18 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘PDK li gor berjewendiya Tirkiyeyê tevdigere’

Di van rojên dawî de tê zanîn ku ji çar parçeyên Kurdistanê metirsiya şerê di navbera hêzên kurdan de hat rexnekirin û ji gel, sazî, siyasetmedarên kurdan nerazîbûn û bertek hatin nîşandan. Li gel van rexne û bertekên ku ji çar perçeyan bilind bûn, dîsa jî PDK’ê bicihkirina hêzên xwe yên leşkerî piştî Zînê Wertê û Garê li Ranya-Ruwanduz û li Dînartê Sorçiyan (Akrê) berdewam kir.

Der barê mijarê û têkiliya PDK- Tirkiyeyê de rojnameger Şaswar Mame yê ev 16 sal in hem li Bakur hem jî li Başûr rojnamgerî dike, axivî. Mame diyar kir ku armanca bicihkirina hêzên Gulan û Yekîneyên Heştan veşartina qeyrana aborî ya li herêmê ye.

Têkiliyên li ser esasên şer hatine avakirin, rojnameger Mame bal kişand ser têkiliyên PDK-Tirkiyeyê û da zanîn ku ev têkilî ne nû ne, ji avakirina Parlementoya Herêma Kurdistanê ve hene, li ser hin esasan hatine danîn û wiha got: “Parlementoya Başûr bi hemû partiyên xwe ve alikariya Tirkiyeyê dike û li hember bizava siyasî, kurdistanî yên li perçeyên din in. Ji serê ser de têkiliyên PDK-Tirkiyeyê li ser vî esasî ava bûne. Her çiqas ev wek têkiliyên parastina mafên aborî, çandî xuya bikin jî di bingeha xwe de ev têkilî li ser xeteke leşkerî dimeşin .”

Sîxurên li herêmê

Şaswar Mame diyar kir ku her çend di salên dawî de şerekî rasterast di navbera PDK û PKK ê de çênebûbe jî nakokî her hebûn û wiha domand: “PDK’ê ji gelek aliyan ve alîkariya Tirkiyeyê dikir. Di nav bajarên herêmê de sîxurên dewleta tirk bi cih bûne û bi taybetî li bajarên ku di bin bandora PDK’ê (Hewler, Duhok û hwd.) de sîxur û bi hezaran leşkerên dewleta tirk tijî bûne. Ev hemû rêkeftin bûye di navbera PDK-Tirkiyeyê de.”

Kaos û qeyran

Rojnameger Mame aşkera kir ku ev demek e dirêj e ji ber sedema polîtîkayên PDK’ê, Başûr di nav qeyranekê de ye û ji bo vê jî qeyranê bi şer vedişêre û ev tişt anî ziman: “Em dizanin ku PDK şêweya ‘kaosê derîne, kêmasiyên xwe veşêre’ ji siyaseta Tirkiyeyê hîn dibe. Çawa ku Tirkiye dema pirsgirêkên xwe nikaribe çareser bike, li Rojava, Lîbya û Qerebaxê şer derdixe, PDK jî heman siyasetê dike. Îro tê zanîn ku  li herêmê hem têkiliyên siyasî hem ên aborî di nav qeyranekê de ne. PDK, bi derxistina şerê li hember hêzên kurd, dixwaze gendelî û aloziyên mezin veşêre. Bi vî awayî jî rewşa xerab a gelê Başûr û nakokiyên xwe yên di navbera dewleta Iraqê de, tune nîşan bide. Ji bo vê yekê jî dixwaze atmosfera şer ava bike û berê civaka Başûr ji van qeyranên navxweyî dûr bixe. Yanî şer rewa dike.”

Partiyên din şer naxwazin

Mame destnîşan kir ku PDK îro tenê ne bi PKK’ê re bi Tevgera Goran û YNK re jî pirsgirêkan dijî û wiha pê de çû: “Her tim ew amade ne ji bo şerekî navxweyî! Rastiyek heye ku partiyên din vî şerî naxwazin. Bi polîtîkayên PDK’ê re îro em dikarin bêjin ku Tirkiye, parlamentoya Başûr û heta hemû avahiyên herêma Kurdistanê; hikûmet, parlemento, saziyên fermî qontrol kirine. Saziyên çandî heta yên medyayê (tv, radyo) yanî çapemenî tev nûnertiya Tirkiyeyê dikin. Ji avakirina navendên xwendinê heta çand, aborî û navendên perwerde û ragihandinê hemû di bin bandora Tirkiyeyê de ne. Dagirkeriya herî mezin jî ev yek e!”

Sedema rawestandina diyalogê

Di axaftina xwe de Şaswar Mame bal kişand ser diyaloga kurdî-kurdî ya di navbera ENKS-PYNK’ê de tê meşandin lê ev demeke hatiye sekinandin û wiha got: “Em dikarin bêjin ku Tirkiye tişta ku nikare îro bike bi PDK’ê dide kirin û ji bo destkeftiyên kurdan têk bibe di navbera kurdan de şer derdixe. Yanî derxistina şerê di navbera hêzên kurdan de bi Rojava re jî girêdayî ye. Ji ber ku Tirkiye dixwaze deskeftiyên li Rojava têk bibe û bi rêya PDK’ê şer di nav kurdan de derdixe. Bûyerên heyî yên îro li Rojava girêdayî van nakokiyan e. Hevdîtinên kurdî-kurdî yên di navbera ENKS û PYNK’ê de ev demeke sekinîne û ev jî bi vê nakokiyê ve girêdayî ne. Ji ber ku ev demek bû jixwe hevdîtinên di navbera ENKS-PYNK’ê de bi awayekî lawaz be jî didomiyan. Piştre her çû ENKS hin merc derxistin pêş (wek zimanê perwerdeyê û sîstema hevserokatiyê). Mirov nikare vê nêzîkatiya ENKS’ê ji nakokiyên PDK’ê cuda bike. Bi vê yekê xwestin atmosfereke wisa derkeve holê ku êdî şerê di navbera kurdan de rewa bikin.”

