20 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK koçberkirinê wek rêbaz bi kar tîne

Ji destpêka desthilatdariya kurdî ya li başûrê Kurdistanê ku nêzî 30 salî ye, dema mirov van salan tîne bîra xwe hema dibêje ku her tişt asayî ye, lê dema mirov derbarê jiyan û derfetên jiyînê de ji hemwelatiyekî Başûr dipirse, bersiv bi taybetî di vê demê de wiha ye: “Hikûmet mûçeyan nade, kehrebe rojane 8 seat didin, bihaya xurek û xaniyan gelekî bilind e”. Dema ku mirov ji cotkarekî dipirse bersiva wî jî wiha dibe: “Salane em ziyanê ji çandiniya xwe dibînin, hikûmet hemû hilberînan ji derve tîne û hilberînên me jî di destê me de dimîne”.

Wek tê zanîn başûrê Kurdistanê bi petrol û samanên sûriştî navdar e, lê welatiyên Başûr û bi taybet jî gundî pirsgirêka peydakirina sotemeniyê dijîn. Nemaze di zivistanê de sotemenî bi awayekî sîstematîk li welatiyan nayê belavkirin. Welatî ji ber belavnekirina sotemeniyê û peydakirina kehrebeyê li hemberî hikûmetê bertekên xwe tînin ziman. Li aliyekî din jî aloziya aborî û darayî li herêmê ev çend sal in ji ber zêdebûna gendeliyê di nava sazî û dezgehên hikûmetê de berdewam e. Bi taybet diziya li herêmê bû sedem ku hikûmet nêzî 30 milyon dolar deyndar bibe.

Li başûrê Kurdistanê qeyrana aborî heye. Lê hikûmet tevî vê qeyranê jî hêzên leşkerî yên wek Pêşmergeyên Roj û pêşmergeyên ENKS’ê ku ji aliyê Iraqê ve nayên qebûlkirin, finanse dike. Ev jî dibe sedema nelihevkirina di navbera Bexda û Hewlêrê de.
Girtiyên Behdînanê rewşa rojnamevan û azadiya fikir a li Başûr radixe ber çavan. Niha di zindanên PDK’ê de ji 200’î bêtir çalakvan, rojnamevan û mamoste hene. PDK tevî hemû hewldanan jî van girtiyên ku tu belgeyên ku karibin wan di wir de bihêlin tune ne jî bernade.

Ji destpêka bingeha dîroka PDK’ê heta niha ew li ser tunekirina rikberên xwe hat avakirin. Niha jî hewl dide ku hemû aliyên li hemberî xwe tune bike. Li rex van hemûyan jî zextên ewlehî rojane li Başûr zêde dibin. Dîsa êdî Başûr bûye pêgeha îstîxbaratên navneteweyî, herêmî û MÎT`a Tirkiyê. Bi van hêzan jî di xwaze bertekên li hemberî xwe tune bike.
Li rê û kolanên Başûr gelek kamera hene ku şehîdxistina Şehîd Şukrî Serhed qeyd kirine. Heta niha tu rayedarên Başûr derheqê şehîdxistina wî de agahî nedane. Ev jî nîşan dide ku îstîxbarata Başûr di destê biyaniyan de ye.

Heke van bûyerên ku me got tev li Başûr pêk werin hewceye em li ser desthilatdariya Başûr bikevin nav gumanan, bi taybet jî li ser PDK’ê. Her wiha PDK bi van kiryarên xwe bû sedema koçberiya li ser sînorê Polonya û Belarûsê. Koçberiya ku li Başûr tê jiyîn tê wateya tunekirina gelê kurd. Mirov dikare vê koçberkirinê weke tunekirina rikberan jî şîrove bike. Saziyên çapemeniyê yên nêzê PDK’ê koçberiyê teşwîq dikin ji ber wî ew jî sûcdar in.
Di encamê de divê başûrê Kurdistanê dev ji polîtîkayên li hemberî welatiyên xwe berde û hevkariya bi dewletên dagirker yên wek Tirkiye û Îranê qebûl neke. Divê êdî peymanên veşarî yên aboriyê ku tenê sûd didin malbata Barzanî û hin kesên din neyên îmzekirin. Her wiha divê dahata welat wekhev li welatiyan bê belavkirin.
Lê ger ku hikûmeta Başûr di van polîtîkayên xwe de bi israr be ne dikare ji nav van aloziyan derbikeve ne jî pêla koçberiyê bide rawestandin.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê