spot_imgspot_imgspot_img
29 Mart, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK li Bexdayê giliyê Îranê dike

Şêwirmendê Serokatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Heyderî da xuyakirin ku berpirsyariya bersivdayîna topebarana Îranê ya li ser gundên Hewlêrê dikeve ser milê hikûmeta navendî ya Iraqê.

Heyderî di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku ev gefên Îranê li ser axa me tevgerên bêberpisyarî ne û bêrêzî ye li hember serweriya vî welatî, divê hikûmeta Navendî ya Iraqê berpirsiyariyên xwe bîne cih û bersiva van êrîşên Îranê bide.

Heyderî her wiha bersiv da daxuyaniyên rayedarên Îranê û got: “Tu çekdarên muxalif  ên Îranê li ser axa Herêma Federal a Kurdistanê  tune ne.

Beriya demekê Fermandarê artêşa Îranê Muhemed Baqirî gef li hikûmeta Iraq û Hikûmeta Federal a Kurdistanê kiribû ku tevgerên kesên li başûrê Kurdistanê dijminatiya şoreşa Îranê dikin rawestînin.

Her wiha Baqirî gef li wan xwaribû û gotibû dê artêşa me heta dawî şerê van (terorîstan) bike.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku tevî ewqas êrîş û destwerdana artêşa tirk a li ser axa başûrê Kurdistanê tu caran rayedarên hikûmeta Başûr daxuyaniyeke wiha an jî nerazîbûnek li dijî wan destwerdanan nekirine.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê