25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Payîzok û Heyranok

Stran, di zimanê kurdî de wekî peyveke giştî tê bikaranîn lê li ser erdnîgariya Kurdistanê li gorî taybetmendiyên civakê û eşîretan li her deverê ev peyv diguhere. Ser meselê em bibêjin ji devera Amed, Êlih û Bedlîsê heta Rihayê jî peyva stran û dengbêjiyê tê bikaranîn. Lê ji Rihayê heta digihêje rojavayê Kurdistanê zêdetir “delêl” ji bo dengbêjiyan tê bikaranîn. Gava ku em werin Serhedê jî peyva stran û dengbêjî k êm tê bikaranîn. Ji vê zêdetir peyva ‘kilam’ tê bikaranîn. Vêca li her herêmeke Kurdistanê çawa ku muzîka kurdî xwedî terz, teşe, rîtm û taybetmendiyên cuda û xweser e, li bakurê Kurdistanê jî bi heman awayî li gorî herêma Colemêrg û Botanê hin taybetmendiyên xweser ên muzîka kurdî hene. Lê helbet em dikarin bibêjin ku taybetmendiyên hevpar ên devera Colemêrg û Botanê ango devera Şirnex, Cizîr û Sîlopiyayê hene. Hema hema bêjê nêzî hev in.

Colemêrg zêdetir wekî herêmeke berfireh di nava Behdînanê de cih digire. Ji bo ku em formên muzîkê diyar bikin divê em behsa sînorên Colemêrgê bikin. Sînorên Colemêrgê yên li gorî dîroka kurdî dikarin wiha bên destnîşankirin: Ji Şemzînanê heta Urmiyeyê, Deriyê Hesen û Çelê, yanî Şemzînan ji Rûbarokê bigire û tê Çelê digihêje heta Elkê, Bêşebab jî di nava sînorên Colemêrgê de ye. Tu ji vê derê tê navçeyên îro ku li gorî sînorên fermî yên dewletê jê re dibêjin Miks û Şax ev jî di nav sînorên Colemêrgê de ne. Dema ku tu li wan her du navçeyan mêze bikî, taybetmendiyên wan yên kulturî û keleporî an jî dema mirov bi devoka ku tê bikaranîn re rû bi rû dimîne û forma muzîkê ya heyî dibihîze, mirov tê derdixe ku ev dever bi ser Colemêrgê ve ye. Vêca em dikarin bibêjin ku di nav muzîka Bakur û heta temamiya Kurdistanê de hin taybetmendiyên xweser yên muzîka Botanê û Colemêrgê hene.

Çawa form dane diyarkirin? Em bibêjin li Amedê ji hemû teşeyên melodîk re dibêjin stran an jî dengbêjî. Wekî din navek an jî dabeşkirinek tune ye. Mînak li Colemêrgê peyva Lawje heye, ev peyv hemû formên stranan vedigire nav xwe. Li gorî hin deveran Lawje tenê bi serê xwe formeke stranê tê qebûlkirin.

Heyranok

Heyranok li Amedê wekî dengbêjî tê binavkirin. Stranên dengbêjiyên evîndariyê ne. Mijara wê evîndarî ye. Du kes; keç û xort bendan diavêjin ber hev. Dîsa çûyîna zozanan, bax û bistanan, gundan, dawet û şahiyan de dema ku hev dibînin dibin evîndarê hev û heyranokan diavêjin ber hev. Bendên wê jî serbest in, ji hev cuda ne. Ji ber ku her du kes jî li gorî hestên xwe bendan dibêjin. Helbet em tenê nikarin bibêjin navbera evîndariya du kesan de ye. Em dikarin bibêjin ku kesek dikare di heman demê de evîndariya xwe ya li hemberî xwezayê bîne ser ziman. Lê taybetmendiya heyranokê evîn e.

Payîzok

Payîzok wekî ku ji navê wê jî diyar e stranên xerîbiyê ne. Navê xwe ji demsalê girtiye. Em dibînin ku dema payîzê li her derî îda gîha dibêhên, gul û sosin dibêhên, dar hêdî hêdî pelên xwe diweşînin. Yanî xweza rengê xwe ber bi xerîbiyê ve dibe. Vê têgehê navê xwe ji vir girtiye. Wate û naveroka stranê bi xwe jî bi vî tarzî bi rê ve diçe. Her bendekî yanî çarînekî Payîzokê çarînekî cuda ye. Ji çarînên cuda bendên cuda pêk tên. Di nava wî de xerîbî heye, mirin heye, di nava destgirtiyan, evîndaran de veqetîn heye û koç heye. Dema ku eşîr an jî xelkê deverê diçûn zozanan, ji zozanan vedigeriyan keç û xortên wan ên ku bûbûn evîndarên hev û nedigihiştin hevûdu, bend diavêtin ber hev. Du kes an jî kesek bi tena serê xwe bend li du hev rêz dike û ev bendên xerîbiyê ne… Rengê mirinê, rengê dûrbûnê, rengê êşê di nav vê formê de heye û bêrîtim e. Taybetî meqamên payizok û heyranokan gelek dişibin hev. Meqamên tên bikaranîn zêdetir rast, hîcaz, hîcazkar, ecem e û her wiha meqamên beyat jî tê bikaranîn. Taybetmendiyeke din a payizokan jî berfirehiya oktavê ye. Oktava deng berfireh e. Derketina tîzê û ji nişka ve daketina pesê gelek diyar e. Zêde derdikevî tîzê û ji nişka ve dadikevî pesê. Ev tişt ji bo meqam û forma oktava heyranokan jî derbasdar e.

Li devara Colemêrgê dayik û jin jî di vê hêlê de jîr û serkeftî ne, pêşketî ne. Dema em mêze dikin di dawet û şahiyekê de mêr û jin jî van formên stranan dibêjin. Ji xwe payîzok û heyranok aniha herî zêde di şahiyan de tên gotin. Dema ku dibe êvar an jî nava rojê gava bêhnvedan û rûniştinê çêdibe taybetî kal û pîrên navsalî zêdetir wan forman dibêjin. Mêr an jî jin li mala zava an jî bûkê dema ku kom dibin, rûdinin bi taybetî êvarê wan formên stranan bi awayekî dîwankî dibêjin. Tabî formên dinê, mesela şeşbendî jî li vê deverê bi awayekî dîwankî tê gotin. Bandora taybetmendiyên eşîrî, çandî, aborî, dînî, jiyana rojane, şahiyê, dîlanê, mirinê û şînê li ser meqam û terzên wan jî heye. Têkiliyeke xurt di navbera stran û govendê de jî heye.