wan jî Davutoglu ye ku di serdema serokwezîriya wî de gelek bajarên kurdan hatin xirakirin, bi sedan kurd hatin kuştin. Lê bawer im, piştî gotînên Cemîlî dê dagirker weke berê li Kurdistanê bi dilekî rehet nikaribin bigerin û her dikana bê pêşiya wan dê nikaribin têkevinê. Ji ber ku Cemîlî rastî û heqîqet bi awayekî pir zelal û delal anî ziman. Rastiya ku Cemîlî bi lêv kir, rastiya di dilê her kurdekî/ê de ye. Lewra gotinên Cemîlî ewqas deng vedan û bala hemû kurdan kişand ser xwe. Lewra gelek kesên xwediyên ramanên cuda jî piştgirî dan Cemîlî û li cem wî cih girtin. Rastî/heqîqet beloq e. Her çiqas dagirker rastiyan tune bihesîbînin jî dê her carê di nav rûyê dagirker de biteqe. Dagirker ne li hêviya rastgoyekî wekî Cemîlî bû, serobino bû û nikaribû tiştekî li ser rastiyan bibêje.
Piştî Akşener vegeriya welatê xwe êrîşî HDP’ê û kurdan kir lê êdî em bi dilekî rihet dikarin bibêjin ku înkarkirin li hemberî heqîqetê têk çû. Akademîsyen Hifzûllah Kûtûm jî ji ber gotina ‘Bijî Kurdistan’ hat girtin û pişt re hat berdan.