20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK ciwanan ceza dike

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ciwanên ku di 2019’an li dijî baregeha artêşa tirk a li Şêladiz çalakî li dar xistin, ceza dike. Dadgeha PDK’ê di 18’ê Mijdarê de ji wan ciwanan 5 ciwan ji bo her yekî salek ceza birî. Dadgehê biryar da ku di nava çend rojên din de 5 ciwanên din darizîne.

Di 23’yê çileya 2019’an de li navçeya Şêladiz a Herêma Behdînanê, di bombebarana artêşa tirk de 4 welatiyên sivîl hatibûn qetilkirin. 2 welatî jî birîndar bûbûn. Piştî êrîşa hewayî ya artêşa tirk, xelkê Şêladizê di 26’ê Çile de çalakî li dar xistibû. Xelkê Şêladizê li dijî baregehên tirk serî hildabû. Welatiyan baregeh, çek, kel û pelên leşkerên şewitandibû. Leşkerên dewleta tirk jî êrîşî welatiyan kiribû. Leşkerên tirk di êrîşê de 2 welatî kuştibûn. Kesek jî birîndar kiribû.

Li gorî nûçeya Ajansa ROJNEWS’ê di 18’ê mijdarê de dadgeha PDK’ê ya Duhokê 5 ciwanên tev li raperîna Şêladizê bûn, ji bo her yekî salek ceza birî.

Li gorî nûçeyê dadgeh dê 5 ciwanên din jî darizîne.