16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Malbat 15 roj in têdikoşin

Çalakiya malbatan a li deriyê Sêmalkayê ku ji bo wergirtina cezaneyê endamên HPG’ê li Xelîfan di êrîşa PDK’ê de jiyana xwe ji dest dabûn, 15 roj in didome. Malbatan 15 roj berê li ser sînor kon vedan û dest bi nobetê kirin. Her roj bi sedan kes serdana malbatan dikin. Îro jî bi sedan endamên Yekitiya Karkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, serdana konê çalakiyê ya li Sêmalkayê kir. Karker li qada dergehê kom bûn. Di çalakiya karkeran de Hevserokê Yekitiya Karkeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêro Mihemed Şêro axivî û wiha got: “Di dema ku tevgera kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hevkariya dewleta Tirk dike. Bi vê yekê xiyanetê li van fedakarî û destkeftiyan dike.”

‘Êrîşên PDK’ê li dijî gelê kurd îxanet e’

Şêro destnîşan kir ku êrişên PDK`ê yên li dijî şervanên kurd û gelê kurd xiyaneteke mezin e û wiha axivî: “Gerîla Hewlêr, Kerkûk û herêmên Başûrê Kurdistanê ji DAIŞ`ê parastin. Ev yek li dijî qanûn û rêgezên mirovahiyê ye. Li hember gelê kurd îxanet e.”

Şêro bang li hêzên kurdistanî û yên nîştimanî kir ku PDK`ê hişyar bikin da ku dev ji siyasetên xwe yên dijminane yên li dijî tevgera azadiyê û kurdan berde.

Sibê Sendîkaya Endezyaran a Herêma Cizîrê dê tev li çalakiyê bibe.