spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK bi hêzeke mezin dixwaze têkeve Şengalê

PDK du roj berê xwestibû hêza çekdarî li Şengalê bi cih bike. Lê piştî berxwedana gelê Şengalê, hêzên PDK’ê neçar man û neketin Şengalê. PDK dîsa hewl dike ku careke din bikeve Şengalê. Li gorî agahiyan, PDK vê carê armanc dike ku bi hêzek mezintir a çekdarî derbasî Şengalê bibe. PDK armanc dike ku baregehên xwe li Şengalê veke. Li bendê ye ku Rêveberiya Xweser a Şengalê di demeke kurt de daxuyaniyekê bide. Di 2 cotmeha 2021’ê de hêzek mezin a çekdarên PDK’ê bi hevkariya artêşa Iraqê hewl dan ku derbasî Şengalê bibin. Hêza çekdarî ku 2 namzetên parlamenteriyê jî hebûn îdîa kirin ku ji bo propagandaya hilbijartinê hatine wir. Lê gelê Şengalê nerazîbûnek tund nîşan da û diyar kirin ku ev qas hêzên leşkerî ji bo hilbijartinê nayên, lewma destura wan nedabûn. Li ser nerazîbûna gel, hêzên PDK’ê paşve vegeriyan.