19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK dixwaze bikeve Şengalê

Rêveberiya Xweser a Şengalê daxuyanî da û diyar kir ku PDK’yê bi hêzên çekdarî dixwaze bikeve Şengalê û got: “Em ji raya giştî re îlan dikin ku eger hêzên çekdarî yên PDK’yê werin Şengalê em ê qebûl nekin û wiha got: “Em ê li ber xwe bidin û xwe biparêzin.”

Rêveberiya Xweser destnîşan kir ku di demên dawî de hin agahî ketine destê wan ku dê PDK bi hêzeke çekdarî hewl bide bikeve Şengalê. Daxuyaniya Rêveberiya Xweser a Şengalê wiha ye:

“Di demên dawî de di hin agahî ketin destê me ku PDK bi hêzên leşkerî dixwaze were Şengalê, provokasyonan çêbike û gelê me li hemberî hev rabike. Em Rêveberiya Xweser a Şengalê, vê gava ku tê xwestin bê avêtin, gelekî xeter dibînin. Em hişyarî dikin ku raya giştî li hemberî provokasyonê bê deng nemîne. Wek tê zanîn li Iraqê em di pêvajoya hilbijartinê de ne, ji bo hilbijartin bi rengekî demokratîk û azad pêk were, wek Rêveberiya Xweser erkên ku ketin ser milê me, me pêk anî. Em ji bo pêşeroja Iraqê û gelê Êzidî pir girîng dibînin li Şengalê heya niha û bi taybetî ji sala 2017’an ve tu rûdanên cûda çênebûye, ewlekariya Şengalê baş e û di pêvajoya xebatê hilbijartinê de heya niha gelek demokratîk û bi ewle xebat têne meşandin. Îspatekî vê jî ku Babê Şêx hat serdana Şengalê, mal bi mal geriya, gel jî bi coşeke mezin pêşwaziya wî kirin. Bi dilekî rehet û bi ewle serdana gelê xwe kir.

Em ê li ber xwe bidin

Em ji raya giştî re îlan dikin, hêzên çekdar ên PDK’yê ger werin Şengalê em bi tu awayî qebûl nakin! Em ê li hemberî wan berxwedaneke mezin bikin, em vîna gelê xwe binpê nakin. Pêwîst e bê zanîn ku çi êrîş li ser gelê me were, em ê mafê xwe yê parastina rewa bikar bînin! Em dagirkirina Şengalê qebûl nakin. Yên ku bûne sebeba fermanê ne mimkun e ku em qebûl bikin! Em dixwazin bidin diyarkirin ku li Şengalê tev li hevî çêbibe, berpirsyarê vê wê PDK be. Em bang li Iraqê jî dikin ku bi berpirsyartiya xwe rabin û ji bo provokasyon û zilma li ser gelê Êzidî rê nedin!”