19 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK dixwaze çi bike?

Polîtîkayên PDK’ê yên demên dawî di nav kurdan de dibin sedema nerazîbûnan. PDK li aliyekî rê li pêşiya dewleta tirk vedike ku başûrê Kurdistanê were dagirkirin. Her wiha niha di navbera PDK û YNK’ê de alozî her diçe mezin dibin. Li aliyê din bangewaziyên yekitiya neteweyî ya kurdan bê bersiv tên hiştin û dijberiyeke tund bi şoreşa Rojava re tê kirin. Herî dawî jî heyeta Hevpeymaniya Nîştimanî ya Suriyeyê ya girêdayî Tirkiyeyê, serdana Hewlerê kir. Hat gotin ku çeteyên DAIŞ’ê ku çend sal berê nêzî Hewlêrê bûbûn vê carê bi cil û bergên dîplomatîk ketin bajêr.

Hevpeymaniya Nîştimanî ya Suriyeyê tê zanîn ku ji komên çeteyên girêdayî Tirkiyeyê pêk tê. Di sala 2018’an de tev li êrîşên dagirkeriya Efrînê bûn û pişt re jî di sala 2019’an de tev li dagirkirina Girê Spî û Serekaniyê bûn.

Şandeyek ji ‘Hevpeymaniya Niştimanî ya Sûriyeyê’ 1’ê adara vê salê serdana Hewlerê kir. Şande bi pêşengiya Nesir Herîrî li Hewlerê bi serokê giştî yê PDK’ê Mesûd Barzanî, serokwezîrê başûrê Kurdistanê Mesrûr Barzanî û rayedarên ENKS’ê re civiya.

Çûyîna Herîrî û pêşwazîkirina wî ya ji aliyê Mesûd Barzanî ve, rastî bertekên gelê kurd hat.

Aldar Xelîl bertek nîşan da

Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl û gelek derdorên din ev hevdîtinên li Başûr rexne kirin. Xelîl têkildarî pêşwazîkirina şandeya bi pêşengiya Nesir Herîrî ya ji aliyê rayedarên Başûr ve li ser hesabê xwe yê medyaya civakî wiha got: “Çeteyên DAIŞ’ê yên ku beriya 3 salan bi çend kîlometreyan dûrî Hewlêrê bûn û şêniyên Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî koçber kirine, niha bi cil û bergên siyasî û dîplomatîk dikevin Hewlêrê.”

18 rexistinan daxuyanî dan

18 rêxistinên hiqûqî û sivîl ên li Sûriyeyê û derveyî Sûriyeyê jî bi daxuyaniyeke hevpar bang li serokatiya başûrê Kurdistanê, parlamanto, hikûmet û xelkê wê kirin û diyar kirin ku serdana Nesir Herîrî ya ji bo herêmê, di serî de gelê kurd û şehîdan, biçûkxistina tevahiya mirovahiyê ye.

PYNK’ê bang kir

Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) jî têkildarî serdanê daxuyaniyek da. PYNK’ê diyar kir ku Herîrî li Hewlêrê planên dijminahiyê yên qirêj li dijî gelê kurd û destkeftiyên wan ragihandin û destnîşan kir ku ya balkêş ew e ku kesê ew pêşwazî kiriye, bêdeng maye. PYNK’ê bang li gel kir ku li hemberî van komployan helwesteke tund nîşan bidin.

PDK’a Sûriyeyê

Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokratîk a Kurdistanê ya Sûriyeyê Gêlo Îsa jî bi gotina ‘kujerê zarokên kurdan’ bertek nîşanî pêşwazîkirina Herîrî da. Îsa di daxuyaniya xwe de wiha got: “Herêma Kurdistanê ji bo kurdan xwedî cihekî gelek binirx e. Ev herêm hêviya kurdan e. Lê belê rayedarên herêma Kurdistanê û bi taybetî birêz Barzanî divê kujerê kurdan ê vê carê kincên dîplomatan li xwe kirî, qebûl nekira.”

Ev ne cara yekem e

Siyasetmedarê kurd Elî Kerîmî der barê mijarê de da zanîn ku ev ne cara yekem e ku şandeyên wiha bêkêr û bikîn tên Hewlêrê û wiha axivî: “Tê zanîn ku komên bi vî rengî qet nebûne dostê doza kurdî û timî cihê wan di bin konê eşîra Barzanî de hebûye. Şandeya bi serokatiya Nesir Herîrî ku çeteyekî MÎT’a Tirkiyeyê ye, ji bo ji Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê re pirsgirêkan derbixe û ezmûna wê tune bike hatiye Hewlêrê. Vê jî bi hîle û stratejiya Tirkiyeyê dike.”

Tev li dagirkirinê bûn

Siyasetmedar Kerîmî axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ev komên çete, me tevan dît ku tev li dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bûn. Ji bo dagirkirina van bajaran piştgirî û hevkarên dewleta tirk bûn. Dostên Osmaniyan bûn û li Hewlêrê tên bi Mesûd Barzanî re dicivin. Yek ji xalên serkeftina ezmûna rojavayê Kurdistanê ew e ku rê nedaye pêşbaziya hizbî. Ji ber ku di salên 70’yan de ev yek çavkaniya nehemahengiya başûrê Kurdistanê bû, wan ders ji vê yekê girt û nehiştin pêşbaziya hizbî derkeve û wê ezmûnê têk bibin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê