spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Paşbangewaziyek ji bo Pîr Xidir Silêman

Lêkolînvan û nivîskar û ronakbîrê mezin ê kurdên êzîdî Pîr Xidir Silêman koça dawî kir. Dr. Zerdeşt Haco, ji bo Pîr Xidir Silêman nameyek nivîsî. Haco di nameyê de qala têkoşîn û fîlozofiya Silêman kir.

Name wiha ye:

Paşbangewaziyek ji bo Pîr Xidir Silêman

Pîr, kekê bira,

roja 15.11.2021 mamoste, kekê Xebat Şakir bi dilêşiyeke mezin di koma WhatsAppe ya Navenda PENa Kurd de em agadar kirin, ku Te ji nişkan ve koça dawî kiriye.

Ez bawer dikim, ev yek ne tenê ji min re, belê ji hemû xwedî, dost, heval û heskiriyên Te re dilêşeke gelekî mezin bû.

Ev çend roj in, hê jî ez nikarim bawer bikim, ku niha Tu ne li jiyanê yî û hebûna Te, liva Te, axaftina Te nerîna Te, beşişîna Te û rabûn û rûniştina Te bi giştî li ber çavê min xwe didin xuya kirin, weke ku ez niha karibim bi Te re biaxivim.

Erê ez dixwazim bi Te re biaxivim Pîr! Ez dixwazim bi Te re li ser dîtinên fîlosofî yên ola me yî resen, çavkaniya şaristaniya mirovayetiyê biaxivim, ji ber ez dizanim, ku Te giştiya jiyana xwe, di xweşî û nexweşiyê de, di rojên geşiyê û yên tariyê de diyarî vê peyama pîroz kir, heta Tu bûyî yek ji şarezayên herî mezin yê vê mizgîniya pîroz, ji bo hemû mirovên vê cihanê.

Tê bîra Te me li kû hev nas kir? Ji ber rewşa gel û welat Tu reviya bûyî, Tu hatibûyî vê derê, û Te xwe li hikûmeta Almaniya Federal girt.

Di roja guhdana sedemên hatina Te de ez li karmendiya penaberan wergervanê Te bûm. Min li odeya rûniştinê gazî Te kir û em bi hev re çûna odeya guhdana sedemên hatina Te.

Ji hemû karmendên camêr yên li wir kar dikirin, doza Te kete destê mirovekî ku nikarî têbigihe, Tu kî yî û Tu çi dibêjî. Hemû pirtûkên Te nivîsî û şirovekirina Te ji wan re ji aliyê wî ve ne dihatin dîtin û li dawiyê mafê penaberiyê ne da Te.

Wê rojê min Tu naskirî û min zanî, Tu çi mirovekî bi zanîna xwe kûr û bi dîtina xwe dûr î.

Piştî demeke dirêj doza Te kete dadgehê û li wir jî min wergervanî dikir. Lê vê carê yê ku ji Te dipirsî ne karmendekî hişgirtî bû, bihtir ji wê ew mirovekî dadwer û rewşenbîrekî mezin bû, û hê li dadgehê ne tenê mafê penaberiyê da Te, belkû navê Te xiste lîsteya şarezyên ola Êzdayetiyê, êdî dadgehê şêwra xwe bi zanîna Te dikir.

Erê, di wê navê de em li bajarê Oldenburgê bûne cîranên hev jî, malên me bi du kolanan dûrî hev bûn. Xuşka min, hevjîna Te çend caran xwarinên me yî xweş, yên ku wekî din bi dest min ne diketin, ji me re çê dikir. Û hevaltî û dostaniya me bi demê re xurt û xurttir bû.

Ezê çend tiştên ku niha wisa zû têne bîra min ji Te re bêjim. Ji gelek çalakiyên Navenda PENa Kurd yên ku me bi hev re li dar dixist, weke çalakiyên rojên wêjeya kurdî li Almaniyayê, ezê du çalakiyan bi nav bikim, yên ku gelekî bi dilê min bûn.

Yek, semînarê navenda me, Navenda PENa Kurd, 1993 li Berlinê, Haus der Kulturen der Welt. Ez û Te û birêz, kekê me yî mezin Dr. Eskerê Boyîk bi hev re ji Oldenburgê çûne Berlinê. Di vê çalakiyê de Te gotareke zanistî li ser rewşa ziman û wêjeya kurdî li başurê Kurdistanê pêşkêş kir û Te dilê hemû beşdaran xweş kir, û dû, hatina şanda me, şanda Navenda PENa Kurd, 2005 bo başurê Kurdistanê.

Berî wê em ji Ewropayê hati bûn Amedê û me di bin sîwana PENa Navneteweyî de konferasek di biwara mafên zimanê kurdî de bi Navenda PENa Tirkiyayê re li dar xisti bû.

Ew cara pêşî bû di dîroka Tirkiyayê de, ku zimanê kurdî û zimanê tirkî, weke du zimanên fermî li tenisht hev hatin bikaranîn.

Lihevanîna hatina me yî başurê Kurdistanê bi piranî bi destê Te bû, ji xwe hingî Tu li başur bûyî. Te di rêya berpirsiyarên me re li başur, hertişt bi rêk û pêk xisti bû, hotêl, xwarin û vexwarin, derdanên çûn û hatina şanda me – em 15 endam bûn -, hevdîtinên me bi Yekîtiya Nîvîskarên başurê Kurdistanê – tayê Dihokê re, nivîskarên me li Hewlêrê, Silêmaniyê û Kerkûkê.

Te em bi arîkariya hin endamên me li başur, berpirsê Yekîtiya Nivîskarên Kurd -Tayê Dihokê, mamosteyê birêz, kekê Hesen Silêvanî û berpirsiyarên deverê em li seranserê Kurdistanê gerandin, parlementoya Kurdistanê li Hewlêrê, çiya û gundê Berzan, gora gorbihiştî general Mustefa Barzanî û Laleşa Nûranî.

Tê bîra Te, gava Te em birin ser her dû kaniyan, Kaniya Spî û Kaniya Zimzim, min ji Te pirsî, Pîr, mirov dikare ava wan vexwe û Te got, erê. Li ser gotina Te min xwe dirêj kir û ji her kaniyekê kulmek av vexwar.

Tê bîra Te min hingî çi got. Min berê xwe da beşdaran, destê xwe danî ser zikê xwe û got: Ohyayî, ez ji misilmantiyê paqij bûm.

Di tevayiya vê çûna me yî başur de birêz Lucina Kathmann, cihgira serekê PENa Navneteweyî jî bi me re bû, Te ji wê re gelekî li ser rewşa Êzdayetiyê digot û Laleş şanî wê dida.

Gava em vegeriyan, li xatirxwestinê Te ji berîka xwe ji her yekî ji me re pênivîsek kirî bû û Te ew diyarî me dikir, … gelek spas, Pîrê min! … ev gelek hindik ji gelek boneyên nirxdar di dema nasîna me de bûn, ez çi bêjim û çi ne bêjim, … ya rastî ew e, ez ji zanîn, hevaltî û comerdiya Te têr ne bûm, min bawer ne dikir, Tu yê wisa zû herî, … ez aniya Te maç dikim, êzîdî û kurdistaniyê mêrxas! Bila cihê Te bihişta nûranî be!

Rêhevalê Te

Dr. Zerdeşt Haco „