20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK ji bo sûcê xwe veşêre cenazeyan nade

M. Alî Ertaş

Di 28-29’ê tebaxê de hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) koma HPG’ê ya ji 7 kesan pêk dihat li herêma Xelîfanê xist kemînê. Di kemînê de 5 HPG’iyan jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar dîl ket. Dayikên ku zarokên wan jiyana xwe ji dest dane 26 roj in li dergehê sînorê Sêmalkayê li ser sînorê başûrê Kurdistanê kon vedane û dixwazin PDK cenazeyên zarokên wan bide. Beriya ku rojname bê çapkirin di 27’ê cotmehê de (Roja 23’yê çalakiyê) têkildarî mijarê em bi endama Saziya Malbatên Şehîdan Neceh Gulo re
axivîbûn.

Li ser navê malbatan Neceh Gulo diyar kir ku 26 roj in li ser sînor nobedê digirin û wiha got:“23 roj (heta 27’ê cotmehê) in me li dergehê sînorê Sêmalkayê kon vedaye. Ji hemû gund, navçe û bajarên derdorê gel tê serdana çalakiya me û piştgiriyê didin me. Hemû gelê Cizîrê rojane nobeda vî konî digirin. Jin, mêr, kal, pîr, malbatên hemû şehîdan li bin vî konî rûdinin û doza zarokên xwe dikin. Em du caran çûn ser pira sînorê Sêmalkayê. Me ji bo daxwaza xwe daxwaznameyek nivîsî. Em ji rayedarên Başûr û PDK’ê dixwazin cenazeyên zarokên me bidin. Em 26 dayik li ser sînor rûniştin. Daxwaznameya me qebûl nekirin. Gotin daxwaznameya xwe bidin rêveberiya xwe. (Lijneya têkiliyan) Tu daxwazên me pêk neanîn û daxwaznameya me negirtin.”

‘Me çarikên spî pêşkêşî wan kir’

Neceh Gulo anî ziman ku piştî demekê komek din çûn û wiha axivî: “Em bi çarikên xwe yên spî çûn. Cara duyemîn em 22 dayik bûn. Em li ser sînor rûniştin. Em bi komek mezin pêşwazî kirin. Hemû pêşmerge û çekdar bûn. Me got cenazeyên me bidin me, em teslîmî dayikan bikin û bispêrin axê. Lê dibêjin rêveberiya me bi destûr in. Me got hûn xemsar tev digerin. Dayikên we jî hene. Me xwest daxwaznameya me ji destê me bigirin û rê bidim me da ku em rêveberiyê bibînin. Lê rê nedan me. Em qebûl nekirin û li me guhdar nekirin. Ev wateya redkirinê ye. Gotin ‘cenazeyên we yan li Îranê ne yan jî li Bakur di destê tirkan de ne.’

‘Em doza şehîdên xwe dikin’

Neceh Gulo, bibîr xist ku cara duyemîn daxwazname dane rayedarên PDK’ê lê dîsa red kirine û wiha pêde çû: “Vê carê me daxwaznameya xwe bi rêya mulaqatan gihand rayedarên wan. Dîsa qebûl nekirin. Gotin ‘Heta hûn konê xwe ranekin em tiştekî nakin. Hûn me teşîr dikin. Hûn konê xwe ranekin em ê agir berdin konê we’ û gef li me xwarin. Heta niha yek partiya kurd pirsa ‘hûn çi dixwazin doza we çi ye?’ nekirin.”
Dayik Neceh Gulo bal kişand ser rengê çalakiyê û wiha berdewam kir: “Her rojê ji bajarekî tên li bin kon nobedê digirin. Bi coş û bi girseyî nobedê digirin. Li vir daxuyaniyên xwe didin. Em nobeda xwe bi vî rengî didomînin. Lê ne daxwazên me qebûl dikin û ne jî daxwaznameya me digirin. Me got tevahiya kurdan û yên li me guhdar û temaşe dikin çima bêdeng in? Ev bêdengî metirsiyekê çêdike. Em hêvîdarin hemû partiyên kurd li me guhdar bikin û nerazibûna xwe bînin ziman. Ne rastgir û ne jî çepgir heta niha tu partiyên kurdan negotine hûn çi dixwazin, doza we çi ye? Negotine ji bo yekrêziya malbatên şehîdan em dikarin çi bikin? Hemû cîhan li me guhdar dike. Em doza şehîdên xwe dikin. Em doza cenazeyên xwe dikin. Hêzên mezin ên navdewletî ku bi mafên mirovan û mafê demokrasiyê bang dikin, çekên giran didin Tirkiyeyê. Me li Qamişlo daxwaznameya xwe gihand Neteweyên Yekbûyî. Me got em doza cenazeyên xwe dikin. Li aliyê din me got ev çekên mezin ên li ser çiyayên Kurdistanê tên barandin ewletên mezin didin wan. Em bang li dewletên xwedî çekên kîmyewî dikin ku sîlehan nedin Tirkiyeyê. Tirkiye van çekan li ser çiyayên Kurdistanê bikar tîne. Ev sîleh li Kobanê û Efrînê bikar anîn. Bi rizaya Erdogan vî şerê qirêj dimeşîne û kurdan qir dike.

