20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

“PDK ji xeta kurdewariyê derketiye”

Tirkiyeyê di 23’ê nisanê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê operasyona dersînor da destpêkirin û nêzî 2 meh in operasyon didome. Artêşa tirk heta niha derbên giran xwarin, nikarin pêş ve biçin û PDK hewl dide bi provokasyonan hevkariya Tirkiyeyê bike. PDK hem hêzên xwe yên leşkerî û wesayîtên leşkerî dişîne herêma operasyonê û hem jî berdevkên PDK’ê di daxuyaniyên xwe de Kurdistanê bi giştî nîşan dide û êrîşên Tirkieyê rewa nîşan didin.

Gelo armanca PDK di israrkirina hevkariya bi Tirkiyeyê re çi ye? Bi salan e kurd ji bo yekitiyê hewl didin û PDK çima yekitiyê naxwaze? Endamê Desteya Birêvebirina, Nûnertiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya li başûrê Kurdistanê Fethulah Huseynî têkildarî van mijaran û geşedanên li başûrê Kurdistanê diqewime pirsên rojnameya me bersivand. Huseynî da zanîn ku PDK ji xeta kurdewariyê derketiye û têkildarî pêknehatina yekitiya neteweyî wiha got: “Îro em nikarin kongreyeke neteweyî li dar bixin. Îro hemû partiyên kurdistanî ji bo yekitiya neteweyî li derve hundirê welat amade ne lê PDK xwe nade ber, pêşwazî nake û li gel vê yekê jî dijiyatiyê dike.”

Hûn wek siyasetmedarekî kurd nêzîkatiyên PDK’ê yên li hemberî Tirkiyeyê çawa dinirxînin?

Peywendiyên PDK û Iraqê li gel dewleta Tirkiyeyê û bi taybet li gel AKP’ê diyar e peywendiyên stratejîk in. Ji ber ku berjewendiyên wan hemû li dijî hesabê gelê kurd in. Bes ne tenê li hember bakur û başûrê Kurdistanê, li hember rojavayê Kurdistanê jî ev yek derbasdar e. Nêzîkbûna wan li gel cihê gumanê ye. Ji ber ku siyaseta PDK’ê dijitiya Bakur dike hem jî dijitiya destkeftiyên rojavayê Kurdistanê dike. Berê ev yek bi dizî dikirin lê niha bi awayekî aşkere dikin. Her çiqas ku PDK wek partiyeke demokrat xuya bike jî demokratbûna wê ne ji bo Bakûr û Rojava; tenê ji bo welatên dagirker ên derve ye. Beriya wan peywendiyên PDK’ê li gel Îranê hebûn û bi vî awayî dijitiya Tirkiyeyê dikirin. Lê niha jî berjewendiyan wan li gel tirkan hene û dijitiya gelê kurd li her sê parçeyên Kurdistanê dikin. Ji ber vê yekê jî ev tiştekî mirov pê matmayî bimîne tune ye. Siyaset û rola PDK’ê aşkera ye.

Beriya van tevan, ji bo binxistina YNK’ê bi rejîma Iraqê re peywendî danîbûn û aneka jî li hember Rojava bi gelek derdorên cuda re peywendiya datîne. Niha li Rojava şoreşeke dirokî pêk tê, li hember rejîma Sûriyeyê, çeteyên girêdayî Tirkiyeyê yên bi navê xelkên Sûriyeyê ku ji Serêkaniyê heta Efrînê dagirkirine, lê PDK’ê tu helwestek niştimanî yan jî neteweyî heta niha nîşan nedaye. Berevajî vê yekê di bin bandora têkiliyên bi Tirkiyeyê re dimînin û PDK jî dibêje ‘Şoreş li Rojava tune ye’. Ji girtina deriyê Sêmelka hate gelek mijarên din PDK dijitiya deskeftiyan dike. Di qonaxekê de gelê me birçî bûn jî PDK wek Tirkiye û van dewletên din tevgeriya û sînor li ser dadan û yek deriyê me yê heyî yê Xabûr-Sêmelka girt. Yanî ev mijar û gelek mijarên din dê gelê kurd qet ji bîr neke. Lê diyar e siyasetên wan li dijî siyaseta gelê kurd e.

