Saturday, October 16, 2021

Partiyên Başûr: Xwedîderketina li HDP’ê xwedîderketina li kurdan e

Bi gelemperî li ser kurdan bi taybetî li ser Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) zext û zordariyên desthilata dewleta tirk her diçe zêde dibin.

Di vê çarçoveyê de, serdozgeriyê ji bo girtina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) 17’ê adarê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn da. Di heman rojê de parlamenteriya parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglu ku bi hinceta cezayê girtîgehê lê hatibû birîn, bi biryara meclisê hat betalkirin.

Partiyên Başûr banga pişgiriyê kirin

Gelek bertek û nerazîbûn hatin nîşandan û peyamên piştgiriya bi HDP’ê re hatin dayîn. Di vê çarçoveyê de, bi dehan kesayet, rewşenbîr û nûnerên partiyên Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê, Hizba Kominîst a Kurdistanê, Hizba Sosyalîst a Demokrat a Kurdistanê, Bizûtneweya Demokrat a Gelê Kurdistanê, Partiya Parêzgeranî Kurdistanê û Yekitiya Neteweyî ya Demokratîk a Kurdistanê serdan Nûneriya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li Hewlerê kirin û piştgiriya xwe ji bo HDP’ê anîn ziman.   

Di serdanê de bang li hêzên başûrê Kurdistanê hat kirin ku piştgiriya HDP’ê bikin û diyar kirin ku ger HDP bi hêz be wê têkoşîna kurdan jî bi hêz bibe û xwedîderketina li HDP’ê xwedîderkertina li kurdan û Kurdistanê ye.

Endamê Hizba Komunîsta Kurdistanê Hewta Resûl li ser navê hemû partiyên serdana HDP’ê kirin daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hewldanên desthilata dewleta tirk hat şermezarkirin û piştgiriya ji bo HDP’ê hat ragihandin.

Her wiha li ser navê rewşenbîr û mamostayên zanîngehê Îdrîs Sedîq axivî û bang li saziyên navneteweyî, Yekitiya Ewropa, rewşenbîr û azadîxwazan kir ku piştgiriyê bidin HDP’ê.

Bertek û piştgiriya li bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ya gel, partî û saziyan jî didome. Li hin bajaran ji bo piştgiriya bi HDP’ê re bi daxuyaniyan banga piştgiriyê hat kirin.   

‘Ji paşerojê ders negirtine’

Nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên sivîl û pîşeyî yên li Rihayê jî li avahiya HDP’ê civiyan û bertek nîşanî betalkirina parlamenteriya Gergerlîoglu û doza girtina HDP’ê dan. Di civînê de, serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) ya Rihayê Alî Aslan daxuyanî xwend û diyar kir ku desthilatê ji paşeroja xwe ders negirtiye û vîna gel xesp kiriye. Di daxuyaniyê de piştgiriya bi HDP’ê re hat diyarkirin.

 ‘Vîna gel nayê xespkirin’

Hêzên Ked û Demokrasiyê yên Antalyayê jî li qada Attalosê kom bûn û bi daxuyaniyekê betalkirina parlamenteriya Gergerlîoglu û doza girtina HDP’ê şermezar kirin. Parlamenterê HDP’ê Kemal Bulbul jî tev li daxuyaniya û di daxuyaniyê de pankarta ‘Vîna gel nayê xespkirin’ hat vekirin. Li ser navê beşdaran Semra Yeşîlyûrt axivî û diyar kir ku wê li dijî darbeya sivîl vîna gel û demokrasiyê biparêzin û têkoşîn û piştevaniyê li dijî pêkanînên darbeya siyasî mezin bikin.

‘Em gel in’

Di daxuyaniyê de parlamenter Bulbul jî axivî û diyar kir ku hewl tê dayîn pêşî li HDP’ê bê girtin û wiha got: “Hewldana girtina HDP’ê girtina Tirkiyeyê ye. Em ê sibê bi rengên xwe yên kesk, sor û zer li qadan bin. Gelê kurd rastiyeke Tirkiyeyê ye. Li şûna ku ji bo pirsgirêkan çareserî bibinin, HDP’ê digirin. Kesên ji HDP’ê re dibêjin terorîst ew bi xwe terorîst in. Em gel in.”

Polîsan mudaxeleyî daxuyaniyê kir

HDP’a Îdirê, bi tevlîbûna parlamentere HDP’ê Habîb Eksîk li ber avahiya xwe ya bajêr têkildarî doza girtina HDP’ê û betalkirina parlamenteriya Omer Farûk Gergerlîoglu daxuyanî da. Polîsan mudaxeleyî daxuniyê kir û parlamenter Eksîk dorpêş kir. Li ser vê yekê, welatiyê li derdorê bi çepikan bertek nîşan da. 

Parlamenteran bang li hikûmeta alman kir

Parlemeterên Partiya Çep a Almayayê tev li xwepêşandana piştgiriya ji bo HDP’ê ya li Berlînê bûn. Endama Partiya Çep a Meclisa Federal Chrîstîne Bûchholoz diyar kir ku biryara doza girtinê HDP’ê fikarên wan ên der barê rewşa li Tirkiyeyê zêdetir bûne û divê ev zext bi dawî bibin. Bûchholoz bang li hikûmeta alman a bi serokwezîriya Angela Merkel kir ku dev ji destkirina siyaseta Erdogan berdin.  Parlemeter Paxdal Meîser jî bûyerên li Tirkiyeyê wek skandaleke mezin bin av kir. Meîser destnîşan kir ku bi girtina HDP’ê dixwazin demokrasiya li Tirkiyeyê mayî bi temamî dawî bikin û bang li hikûmeta alman kir ku ji bo Erdogan bêje ‘Êdî bes e heta vir, raweste’.

Yek ji endamên Meclisa Federal a Berlînê Hakan Taş anî ziman ku hewldanên ji bo girtina partiyeke xwedî 6 milyon deng, nayê qebûlkirin û divê ji bo piştgiriyê xwepêşandan û çalakiyên xurt bên kirin.