24 Nisan, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peach: Dixwazin Ocalan bi tecrîdê jî qada polîtîk û îdeolojîk qut bikin

Profesorê alman Norman Paech feylezofekî ku heta niha li ser siyaseta kurd û polîtîkayê nivîsiye û bi navê ‘Mafê Diyarkirina Çarenûsa Neteweyan û Kurd’ pirtûkek jî nivîsiye. Norman Peach her wiha weke hiqûqnaseke jî tim bi doza kurdan re eleqeder bûye û di salên 1990’î de ji bo PKK weke tevgereke rewa ya kurd were dîtin, serî li dadgeha Almanyayê daye. Dema Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Şamê bû, serdana wî kiriye û gelek guftûgoyên polîtîk û îdeolojîk li gel meşandiye. Peach niha jî ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan û derxistina PKK’ê ya ji lîsteya ‘terorê’ di nav liv û tevgerê de ye.

Rojnameger Veysel Işik ku bi navê Televîzyona Medya Haber li gel Norman Peach li ser polîtîkayên tecrîda li ser Abdullah Ocalan, biryara Konseya Ewropayê û rêya çareseriya li pêşiya gelê kurd hevpeyvîneke çêkir.

Destpêkê dixwazim ji Îmraliyê destpê bikim.  Abdullah Ocalan pêvajoya Îmraliyê weke komployê dinirxîne, hûn derbarê vê de çi difikirin?

Bêguman pêvajoya Îmraliyê komplo bû. Eger em li çîroka sirgûnkirinê binêrin ji Lûbnanê diçe Îtalyayê, ji wir jî hewl dide li Holandayê bimîne, piştre jî ji wir diçe çûyîna Yewnanistan û Kenyayê. Ji wir jî bi hevkariya CIA û MOSSAD’ê dibin Tirkiye. Ev tev pêvajoyeke komployê bû. Armanc ew bû ku kesek ewqas ji bo tevgera kurd û bi giştî jî ji bo pêşeroja Tirkiyeyê girîng, tecrîd bikin. Armanca sereke kuştin bû lê piştre hat gotin em vê ya di pêvajoya siyasî de qebûl nakin. Dema tecrîda tê pêkanîn weke hiqûqî tê destgirtin; baştir tê fêmkirin ku komplo ye. Tecrîd di warê fizîkî de hatibe serxistin jî, di warê entellektûel û îdeolojîk de bi tu awayî serkeftî nebûye. Hewldanên wan ên ji bo bêdengkirina Ocalan û ji bo lawazkirina tevgerê, wî ji tevgerê qut kirin serneketiye. Ez pir bi zelalî dibêjim, dê tu carî jî nikaribin vê tiştî bi ser bixin.

Abdullah Ocalan 23 sal e di bin tecrîdeke giran de tê girtin. Hûn pêkanînên li Îmraliyê bi çi ve girê didin?

Dixwazin Ocalan ji hemû peywendiyên wî yên, îdeolojîk û polîtîk qut bikin. Vê ya jî ancax li giraveke biçûk dikarin bikin. Min bi xwe jî xwest li gel hinek hempişeyên xwe yên li Brîtanyayê biçim Abdullah Ocalan bibînim. Ji ber vê bi rojan em di şertên gelek zehmet de man. Tim îdîa dikirin ku pirsgirêka keştiyê heye û pêlên behrê zêde radibin. Tecrîd di rastiyê de pêkanîneke îradeya mirov binpê dike û tunekirina îradeya mirov armanc digire. Niha nayê zanîn rewşa Ocalan çawa ye. Zêdeyî nîv sal in bi tu awayî peywendî pêre çênebûye û ji derve jî tu peywendiyek li gel çênabe. Bi dîtina min hêzên ewropayî, ango dewlet û hikûmet, bi giştî jî Yekitiya Ewropayê xemsar dimîne û ev pêkanîn pêkanîneke metirsîdar e ku îradeya mirovan binpê dike.

Berpirsiyariya saziyên navneteweyî ya Îmraliyê çi ye?

Berpirsyarî ew e ku li ser Tirkiyeyê bibe xwedî bandoreke mayînde. Herî kêm ji bo Ocalan dikarin girtîgeheke din a pêwîstiyên wî esasî yên mirovî pêşwazî bikin, dabîn bikin. Yanî dikarin wî derbasê cihek din bikin, ji bo bikaribe bi mirovên cuda re peywendî deyne, bi derve re peywendiya wî hebe, bi taybet bi malbat, parêzer û derdorên siyasî re peywendî bikaribe deyne. Ocalan ji sala 1999’an ve di bin tecrîdê de ye û bi mehan e tu kes nikare derbarê tenduristiya wî de agahiyan bigire. Ev skandaleke.

