23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’ê li Şêladizê kesek kuşt

Hêzên çekdar ên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), li Geliyê Balinde yê navçeya Şeladizê li welatî Diyar Tayîp Rêkanî û welatiyê navê wî nehat zanîn gule reşand. Li gorî nûçeya ROJNEWS’ê di encama guleberdana hêzên PDK’ê de Diyar Tayîp Rêkanî jiyana xwe ji dest daye. Dema welatî duh bi şev çûne Noxteya Kontrola Muhafizên Sînor, hêzên PDK’ê gule li wan reşandine û di êrişê de endamê Eşîreta Rêkanî Diyar Tayîp jiyana xwe ji dest daye û ji kesekê jî agahî nayên girtin.

Meclîsa Ciwanên Şêladizê, li ser hesabê xwe yê facebookê peyam parve kirin û wiha gotin: “Em van êrişan qebûl nakin û şermezar dikin. Bila were zanîn ku ev êrişên asayîşa PDK’ê bêbersiv namînin.”