Herî dawiyê nûnerên PYD’ê li balafirgeha Hewlêrê bi biryara hikûmeta herêmê hatin girtin û hê jî tu agahî ji wan nehatiye girtin. Armanca bi vê yekê çi ye?

Du jê nûnerên PYD’ê, yek ji wan (Cîhan Hesen) nûnerê me yê li Hewlerê bû. Çûn ku pêşwaziya şandeyeke ewropî bikin. Ev şandeya ewropî jî ji parlementeran heta siyasetmedar û rewşenbîrên ku dixwazin piştgiriyê bidin gelê kurd, pêk tên. Dibêjin kurd demek dijwar derbas dikin û em dixwazin li gel kurdan bin, dostê kurdan e. Helwesta wan ji bo me cihê şanazî û bextewariyê ye. Yanî pêşwazîkirina vê şandeyê li gel PDK’ê dibe cihê girtinê. Nûnerên me hê jî girtîne û me ji 10’ê mehê ve  tu agahî ji wan negirtiye. Hevalên me ne di zîndanên rejîmê, di ya hikûmeta Kurdistanê de ne. Ya rastî şaş e ku em bêjin hikûmeta herêmê, ji ber ku balafirgeha Hewlêrê di bin destê PDK’ê de ye ne di yê hikûmetê de ye. Bi tu awayî ji me re tu tiştî jî nabêjin, me agahdar nakin. Em wek nûnertiya Rojava wezifeyek me ya fermî heye. Me peywendî li gel dîwana serokatiya herêmî kir. Me got em çarenûsa hevalên xwe dixwazin; gotin li cem me ne, em ê di demek nêz de wan berdan, lê piştî wê yekê jî hê jî bi tu awayî me ji wan agahî negirtiye û bersiva telefonê me jî nadin. Xuya dike ku tiştekî veşartî heye. Her roj em dişopînin ji bo wan ev çend car in ku em bangê li PDK’ê dikin. Hewce ye bi awayekî lezgînî hevalên me bên berdan ji ber ku hevalên me karên dîplomasiyê dikin. Hebûna wan a li başûrê Kurdistanê hebûneke fermî ye, naskirîne û berovajiyê vê yekê tu kes nikare tişteke din bêje.

Helbet armanca wan bi vê yekê me li Hewlerê bitirsînin, bitepisînin û Hewlerê li me qedexe bikin. Em li Silêmaniyê ne, nûnertiya me ya fermî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê li Silêmaniyê heye. Tê zanîn ku hewce ye nûnertiyên fermî li paytextan hebin û diviyabû nûnertiya me jî li paytexta başûrê Kurdistanê li Hewlerê bûya lê mixabin PDK’ê rê neda me, em mecbûr bûn li Silêmaniyê vekin. PDK êdî niha rê li me digire. Ev ne rê ne rêya niştimanî ne jî ya neteweyî ye. Nabe ku nûnerên me û şandeyên me werin girtin û rêya siyasetê were xitimandin. Nabe ku PDK bi van rolên xirab tevbigere.

PDK di rewşên herî krîtîk de tim xwe ji yekitiya neteweyî dûr dike û berê xwe dide dewletên wek Tirkiye-Amerîka û hwd. Çima PDK pêdiviyê bi kiryarên bi vî rengî dibîne?