Hûn bêdengiya sazî û dezgehên navneteweyî ya li hember van pêkanînên neheq çawa dinirxînin?

Berê niha demekî kurt ji ber girtina Osman Kavala ku di encama tawabanwariyên bê wate yên siyasî de hat girtin, raya giştî helwesteke pir zelal û hişk nîşan da. Lê tevî zêdeyî 20 sal in jî tiştek ji bo Ocalan nehat kirin. Ev encama polîtîkaya stratejîk û mezin a NATO’yê ye. Hemû dewletên endamên NATO’yê dewleta Tirkiyeyê li dijî Rûsya, li dijî dewletên li Bakur û Başûrê Kendavê  weke amûrekî girîng dibînin. Sedema duyemîn jî ew e; Tirkiyeyê ji bo penaberan weke mertalekî dinirxînin. Ev hevaltiya wan a stratejîk û siyasî ya bi Tirkiyeyê re mixabin pêkanînên hovane yên li hember mirovan jî yek bi yek radixe berçavan.

Abdullah Ocalan ji destpêka salên 1990’î ve pênaseyên jiyana hevpar, komara demokratîk, azadiya jin û jiyana ekolojîk dike. Van mijaran li Îmraliyê bi tezên ku danî holê re zêdetir pêşxist. Hûn di vê derbarê de çi dibêjin?

Pirsekî mezin e. Ez dikarim bi guhertina stratejiyê destpê bikim. Ev, wê demê biryareke gelekî girîng ê siyasî bû ku ji aliyê herkesê ve nedihate pejirandin. Ji sala 1984’an ve li  hember wî biryara êrîşên leşkerî hat girtin û ji sala 1993’an ve li vir hat qedexekirin. Ji ber vê yekê kurd xwestibûn ez li dadgeha Îdareya Federal itîraz bikim. Min jî vê kir û argûmanên min ên polîtîk ê wê demê jî PKK Tevgereke rizgariya neteweyî bû. PKK mîna Tevgera Rizgariya Afrîkaye, xwedî mafê diyarkirina çareserenûsa xwe ye û mafê wê ye li dijî zexta bêrehm a mêtîngeran bikeve tevgerê. Wê demê ev sedemek bû, ji bo dewleta xwe di nava têkoşînê de bûn.

Lê piştî salên 1990’î me li Şamê serdana Abdullah Ocalan kir. Me di sala 1996’an de du mijar nîqaş kir. Ji van a yekemîn, sedema têkoşîna çekdarî û rewşa wê bû. Ya duyemîn jî armanca dewleta kurd û dewleta tirk a ji hev serbixwe; yan jî di nava sînorên dewleta tirk de armacna avakirina Rêveberiyeke Xweser a Kurd bû. Helbet me jî di vê mijarê de piştgirî da Ocalan. Wê demê herdu biyar jî li hewayê dima. Li aliyekî divê ji têkoşîna ku xwediyê wê ye fedekariyan bike; ji ber weke hûn jî dibînin, ne tenê ji bo Tirkiyeyê, li hember dewletekî NATO’yê ya di asteke herî bilind de çekdarbûye disekinîn. Û rewşa duyemîn, li cihê ku bibin xwediyê dewleta xwe, dişibe nimûneya konsepta post-kolonyalîst ya Afrîkayê. Ev konsepta li Afrîkayê girêdayî sînorên mêtîngeriyê mayîn lê ji xweseriyê, xwerêveberî, pêşketinên çandî, aborî û polîtîk re vekirî be. Rastiya vê konseptê ev bû; Nimûneyeke federal û demokrasiyê ya ji bo Rojhilata Navîn bû.  Ji ber ne tenê ji bo rizgariya kurdan, behsa wê dikir ku hemû herêm hîn jî ji aliyê sînorên kevin ên mêtîngeriyê ve hatine diyar kirin. Her çend biqasî demên berê bêrehm nebe jî, behsa wê dikir ku hîn jî di warê aborî, leşkerî û polîtîk de girêdayî mêtîngeran in. Û rêya rizgariya ji vê ya jî, wisa pênase dikir ku hemû gelên Rojhilata Navîn mafê wan heye ku çarenûsa xwe diyar bikin. Eger pêkhateya federal a hemû gelên li wir hebe, ev gengaz e. Dikarin di nava xwe de hevkarî û propaganda bikin. Li gorî nêrîna min ev ûtopyaye; lê divê li ser ûtopyayan were fikirîn, bi vî awayî dikarin çarenûsa xwe diyar bikin û bibin xwediyê jiyana azad.

