spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Partî û saziyên kurdan: Em ji bo gelê xwe spasdar in

Hevserok û nûnerên KCD (Koma Civakên Demokratîk), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û meclisa ciwanan a HDP’ê têkildarî pîrozbahiyên Newroza 2021’ê ya bi dirûşma ‘em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û bi ser bikevin’ hatin lidarxistin, li Buroya Şêwirmendiyê ya navenda giştî ya DBP’ê ya li Amedê civiya û daxuyanî da çapemeniyê.

Li ser navê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, li ser navê TJA’yê parlamentera Amedê Semra Guzel û li ser navê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mîmkara tev li daxuyaniyê bûn.

‘Daxwazên gelê me ji bo me ferman in’

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku gelê kurd li dijî êrîşên desthilatdariya AKP û MHP’ê Newroz pîroz kir û wiha got: “AKP û MHP li dijî gelê kurd êrîşên qirêj kirin. Wan digot ‘wê êdî du kurd nikaribin werin ba hev, me ew qedand’. Lê gelê me ji Stenbolê heta Amedê bi milyonan kesan berê xwe da qadên Newrozê. Bi milyonan kesan li qadan got ‘Rêberê me Ocalan e, ji bo aştiya Tirkiyeyê navnîşan Ocalan e’ û Îmralî nîşan dan. Daxwazên azadiyê yên gelê kurd ji bo me ferman in. Em ji gelê xwe re spasdar in.”

Peyamên li qadên Newrozê

Hevseroka giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî destnîşan kir ku bi milyonan kes daketin qadan û peyam dan desthilatdaran û hemû Rojhilata Navîn û wiha domand: “Di vê serdemê de li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê faşîzmeke mezin li dijî destkeftiyên gelê kurd heye lê bi milyonan kes daketin qadan û peyamên zelal dan desthilatdariyê. Çawa ku Newroza 2013’an a li Amedê xwedî girîngiyeke dîrokî bû, divê mirov Newroza 2021’ê ji bo gelê kurd û gelên Tirkiyeyê wekî nexşerêkeke girîng bibîne.”

Aydenîz bal kişand ser peyamên li qadên Newrozê hatin dayîn û da zanîn ku li qadan herî zêde peyamên ji bo azadiya Ocalan û li dijî tecrîdê hatin dayîn. Aydenîz anî ziman ku li qadên Newrozê rojeva yekemîn a bi milyonan kesan şikandina tecrîdê bû û wiha got: “Grevên birçîbûnê yên ji bo şikandina tecrîda jî di nav peyamên qadan de hebû. Peyama Newroza 2021’ê pir zelal e. Nîşanî me da ku bi berxwedan û têkoşînê azadî dikare were bidestxistin. Gelê kurd peyamên yekitiyê jî dan. Li dijî girtina HDP’ê jî peyamên zelal hatin dayîn. HDP fikrek e û xwediyê vê fikrê jî birêz Abdullah Ocalan e. Di peyaman de derket holê ku gel li fikra xeta sêyemîn xwedî derdikeve.”

’Li dijî tecrîdê azadî qîr kirin’

Parlementera HDP’ê Semra Guzel jî li ser navê TJA’yê axivî û diyar kir ku jinan bi dirûşma ‘Li dijî qirkirina li ser jinan, em jiyanê û li dijî tecrîdê em azadiyê diparêzin’ 8’ê Adarê pêşwazî kiribûn û wiha pê de çû: “Desthilatdarî hemû polîtîkayên xwe yên qirêj li ser jinan didomîne. Di van salên dawî de saziyên jinan, modela hevserokatiyê û Peymana Stenbolê bû hedef. Desthilatdarî dizane ku wê bi têkoşîna jinan biçe, ji ber vê jî êrîşên xwe yên li ser jinan zêde kirine. Jinan li qadên Newrozê li dijî tecrîdê azadî qîr kirin.”

‘Newroz ji bo me bû perspektîf’

Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê Çeko Mîmkara jî destnîşan kir ku divê peyamên li qadên Newrozê baş were fêmkirin û wiha got, “Di vê Newrozê de me dît ku ciwan li dijî polîtîkayan hişyar in. Ev helwest li dijî tecrîda li ser Îmraliyê bû. Li dijî fihûş, tiryak û çetebûnê jî bertekek bû. Beşdariyeke xurt a ciwanan hebû. Newroza îsal ji bo me bû perspektîf.”