16 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pedagojiya zayenda azad

Peyva pedagojiyê bingeha xwe ji yewnaniya kevin digire û tê wateya ‘perwerdekirina zarokan (wê demê ji bo zarokên kur), birêvebirin û lênerînê’. Di dema antîk de ji kesên kole/dîl re, yên ku zarokên kur di çûn û hatina rêya wan a dibistanê de hevalrêtî dikirin, pedagog dihat gotin. Dû re bi giştî ji perwerdekarên zarokên kurîn re pedagog tê gotin.
Ji sedsala 18’mîn şûndetir peyva pedagojiyê bi taybetî di beşên feylozofî û teolojiyê de tê bikaranîn û heta roja me ya îro jî bi giştî di wateya zanista pêvajoya perwerdekirin û xwedîkirina mezin û biçûkan, bi giştî mirovan tê bikaranîn. Ji serdema ronakbîriyê heta endustriyalîzmê, ji olan heta bîrdoziyên cûrbecûr her pêl têşeya pedagojiya xwe jî bi rê, rêbaz û rêzikan diyar kirine.

Lê ew ê çarçoveya vê nivîsê li ser pedagojiya femînîst be. Her çiqas hemû pedagojiyên ku li ser civakan û pergalên wan bandorên xwe kirine, ji têkiliyên zayendî û bi taybetî jî yên baviksalar azadtir nikarin bên şîrovekirin jî, ez ê hewl bidim ku hin ji wan ji perspektîfa femînîst binirxînim.

Pedagojiya femînîst ku wek tomara nêzikatiyên cuda yên ser esasa perspektîfên jinan dikare bê dîtin, serê xwe ji bo -di her qadê civak û jiyanê de- azadî û wekheviya jinan û her wiha rêzgirtina cudahiyan diêşîne. Mijara azadî û wekheviya jinan –divê êdî hewcê dubarê nake- di hemû kêliyên jiyanê de xwe dide nîşandan. Ango çi derê ku mirov xwe li wir civakî kiriye, ev mijar xwe dide der. Pedagojî jî wekî dîsîplîneke ku bingeha xwe ji teorî û pratîkên pergalên heyî distîne, bê têkiliyên zayendî nikare bê destgirtin. Lewre dualîkirina zayendan, hîyerarşîkirina zayendan, dîtina wan a neguherbar û xwezahî di teoriyan de tê diyarkirin; bi rêya zagonan ev wek rêbaz di nav civakê de tên birêvebirin, bi rêya perwerdê û pedagojiyê jî di nav civakê de û di kesayeta mirovan de (mezin, biçûk, hemû zayend) xwe didin der û bi vî awayî ji bîrdoziyeke zîhnî rastiyeke fîzîkî tê avakirin.

Serdema ronakbîriyê di avakirina têkiliyên zayendî yên hîyerarşîk de ya herî bi bandor e. Taybetî teorîsyenên wek Rousseau, Campe, Pestalozzi bi nivîs û nêrînên xwe yên derbarê têkiliyên jin û mêr de bingeha ‘îdeolojiya pedagojiya zayendan’ avêtine. Ev zanyarên mêr ên civakî yên dema xwe wêneya jin û mêrên îdeal a civaka rojavayî pênase kirine. Her çiqas di hin hûrbûnan de ji hev cuda formulekiribin jî aliyên wan ên hevpar ew e ku hemû jî jinan wek zayendeke nîv mirov ku ji bo mêr û zarokên xwe dijîn, xêz dikin. Lê ev hiyerarşiya zayendî wisa bi awayekî tenik û zirav tê şîrovekirin ku jin bi xwe jî taybetiyên ku ji bo wan hatine sazîkirin, rast û xwezahî dibînin.

Li gorî van camêran civaka îdeal ji du zayendan û peywîrên wan ên dabeşkirî pêk tên. Dema ku mêr bi taybetiyên xwe yên rasyonel, çalak, baqil û bi hêz li qada hilberînê û vekirî tê bicihkirin, jin bi taybetiyên xwe yên hestiyarî, xwezahî, bêhêzî, xwegorîkirinê li qada jinûvehilberînê û li malê tê bicihkirin. Lewre dîsa li gorî wan jin bi hesasîbûna xwe, nazikbûn û narîniya xwe ne gorî qada hilberînê ye, ne gorî rasyonalîteya cîhana mêran e. Ev dualîkirin ji bo ‘yekbûn’ê û ‘hevseriyê’ pêwîst e. Jin mêr temam dike, mal qada vekirî temam dike, hestiyarî rasteqîniyê û lênêrîn jî hilberînê temam dike. Ev yekbûn û hevserî di xizmeta mêr de ye. Lewma jî jinan wek ‘zayenda bi exlaq’ (moral) pênase dikin. Qaşo jinan dikin navenda ‘civaka baş’, ew bi taybetiya xwe ya gorîbûnê ku ji bo mêr, zarok, civak amade ye dev ji xwe berde, ji bo berjewendî û pêşeroja civakê ‘zayenda pîroz’ e.
Bi rastî ev nêzîkatî ji hêla jinan ve jî tê (dihat) pejirandin. Azadî û firsenda xwe avakirinê ji jinan tê girtin; li beramberî vê xelateke derewîn a ‘exlaqî’ wek tac datînin ser serê wê; jina ku di zindîbûna xwe de layiqê quncikeke azad nayê dîtin, piştî mirina wê soza bihişta ku di bin lingê ‘dayika pîroz’ de tê raxistin, lê tê dayîn. Bi vî awayî jin bi îluzyona hatiye sazîkirin bawerî bi mirovbûna xwe ya pîroz tîne. Bi baweriya ‘serketina exlaqî’ xwe wek zayenda îdeal û mirova ji mêr baştir dibîne. Ev manîpulasyona tenik a pedagojiya zayendperest û hiyerarşîk li ser jinan wisa bi kêr tê ku, êdî jin bi dilxwazî ‘gorî û dîla’ mêr, zarok, civak û malbatê ne. Pedagojî bi vî awayî vedigere wateya xwe ya herî destpêkê: Xulama hevalrêtiya bi mêr re.

Jin çawa dikarin tevî taybetiyên xwe yên zayendî nasname û pedagojiyeke wekhev, ji cudahiyan re rêzgirtî û azad ava bikin? Jin dikarin bêyî ku bikevin xapik û xetereya ‘wekhevi’ya li ser bingeha desthilatdariya mêr hatiye sazîkirin û her wiha ‘xwe-çêtir-dîtin’a dîsa li gorî berjewendiya mêr hatiye şîrovekirin, pedagojiya zayenda azad ava bikin. Ev dê bibe mijara nivîsa bê.