‘Parastina gelê xwe dikin’

Gulo helwesta PDK’ê ya li dijî HPG’ê bibîr xist û wiha axivî: “Dibêjin ‘Zarokên we li çiyan çi dikin? Çi karê wan li wir heye’. Me got em ji bo parastina ax, welat û miletê xwe li wir in. Îro ne bi xêra şervanên PKK, YPG, û YPJ’ê bûya dê Kerkuk, Şengal û Musil tune bûya. Dema DAIŞ’ê êrîşî Şengalê kir, pêşmergeyan sîleh avêt û terka Şengalê kir. Wan Şengal ne parast. Yên Şengal parastin keç û xortên me bûn. Êzîdiyan gotin ‘Em tevî şengalê firotin’. Ji ber vê yekê ew tu carî kiryarên pêşmergeyan ji bîr nakin. Niha dibêjin me Şengal rizgar kiriye. Hem bi gur re dikujin, hem bi xwedî re şînê digirin.”

‘Diz û xwediyê malê…’

Neceh Gulo destnîşan kir ku êdî diz û xwediyê malê bi hev hisiya ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em rastiya wan jî û xiyeneta wan jî dizanin. Em tifaqa wan û Erdogan dizanin. Ev şerê li Kurdistanê bi hevkariya wan û Erdogan pêk tê. Bi hevkariya PDK’ê niha li Zap û Avaşînê bi tang û topên xwe li dijî zarokên me şer dikin. Artêşa tirk di şer de şikest, lê niha bi hevkariya tang û topên PDK’ê berê xwe dan Zap, Metîna û Avaşînê. Lê dîsa li çiyayên azad bi ser neketin. Ji ber vê yekê gazên kîmyewî avêtin çiya û zarokên me şehît xistin. Em bang li PDK’ê dikin ku nebin rêber û alîkarên dewleta Tirkiyeyê. Em dixwazin partiyên kurdan hişê xwe bînin serê xwe û bibin yek. Em hemû şerê 92’yan dizanin. Tirkiye bi hevkariya PDK’ê şer kir. Lê berxwedana Bêrîtanê mînak e. Çeka xwe şikand û neda wan. Xwe ji zinar avêt û teslîmî PDK’ê nebû. Neket destê îxanetkaran.”

‘Cenazeyan nadin’

Neceh Gulo sedema nedayîna cenazeyan jî anî ziman û wiha lê zêde kir: “Em dizanin ku cenazeyên me nadin me. Ji bo ku îxaneta wan teşîr nebe cenazeyên me nadin me. Dibêjin cenaze li cem Îran û Tirkiyeyê ne.”
Neceh Gulo bang li hemû hêzên kurdî û dayikên kurd jî kir û wiha got: “Me bang li çar parçeyên Kurdistanê kir. Me bang li dayikên gerîla û şehîdan kir. Em dixwazin hemû dayikên gerîla û şehîdan bibin yek û dengê hev bibihîzin û hemû dayik li cem me bin. Em ji hemû dayikan dixwazin ku bi yek deng û yek helwestê bibêjin ‘Em doza cenazeyên xwe û mafê xwe dikin.’ Em hemû dizanin ku dewleta tirk û PDK bi hevkarî cenazeyên me vedişêrin. Dixwazin sebra me xelas bikin û vîna me bişkînin. Lê em çiqas şehîd bidin jî em rê nadin îxanet û komkujiyên wan. Kurdan 28 caran serî hildan. Serhildanên wan hatin şikadin. Lê em dîsa xelas nebûn. Em 50’î milyon kurd in. Em serî natewînin. Heke PDK hevkariya AKP’ê neke û cih nede îstîxbarata wan nikarin zarokên me şehîd bixin.”

Gulo li ser daxwazên dayikan jî rawestiya û wiha bi dawî kir: “Dema em cenazeyên zarokên xwe dixwazin siyaseta wan a qirêj teşîr dibe. Em dixwazin li pêş çavên hemû cîhanê wan teşîr bikin ku bi hevkariya MÎT’ê însanên me qetil dikin. Hem qetil dikin û hem jî cenazeyên me nadin me. Heta 31’ê cotmehê jî dê konê me li vir be. Dixwazin em konê xwe rakin. Dema ku cenazeyên zarokên me bidin me, dê kujerên zarokên me jî ronî bibin. Ji ber ew kujer in naxwazin cenazeyên me bidin me. Dê hevkariya PDK û Tirkiyeyê aşkera bibe. Bi nedayîna cenazeyan kujeran jî vedişêrin.“