25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK beşek Kurdistanê dike qurbanê berjewendiyan!

Nivîskarê Rojnameya Welat Weysî Tallî, bi sernavê “PDK beşek Kurdistanê dike qurbanê berjewendiyan!” polîtîkayên PDK’ê rexne kir. Tallî, bal kişand ser politîkayên PDK’ê  ku çawa dawî li xwe tîne û anî ziman ku PDK bi ve yekê korane ber bi întîharê ve baz dide.

Gotara Weysî Tallî ya ji bo Rojnameya Welat nivîsîye wiha ye:

Bi tevgerên dawî yên li başûrê Kurdistanê re, gotin di cih de be; PDK bivirê di destê xwe de li lingê xwe dide. Bi taybet êrîşên raste rast ên li ser qadên gerîla û şehîdkirina gerîla, PDK bi xwe dawiya xwe tîne. Ev çavgirtinek ber bi întiharê ve bazdan e.

Dema em li rewşa başûrê Kurdistanê û bûyerên diqewimin dinêrin, her tiştî zelal radixe ber çavan. Li aliyekê êrîşên dagirkeriyê yên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê, li aliyê din jî berxwedaneke dîrokî ya ewladên gelê kurd ji bo azadiyê li ber xwe didin hene.

Balkêş e, li vir aliyek kurd heye. Tim di berxwedana gelê kurd a serfiraziyê de weke kelemekê li pêşiya doza Tevgera Azadiya Kurd li gel dijmin cih digire. Ji salên 90’î bigire di demên herî dijmin lewaz bûye û li ber hilweşînê ye, ev alî derketiye ser dikê û xwestiye bera şer bide guhertin. Li pişt dijmin-Tirkiye cih girtiye.

Ev alî jî PDK ye. PDK, PKK’ê ji kurdan cuda dibîne, raste rast nebe jî ji bo tunebûna wê cih li gel Tirkiye û cîranên dijminên kurdan Îran, Iraq û Sûriyeyê cih girtiye. Di mijara Rojava de ENKS bi rêxistin dike ku sala 2018’an li gel Tirkiyeyê Efrîn dagir kir, piştî wê berê xwe dan Serêkaniyê, Girê Spî û niha jî dixwazin deverên din ên mîna Minbic û herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dagir bike. ENKS a rojane çavê xwe li kiryarên dermirovî yên revandin, kuştin, destdirêjî-destavêtin, fîdye, talana xwezaya sererd û binerd ên herêmê girtiye, şermê nake bang li gel dike ku vegerin Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spiyê. Bi vê yekê dixwaze derbeyê li sîstema Rêveberiya Xweser a Rojava bide. Tevî hemû bangên yekitiyê ENKS xwe ji dijmin nade paş.

Heman PDK ji destpêka şoraşa Qazî Muhemed a Komara Muhabadê ya rojhilatê Kurdistanê ku 22’yê Çileya 1946’an hate ragihandin û heta darvekirina pêşewa Qazî Muhemed dom kir, di hilweşandina komarê de roleke mezin a wê hebû. Niha jî di gelek aliyan de ji bo tevgerên kurd li Îran û rojhilatê Kurdistanê bi pêş nekeve, PDK xwedî tevgerên karîger ên li gel dijmin cih digirin e. PDK rûnişt ser hemû destketiyên komarê û komara kurdî kir qurbaniyê berjewendiyên xwe.

Li bakurê Kurdistanê jî heman kirdar raber kir lê ji ber Tevgera Azadiya Kurd hê ji salên destpêkê ve bi xurtî û bandor kar kir, rê neda ku texrîbatên pir mezin li bakurê Kurdistanê pêk bên. Ruhê berxwedan û serhildanê yê gelê Bakur tim yekgirtin avakiriye. Ev jî li pêşiya gelek planên dagikeran bûye asteng.

Halê hazir başûrê Kurdistanê di destê klîka PDK’ê û rêveberên wê yên ji malbata Barzanî de dinale. PDK a ku weke Îsayê Mesîh ji bo rizgariya Başûr xwe da nasîn lê ji destpêkê ve ango ji pêvajoya ‘Aşbetal’ bigire heta xiyaneta 1996’an a li gel rejîma Baasê ya dema Sedam Huseyîn cih girt, bi rêbazên qirkirinê ve YNK ji Hewlêr derxist û reva wan gihand şahê Îranê; ev rastî hê di bîra gelê Başûr de zindî ye.

Di roja îro de PDK tevî vê dîroka xwe ya li ber çavan, niha li başûrê Kurdistanê gel terkî hejarî, bêkarî û birçîbûnê kiriye. Li aliyekê êrîşên dagirkeriyê her diçe berfireh dibe, xwezaya Kurdistanê tê qirkirin, dar û devî tên şewitandin û pêşkêşî Tirkiyê tê kirin. Li aliyê din bi hevkariya tirk gerîla şehîd dike. Di zemînê Iraqê de jî ku ji ber helwestên xwe yên parçeyî ya hikûmetê, di nava nakokiyên kûr ên mîna mijara budce û deriyên sînor ên hê jî girêkoreke nehatî çareserkirin de ne, alozî heye û bûye sedemê xweşkirina rê ji dagirkerî û destwerdanên ji derve.

Nakokiyên malbatî yên PDK’ê çi di navbera Nêçîrvan Barzanî û pismamê wî Mesrûr Barzanî û dîsa Serokê PDK’ê Mesûd Barzanî tê zanîn. Ev jî dike ku gel bi temamî bê piştguhkirin û xizmetek baş neyê kirin. Ev hemû li aliyekê bimîne, ji hemûyê zêdetir tevgera dagirkeriyê ya li qadê metirsîdar e. Ji ber ku eger herêm bê dagirkirin, wê her tişt ji dest bê dayîn.

Di vê derbarê de her çendî ji aliyê hemû aliyan bang tên kirin lê PDK û rayedarên Barzanî bi temamî guh li vê girtine. Weke ku tiştek nebûyî tev digerin. Baregehên nû ava dikin, her diçe qadên gerîla teng dikin û dixwazin bi vê yekê re nefesê bidin leşkerên tirk ên dagiker.

Gelê Başûr vê rastiya PDK’ê û hevkariya wê ya bi dijminê gelê kurd re dibîne, ji bo wê piştgiriya vê liv û tevgera PDK’ê nake. Li aliyê din Pêşmergeyên Dêrîn li dijî vê yekê rabûn. Her wiha di nava civakê de hemû çîn û tiwêj li ber vê dengê xwe bilind kirin. Gihiştine wê qenaetê ku PDK nikare pirsa kurd a Kurdistaneke xweser û azad ava bike. Jixwe nimûneya wê me di referanduma sala 2017’an de dît ku çi karesat bi xwe re anî. Ji sedî 51’ê xaka başûrê Kurdistanê ji dest çû.

Dîsa di warê siyasî û dîplomasî de PDK ne ji bo berjewendiyên neteweyî û gel, ji bo berjewendiyên biçûk ên hizbî û kesî hevdîtinan dikin û bazirganiyê dikin. Tişta niha PDK ji bo gel dike, mûçeyê ku ji Iraqê û neftê digire ku wê jî nîve nîv dide gel. Ev jî têra gel nake, pirsgirêka avê, elektirîk û ewlekariyê zêdetir derketiye pêş. Di vê mijarê de PDK xwe bêdeng dike. Her kesê li ber wê rabe, bi îdîa û hincetên cuda digire. Nimûneya vê jî rojnamevan û çalakvanên siyasî yên Behdînanê ne.

Jiyan li Başûr ji bo welatiyan herimî ye. Di warê aborî, siyasî û civakî de krîzên pir kûr hene. Ji ber siyaseta navxwe û dîsa berjewendiyên hîzbî û layenî yên parçeyî em dibînin ku dewletên cîran ên dagirekên kurdan bi hemû awayî destê xwe avêtine başûrê Kurdistanê. Tirkiye bi hinceta PKK’ê di warê leşkerî, îstixbarat, çand û aborî de bi temamî Başûr ji dest û lingan kiriye. Çandiniya navxwe tê rizandin û bazar li ser kirîna berhemên derve ye. Kerkûk ji ber bazara nelihevkirinê ya PDK û YNK’ê niha di destê ereb û tirkmenan de ye.

Nakokiyên heyî yên hikûmet û rêveberiya heyî dike ku başûrê Kurdistanê bê dagirkirin. Hesabê her kesê li ser Başûr heye, lê hesabê PDK û YNK’ê, dîsa hikûmeta Başûr nîne. Ji her alî ve Başûr di bin gefa dagirkirinê de ye. Li aliyê din sîstema civakî jî hema bêje ji hev dikeve.

Divê ciwan, jin û dîsa rewşenbîr li gorî rewşa heyî, bikeve tevgerê û demildest helwestekî nîştimanî û neteweyî raber bikin. Ji destçûna vî beşî wê bibe sedem ku giştî xeta ji başûrê Kurdistanê bigire heta aliyê Rojhilat dîsa Kerkûk, Mûsil û heta Rojava xeteriyên mezin li ser çêbike, heta ji dest biçe. Divê bi vê hişmendiyê lê bê nêrîn. Qadeke mezin a kurd piranî lê dijîn, wê bê dagirkirin û her cûre zilm û pêkanîn li ser bê kirin.

Ne tenê gelê Başûr, hemû gelê kurd dizane ku PDK bi vê yekê nabe partiyeke neteweyî û têkoşînê ji bo gelê kurd nake. Ji bo wê bi xurtî piştgirî dide PKK’ê û tevgera azadiya kurd. Ev jî dike ku PDK eger demek berî demekê dev ji van kiryarên xwe bernede, dê bi temamî winda bike.