Gava duyemîn jî çûyîna min a Rojava ya 2014’an bû. Ev ne tenê girêdayî wê ye ku gel weke dewlet bijîn. Li vê eyaletê welatî çawa dikarin weke ferdekî rizgar bibin? Va ev jî pirsgirêka rizgariya jinan, pirsgirêka beşdarbûnê ya demokrasiyê ya ji jêr ber bi jor ve ye . Ev fikrane tev di rastiyê de li Rojava hene. Em wan herî dawî ji Şoreşa Fransayê dizanin. Ev di rastiyê de argûmanên îdeolojîk yên fikrê cîhanî yê Rojava ye. Weke sedem jî em Abdullah Ocalan tenê weke hêzekî polîtîk a tevgerê nabînin. Di heman demê de pêşnûmeya wî ya civakeke îdeolojîk ya bi beşdariya hemû derdoran hebû.

Paradîgmaya Abdullah Ocalan bi krîterên demokratîk ên gerdûnî re digunce. Heta tezên wî yên van krîteran hîn zêdetir berbi pêşve dibe heye. Li rexmê vê ya ji aliyê hêzên desthilatdar ve nayê qebûlkirin, heta ji bo neyê dîtin zext û tecrîdê pêk tînin. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?

Berê ev rewş hinek sererast bû. Ez bawer im di sala 2015’an de diyalogek hebû. Rast e, bi rêya îstîxbaratê xwestin têgîhiştina tirkan a kurd weke dijmin yan jî biyanî dibînin biguhere û bihevre jiyandin pêkan e. Ji bo vê hêviyek çêbûbû. Lê ev dîsa di plana duyemîn de ma. Careke din vegera li rêbaza çekdarî çêbû. Ji ber vê rewşa niha gelekî xirab e; ji ber derdorên ewropî qet niyeta wan nîne bandorê li Erdogan bikin. Me vê di wêrankirina Efrîn û li Kobanê de dît. Niha jî li Bakurê Sûriyeyê ev rewş heye. Çav ji vê re digire, ji ber pêwîstiya wan bi vê heye. Min behsa sedemên vê yên penaberan û bûyîna qereqoleke mezin a NATO’yê kiribû. Ev erka rojava ye û divê çareser bibe. Divê bibibînin weke tim bangeşeya wê dikin, nabe mafê mirovan, azadî û serweriya hemû dewletan were binpêkirin. Divê vê bixin meriyetê, êdî Tirkiye li Yekîtiya Ewropayê, weke li NATO û UNO’yê, rêz li hiqûqa navneteweyî jî bigirin., ji bo vê jî divê zextê ne li hinek din li Tirkiyeyê bikin û vê mayînde bikin.

Mîna li Tirkiyeyê dibe, bi taybet li Almanya û bi giştî jî li Ewropayê zext hene. Hûn vê polîtîkaya krîmînalîzasyona li dijî kurdan çawa dinirxînin?

Em li Almanyayê ne. Di encama hevpartiya qismî ya leşkerî ya Almanyayê li gel Tirkiyeyê, bi salan e welatiyên kurd bi qanûna cezayê ya di dema şerê li dijî RAF’ê de hatibû derxistin tên cezakirin. Lê diviyabû piştî şerê RAF’ê ev qanûn hatiba rakirin. Li vir weke gelek rêxistinên sivîl ên civakî kurd jî salon kirê dikin, çalakî û mîtîng lidar dixin. Di rastiyê de tu kareke wan a dijî qanûnê nîne. Dema li Koln, Karlsruhe, Berlîn yan jî Stuttart’ê çalakî tên kirin yekser bi PKK’ê ve girê didin. Û ji bo van bi awayeke bi rêkûpêk ji 2 sal heya 3 salan cezayê girîtîgehê tê dayîn. Ev krîmînalîzasyoneke siyasî ye. Ev serî li ber Erdogan û daxwazên wê tewandin e. Erdogan li vir be an jî ne li vir be daxwaza esasî ya wî ew e ku li dij PKK’ê derbikevin yan jî li dijî yên bi PKK’ê re dixebitin rawestin. Darizandin jî ji bo nehiştina lêpirsînkirina vê rastiyê ye. Ji ber dadgeh di vê mijarê tu delîlek jî qebûl nake. Biryara vê hatiye dayîn. Dibêjin em ne mecbûr in bi vê re mijûl bibin. Ev pêkanînên li dijî tevgera kurd li Almanyayê jî pêşî li pirsgirêkên mezin vedike. Me gelek hewl da û serî li Wezareta Dadê da. Lê qanûnên alman destûrê didin vê zilmê û înîsiyatîfê didin dozgeran ji bo qanûna 129’an tevgigerin.