‘Efrîna duyemîn’

Rojnameger Mame anî ziman ku siyaseta Başûr ne siyaseteke xweser e û ji bo vê jî li herêmê roj bi roj deskeftiyên kurdan ji dest diçin û wiha got: “Li Kerkûkê û li hemû herêmê heta niha polîtikayên Tirkiyeyê nerm bûn û zêde nedihatin ferqkirin lê îro em dibînin ku bingehek ava kiriye û bi vî awayî dagir dike. Di rojên pêş de jî jixwe bi mudaxaleyên leşkerî gelek herêman dixin qadên şer. Gelek herêm jî bûne qadên şer ên leşkerên tirk. Bi dehan kîlometre ji aliyên Duhok û Hewlêrê û navçeyên din ve ketine bin dagirkeriya Tirkiyeyê û leşkerên wan niha li wir in. Dixwazin niha hê zêdetir axa Başûr dagir bikin. Mantiqa dewleta tirk ew e ku dema deverekê dagir dike êdî venakişe. Piştî wê dagirkirina Tirkiyeyê dê rêveberiya herêmê jî nikaribe bide sekinandin. Dê bibe Efrîna duyemîn! PDK jî vê rêhavaltiyê li ser navê Rêveberiya Herêm Kurdistanê dike.”

Rewşa aboriya Başûr

Di salên dawî de qeyrana aborî li Başûr her diçû zêdetir dibû. PDK jî xwest aboriyeke xweser ava bike û li ser vê yekê bi dewleta tirk re peymanek danî. Li gorî vê peymanê heta 50 salan dê petrola xwe bi rêya Tirkiyeyê bifiroşin.

Şaswar Mame der barê rewşa aborî de ragihand ku ji ber ketina buhayê petrolê rewşa herêmê her çûye xerabtir bûye û wiha domand: “Di vê meseleyê de jî nezelaliyek mezin heye ku PDK nikare tu gavan li hember Tirkiyeyê biavêje. Tê zanîn ku bi navên şîrketên cuda dahata petrola Başûr tev diçe Tirkiyeyê. Ew navendên tîcarî yên girêdayî malbata Barzanî yên li Tirkiyeyê her tim di bin gefan de ne. Li gor agahiyên ku Wezareta Aborî ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, di pêvajoya petrolê ya di navbera Başûr-Tirkiyeyê de Herêma Kurdistanê 500 milyon dolar ji Tirkiyeyê deyn kiriye. Ev jî ji hikûmeta herêmê re pir zêde ye û barekî giran e. Hikûmeta herêmê bi siyaseta PDK’ê kete bin van deynan. Tirkiye jî vê meseleyê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne û her tim zextê li PDK’ê, partiyên din û hikûmeta herêmê dike ku li gor van berjewendiyên Tirkiyeyê tevbigerin.”

Propagandaya tirkmenan!

Mame derheqê parlementoya Başûr de hin agahiyên balkêş jî parve kirin. Mame aşkera kir ku ev demeke dirêj e bi bandora Tirkiyeyê, li parlamentoya Başûr propagandaya şerkirinê  ji aliyê parlamenterên tirkmen ve tê kirin û wiha pê de çû: “Mînak di hikûmeta nû de wezîrek ji partiya tirkmenan heye. Em her roj dibînin ku daxuyaniyên li dijî hebûna PKK’ê didin û dibêjin ‘PKK’ê Başûr dagir kiriye. Ew bûye sedem ku aramiya van navçeyan xera bibe û hêzek terorîst e.’ Tevî vê yekê hin parlamenterên tirkmen ên din jî tev li vê siyasetê dibin û dibêjin Hewlêr bajarekî tirkmenan e. Bi awayekî siyasî di parlamentoyê de propagandaya tirkmeniyê dikin.”

‘Propagandaya şer dikin’

Rojnameger Mame di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku ew kesên şer dixwazin bi bandora Tirkiyeyê dikevin vê xetereyê û wiha got: “Hewce ye hemû kurd vê yekê baş bizanibin ku navçeyên ev 30 sal in PKK li wan e heta niha metreyek jî bi pêş ve nehatine. Gelo niha xêr e ku propagandeya şerê li dijî PKK’ê dikin! Ev hemû propagandayên şerê taybet in û dixwazin şer rewa bikin. Her kes dizane ku ev 20-30 sal in PKK li ku ye! Me wek rojnamegeran xwest ku li ser vê mijara ‘PKK pêş ve hatiye’ lêkolîn bikin û me der barê van gotinên PDK’ê de tu tişt nedît. Berevajiyê vê yekê; navçe û gundên ku PKK li wan ne heta niha tu nebaşî û xirabî derneketiye.  Ev xal gelek girîng in û hewce ye hay hemû kurdan ji van xalên girîng hebe.”