16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PDK’yê doza sîxuriyê li Cîhad Hesen kir

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yê bajarê Hewlêrê Cîhad Hesen di 10’ê hezîranê de ji aliyê hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve hatibû revandin. PDK’yê piştî 112 rojan Cîhad Hesen di 29’ê îlonê de serbest berda. Piştî ku Hesen hat berdan li Hewlêrê hat dersînorkirin û di deriyê Sêmalka de derbasî rojavayê Kurdistanê bû.
Cîhad Hesen têkildarî girtin û dersînorkirina xwe de bi Ajansa Mezopotamyayê re axivî û diyar kir ku sîxurtiyê lê kirine.

Hesen bi bîr xist ku ev 6 sal in li herêma Başûr wek nûnerê Rêveberiya Xweser kar û barên xwe berdewam dike û roja ku hatiye revandin jî ew ji bo pêşwazîkirina şandeya ji Fransayê dihat çûye Balafirgeha Hewlêrê û wiha got: “Piştî ku me şande pêşwazî kir, 4 maşîneyên zirxî derdora me girtin. Du wesayîtên me hebûn. Van kesên em dorpêç kirin, berê çekên xwe dan ser me. Me ji wesayîtan daxistin. Min wê kêliyê got herhal xeletiyek heye. Pişt re gotin em ê we bibin. Me texmîn nedikir tiştek wiha bibe. Ez kesekî siyasetmedar im û sivîl im, lê ji bo binçavkirinê yekîneyeke taybet hatibû wezîfedarkirin.”

Dema binçavkirinê

Cîhad Hesen da zanîn ku yekîneyên taybet ji wan xwestine, şandeyên biyanî yên ku tên, radestî wan bikin û ev tişt anî ziman: “Piştî heyeta ku me pêşwaziya wê kiriye dê 4 mêvanên me yê din jî bihatana û yekîneyên taybet ji me xwestin ku em van 4 kesên din teslîmî wan bikin. Ez li hemberî vê yekê bi awayekî tund sekinîm û min got bi tu awayî ez bi gotina we nakim. Dema me daxwaza wan red kir, em binçav kirin û gotin ku heta 4 mehan jî em we bernadin. Min di destpêkê de bawer nedikir û min got qey ji bo zexta psîkolojîk vê yekê dikin û dibêjin.”

Teklîfa sîxuriyê

Hesen diyar kir ku ew ji bo hevdîtinên dîplomatîk gelek caran çûye Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û wiha domand: “Di bin çavan de sedemên çûn û hatina min a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî pirsîn. Yekîneya taybet teklîfa sîxuriyê li min kir. Wan ji min re pêşniyaz dikir ku ez bi wan re bixebitim. Min ev yek red kir. Piştî wê, dest bi gotinên wek ‘hûn li hemberî rêveberiya Başûr di nav kiryarên xirabkar de ne’ kirin. Dema min sedema van gotinên wan pirsî jî şandeya biyanî nîşan kirin û gotin ‘hûnê bi van re vê yekê bikin.’ Min jî got her tiştê me di çarçoveyeke fermî de ye.”

‘Kîs xistin serê me’

Di berdewama axaftina xwe de Cîhad Hesen diyar kir ku yekîneya taybet pişt re ew radestî hêzên asayîşê kirine û wiha got: “Tîmeke taybet a ku bi çekên giran bûn û rûyê wan girtî bû, destê me ji paş ve girêdan, kîs xistin serê me û em xistin pêşiya wesayîtê. Mîna ku wan komek ‘terorîst’ girtibe nêzîkî me bûn. Niha nikarim qala wan tiştên ku li me kirine bikim. Wan em birin avahiya ewlehiya giştî. Cihê ku wan em lê danîn cihekî pir xerab bû. Li wir îşkence û kuştina mirovan rehet bû. Em dîplomatên kurdistanî bûn, ez bi fermî 6 salan li wir bûm. Me tu carî tiştek nekir ku ew rabûn heqê tiştine din li me kirin.”

‘Derman nedane min’

Hesen anî ziman ku pirsgirêkên wî yên tendirustiyê roj bi roj zêde dibûn û wiha got: “Wan li wir ez birim cem bijîşk, derman dan wan kesên ku serê wan diêşe; min xwîn avêt, ez ketim erdê, lê wan derman nedan min. Hewl dan ku rewşa tendirustiya min bi kar bînin. Doktoran ew hişyar kirin ku dermanan nedin min. Di dawiya 3-4 rojan de dema ku dîtin ez xwînê diavêjim derman dan, lê dîsa jî dermanên ku min dixwestin nedan.”