Li Rexmê Dadgeha Belçîkayê jî?

Belê, Dadgeha Dadê ya Ewropayê di dema xwede aşkera kir ku şaş bû PKK di salên 2014-2017’an de  di lîsteya terorê de be. Lê di sala 2018-2019’an dîsa girtin lîsteyê. Ji vê ders dernexistin.  Dîsa Dadgeha Bilind a Belçîkayê bi vê biryara nû re bi awayeke aşkera û vekirî analîza wê kir ku PKK ne rêxistineke terorîst e. Ji bo min a balkêş ew e ku min di sala 1994’an de bi heman sedemê serî li Dadgeha îdare ya Federal dabû, bi heman sedemê serî li Dadgeha Belçîkayê jî hat dayîn. Min wê demê gotibû, şerê PKK’ê tenê ji bo wê ye ku mafê mirovan bixe garantiyê.

Dadgeha Bilind a Belçîkayê jî vê rewşê bi heman awayî nirxand. Biryar da ku şerê PKK’ê tenê li dijî zilmê têkoşîna diyarkirina çarenûsa xwe û şerê rizgariyê ye. Dewleta tirk ji aliyekî vî şerî ye û aliyekî şer jî PKK‘ ye. Divê bi artêşa tirk re wekhev were destgirtin.

PKK rêxistineke terorê nîne. Ev dibe erênîkirina hiqûqî ya derengmayî. Bêgûman wê demê ji bo vê mijarê gelek zûbû. Hêvî dikim em vê ji Almanyayê jî bibîhîsin. Parêzerên li vir ên kurdan diparêzin tim serî li dadgehan didin, lê hîn jî dadgeh naxwaze rûberûyê vê were.

Bi taybet piştî berxwedana hêzên kurd a li Kobanê gelên cîhanê xwedî lê derket û ev berdewam jî dike. Hûn dibêjin, dê ev bandorê li siyaseta hêzên desthilatdar  a kurdan  bike?

Hêviya me tim wisa bû. Lê di gava yekemîn a dagirkirina Efrînê de tu nerazîbûnek nebû. Bêgûman; ev yek bi temamî berovajiyê hiqûqa navneteweyî ye. Em aloziya navbera Kirimê ya li hemberî Federasyona Rûsyayê û nexwestina wan a tevlibûna federasyonê bidin berhev. Li wir Kobanê heye. Li Kobanê şerekî gelekî xwînawî hat meşandin. Wêneyên wê dema li tevahiya cîhanê belav bûn, bi rastî jî mirov fikirîn divê ev bê guhertin. Lê tiştek nebû…

Hûn derbarê biryara Desteya Wezîran a Konseya Ewropayê de dixwazin çi bibêjin?

Li rexmê her tiştê jî ez her tim xweşbîn im. Yanî divê bêguhertin. Civaka ku em di navê de dijîn di cejnan de tim behsa mafê mirovan, diyarkirina çarenûsa xwe û nebûna êrîşan dikin. Lê heman tişt li sînorê welatên wan ên wekî Îsraîlê û Tirkiyeyê çêdibin,  çavê xwe digirin. Biryarderên 1945- 1967 û 1976’an  divê êdî peymanên mafê mirovan li van deran jî ferz bikin. Ka em binêrin wê hikûmeta alman niha çi bike. Ya rastîn ji ber biryarên şexsî yên vê hikûmeta niha zêde xweşbîn nîn im.

Weke dawî peyameke we ji bo gelê kurd û dostên wê heye?

Ji derveyî berxwedanê tu rêyek din nîne. Em neçar in ku berdewam bikin. Gelê kurd tevî hemû zilmê, şikestinan û piştgiriya kêm jî zindiye. Nexêr tu rêyeke din nîne; Kurd dibêjin em ê dest ji şerê diyarkirina çarenûsa xwe, nasname û rûmeta xwe bernedin. Her çend di asta hikûmetan de nebe jî, ji ber tiştên rû didin di nava civakê de jê şerm kirin û fêmkirina têkoşîna gelê kurd pêşdikeve.

Jixwe yên nêzî min in qet û qet wate nadinê PKK weke rêxistinekî terorîst bê dîtin. Dema wek teror tê gotin DAIŞ û terora dewletê tê bîra mirov. Weke nimûne pêkanînê dewleta tirk ên dema borî kiriye. Min bi xwe bi çavê xwe Cizîr, Silopî, Sûr û Nisêbînê dît. Terora rast ev e. Ji ber vê bi pêşxistina hişyariyê di nava civakê de û vê ya derbasî qada siyasî kirin û encam jê girtin, girîng e.