PDK di weqayên krîtîk de ne, partiyeke bi hêz e, di aliyê leşkerî de jî ne partiyek e şervan e, ev rastiyek e. Hemû xelkên başûrê Kurdistanê û her du welatên herêmê, dewletên wek îran û Tirkiye jî dizanin. Di siyasetê de bi dewletên derve re gelek nerm e; îro di deqê de dikare hevaltiyê bi Îranê re bike welatekî tevsîla Şîa dike, sibê jî dikare gelek nêzîk bibe, di bin siyasetên Tirkiyeyê de jî bi rê ve bibe, tevsîla welatekî sûnnî dike tevsîla hemû kesî re dike. Mînak di weqayeke weke Iraqê de PDK gelekî serkeftî ye, nerm e. Rojekî gotin em ê referandûmêkî çêkin em ê serxwebûna Kurdistanê ragihînin lê li şûna ragihînin xaka Kurdistanê ji sedî 51 ji destê wan çû giş kete destê Şîa û destê milîsên Heşdî Şabî ku îro xelkê Kerkûkê aneka awir in li Silêmaniyê, Kerkûk û Duhokê.

PDK’ê bi rastî jî heta niha xizmeta miletê me nekiriye, tişta kiriye jî ji berjewendiyên xwe yên hizbî kiriye. Ez nabêjim ku ‘berjewendiyên hizbî’ ji ber ku peyva hizbî jî gelemperî ye, ji ber ku tenê yên malbata Barzanî kirine. Ev ya weqayek e, rastiyek e û ji Zaxo heta Xaneqînê hemû xelkê Başûr vê yekê baş dizanin. Heya niha tu kes guhdarî nekiriye û tim bi ya xwe kiriye. Tu kes li pişt nebe jî divê welatek herêmî li pişt be. Berê Îran bû niha jî Tirkiye ye. Tirkiye jî ne ji bo xatirê çavê PDK’ê an jî ji bo hêza wê, şervanên wê,  ji bo ku xebatkar in, yan jî ji bo helwestên wê yên siyasî palpiştiyê ji PDK’ê re dike; dixwaze axa Başûr dagir bike.

Partiyên din ên li vir hene; yên kurd in, ên Rojhilatê Îranê ne. Yek partiya Komele hebû bi saya PDK’ê bûne 3 partî. Lê li xelk wiha kirin ji bona partiya xwe parçe bikin. Yek partiya PDK-Îran hebû kirin du partî, ku yek palpiştiya wan be ya din jî ne palpişt be. Yanî gelek siyasetên xerab ên navxweyî di nava hundirê Kurdistanê de kirin ku tenê li ser asta Başûr, li ser asta Rojava jî îro çend hizbek daye pêş ji bo zextan li Rêveberiya Xweser bike, ji bo xwe bînin opozisyoneke sedwî; yanî negatîf in ne opozisyoneke pozîtîf in. Teşwîşê ser me dikin, şandeya asteng dkin. Berê xwe didin welatên Amerîka û yên Rojava dibêjin em ev partî ne, nahêlin em karê xwe yê siyasî bikin. Yê me em wek Rêveberiya Xweser me li herêmê deriyê xwe vekiriye û ew jî karên xwe yên siyasî dikin, ofîsên wan vekirî ne karê xwe didomînin, kesek giliyê li wan nayîne û em wî mafî jî nadin xwe ku giliyê li wan deynin. Lê ew bi rihetî berê xwe didin Enqere, Stenbol û Hewlerê dijitiya Rêveberiya Xweser dikin. PDK roleke gelek gelek xirab dileyîze bila haya miletê me jê hebe. Eger tu li her çar parçeyên Kurdistanê xwedî dernekevî, ji serê şeveqê heta êvarê tu bi Amerîka û Rûsyayê re têkiliyan daynî, tu xêra wê dê ji tevahiya Kurdistanê re tune be.

Dema mirov dêhna xwe dide polîtikayên dawî yên PDK’ê herî zêde bi Tirkiye û DYA’yê yanî bi hêzên derve re deriyê dîplomasiyê vekiriye. Gelo PDK hevdîtin ango diplomasiya kurdî-kurdî ji dîplomasiyê nahesibîne? Sedemên vê yekê çi ne?

Jixwe ya girîng ev e bi rastî jî. Tenê sloganeke PDK’ê heye dibêje ku ‘Eger ez nelîzim, ez ê wê lîstikê xera bikim’ Ev slogan Idrîs Berzanî bi navê PDK’ê ragihand û got şoreşa em tê de nebin, em wê şoreşê têk bibin, yariyeke em di nav de nebin em wê yariyê têk bibin. Ji bo ew ne di nav şoreşa Rojava de bûn, dixwazin xera bikin, di şoreşa Bakur de ne amade bûn dixwazin a niha xera bikin. A niha 7-8 partiyên biçûk ên girêdayî xwe meaşên wan didin wan û dibêjin hûn dikarin bi navê navneteweyî qise bikin. Neteweyiya çi? Tu hatî te dikan vekirine û tu dibêje navneteweyî. Çar fereziyek li wir, pênc ferezî li vir tu meaş ji wan re dişînî, tu partiyan bi wan çê dikî, tu navê Kurdistanê li wan dikî. Navê Kurdistanê li her çar parçeyên Kurdistanê qedexe ye, gelo tu çawa dikarî vê yekê bikî? Îro Tirkiye hê naxwaze ku navê herêma başûrê Kurdistanê bi lêv bike di têkiliyên xwe yên bi hevûdu re, êdî hûn çawa navê Kurdistan li partiyên xwe dikin? Êdî ev hişmendiya heyî tê, bi Mesud û Neçîrvan Barzanî re hevdîtinan pêk tînin û dibêjin werin em bi hevûdu re ‘terorê’ bi dawî bikin. Teror kî ye PKK ye, teror Rojava ye, teror jî ew kes in ku li gorî PDK’ê tevnagerin.

Bi rastî siyaseta PDK’ê ya li dijî gelê kurd êdî aşkere ye. Lê hewce ye heqîqetekê nas bikin. Ez dîsa dubare dikim şervan di nav PDK’ê de tune ne. PDK pişta xwe bi dijmin qewet dike, bi balafirên Tirkiyeyê qewet dike, bi hêzên Îranî bi qewet dike. Yanî sûphayê wê tune ne, pêşmergeyên wê tune ne. Me ev yek li Şengalê jî dît. Berî Şengalê me ev yek li Mûsilê jî dît dema cara yekem DAIŞ’ê êrîşî Mûsilê kir e wan berê xwe da Hewlêrê. Yanî rastî li holê ne. Ne Şengal rizgar kirine ne jî parastina Hewlêrê kirine. Vê rastiyê xelkên başûrê Kurdistanê, rojavayê Kurdistanê, bakurê Kurdistanê, rojhilatê Kurdistanê; Amerîka û Rûsya û hemû dewletên navneteweyî jî dizanin. Ew xiyanetê dikin, te dikine xayîn. Propagandeyeke ragihandinê li gel wan heye. Ev yek jî ji tirkan hîn bûne. Ragihandina Tirkiyeyê şikestinê xwe têxin serkeftin, hûn li Bakur in, baştir dizanin. PDK ji xeta kurdewariyê derketiye. Îro em nikarin kongreyeke neteweyî li dar bixin. Îro hemû partiyên kurdistanî ji bo yekitiya neteweyî li derve hundirê welat amade ne lê PDK xwe nade ber, pêşwazî nake û ligel vê yekê jî dijitiyê dike.

Bi hêviyan jî tişt çênabin. Êdî em nikarin ku bêjin hêviya me ji PDK’ê ev e û filan û bêvan e. PDK ger hizbeke kurd û kurdistanî be bila bizanibe û bibîne ku îro li her çar parçeyên Kurdistanê xetereyeke mezin heye. Ger îro em li Rojava têk herin, bila PDK ji baş bizanibe ku dê ne PDK’e bimîne ne jî gundê Barzan dê bimîne.