Saturday, October 23, 2021

Pehîzok û heyranokan şîn girêdaye

Rûkiye Ozmen

Mirovên awir mest, ji efsûniya xwezayê, guhên wan dengên qedîfe dibîhîzin, rondikên wan carna ji janan û carna jî ji şadbûna mijangan şeh dikin.  Kelecan û hişyariya wan, harmoniya hizir û hestan diwelidîn li rabirdû û asoyê, li ser dika dil. Warê raman lê berz û hest lê gur bin, wê her huner lê biafire. Botan jî yek ji wan waran e ku landika çand û zanînê ye; serkana hunermendan e ku yek ji van şalûlê Botanê hunermend Cemalê Mihê bû. Ew berî hefteyekê, ji asîmanê me xuricî.

Pehîzok, lawik, heyranok û xizêmok sêwî hiştin û oxira xwe xêr kir.  Cemalê mihê bi dengê xwe yê efsûnî bi dengbêjiyê, bi taybetî bi gotina peyîzokan navdar bû. Li Botanê stîlek taybet heye ku ji wan re, peyîzok, serêlî, heyranok, bêlite yan jî giranî dibêjin. Tenê hunermendên vê herêmê dikarin vê stîlê baş bi kar bînin ku pêlên dengan diçin jêr û jor, carinan nerm û carinan hişk dibin.

Ev stîl li Botanê li gor forma sirûştî, fonetîka dengê ji qirikê cuda derdikeve. Dema mirov bahsa peyîzokan dike, dengê rehmetî Fadilê Cizîrî, Salihê Şirnexî û Cemalê Mihê di guhê mirov de pêl dide.

Hunermend Cemalê Mihê yek ji dengbêjên navdar ên Botanê bû. Wî stran ango lawik, peyîzok, serêlî, heyranok, bêlite gotine. Her wiha tê gotin ku bi taybetî stranên mîna “Hey li min Evdalo”, “Çiyakê Cudî” “Seydiko”, “Mîranê”, “Keçkê Dînê”, “Hey lo Delal”, “Eman Neman Çiyayê” û gelek lawikên din wî çêkirine. Bi taybetî dema Cemalê Mihê “Mîranê” dibêje, hestên mirov dikevin cezbê û dilê mirov har dibe, xwe di singa mirov de hildavêje. Dema dibêje, “Were were lê mîranê hoy lê lê, hey hey heyla li min mîranê….” Lawika Çiyayiyê li ser devê hemû Botiyan e. Ku dibêjê, “Eman Neman, de aman neman de rabe çiyayiyê…” dar û ber li ber dihelin.

Hin taybetiyên dengên stranên Botanê ku wekî, lawik, peyîzok, serêlî, heyranok, bêlîte tên katorîzekirin wiha ne:

Lawik

Lawik li herêma Botanê ji bo stranên evîniyê tên gotin.

Li hin herêman jî weke kilamên dilan, stranên dilan, goranî û kilamên evîniyê jî tê binavkirin.

Mijarên lawikan evîn, hezkirin, veqetîn û negihîştina evîndaran e.

Pehîzok

Pehîzok dema êdî koçer ji zozan û çiyayên dadikevin deştê û dikevine demsala payîzê tên gotin.

Ew dem dema ji hev-veqetîna evîndaran e.

Heyranok

Heyranok stranên ku mijarên wan li ser negihîştina evîndaran, evîn û jana evînê ne.

Weke ku keç û kurê evîndar li pêşber hev bin qala evîn, jana evînê û astengiyên li pêşiya evîna xwe dikin.

 Bêlîte

Bêlîte stranên dawetan ên folklorîk in. Ji bo adaptekirina karê ku tê kirin tên gotin.

Herî kêm ji hêla du kes an jî du koman ve tên gotin.

Di gelek bêlîteyan de dîsgotin yanî dubare heye. Kes/koma pêşî ji stranê bendekê distire û kes/koma pêşber jî heman bendê dubare dike.

Bi vî awayî heta stran diqede berdewam dike.

Şeşbendî

Şeşbendî ew cure stran in ku di dîwan û şevbihêrkan de herî kêm ji hêla 2 an jî zêdetir kes û koman ve tê strandin.

Berê di koşk û dîwanên mîr, beg û axayan de dengbêjan weke pêşbirk an jî kewxurê li hember hev stran distiran heta stranên aliyekî xilas dibûn an jî dev jê berdida didomand.

Destan di nav dengbêjiyê de beş an jî cureyê herî kêm tê strandin an jî hilberandin e.

Mijara destanan li ser qewimîn û evînên dîrokî ye. Ev stran yanî destan bi saetan heta

bi rojan didomin. Weke “Destana Memê Alan”,  “Keleha Dimdimê” û hwd.

Serêlî

Stranên Serêlî jî mîna stranên pehîzokan in. Mijara serêliya piranî li ser evînê ye, lê carcaran şer û evîn, bêrîkirin û evîn, xerîbî di heman stranê de bi hev re tên jiyîn.

Jînegeriya Cemalê Mihê

Dengbêjê navdar ê herêma Botanê û mîrê peyîzokan Cemalê Mihê, di sala 1957’an de li gundê Xaniyê Kalo ku girêdayî Şirnexê ye ji dayik bûye ji Eşîra Batuyan e. Ew neçûye dibistanê.

Li Şirnexê cotkarî û karê xwedîkirina heywanan kiriye. Ew di 13 saliya xwe de zewiciye û 9 zarokên wî hene. 38 salan bi zaravayê kurmancî dengbêjî kiriye.

Bi dehan stran û kilamên herêma Botanê straye û gelek klîb çêkirine. Li gelek dîwanên dengbêjan cih girtiye û beşdarê gelek konser û bernameyên TV’an bûye.

Bavê wî li herêma Botanê zirnebêjekî naskirî bûye.

Di 6-7 saliya Cemal de bavê wî jê re xeremafonekê kiriye. Bi piranî guhdariya Mihemed Arif, Hesen Cizîrî, Seîd Axa, Ehmed Axa, Îsa Berwarî, Evdilezîzê Leşker û Eliyê Firamez kiriye. Ewilî di bin bandora Mihemed Arif, Hesen Cizîrî û Îsa Berwarî de maye. Di sala 1973’yan de ji bo karwaniyê diçe Zaxoyê û banda xwe ya yekem li Zaxo, li malekê dagirtiye. Di 1991’ê de çûye başûrê Kurdistanê cem Îsa Berwarî, lê nabêje ez Cemalê Mihê me. Cemalê Mihê ku nexweşîna pençeşêrê lê peyda bûbû, ji kezeba  xwe emelyat dibe. Piştî nexweşiya wî giran dibe, ew dibin nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê û tê tedawîkin. Li nexweşxanê bi şewba Covîd-19’ê jî dikeve. Ew dibin nexweşxaneya Amedê û mixabin li vê derê 18’ê vê mehê jiyana xwe ji dest dide. Malbatê û hezkiriyên wî termê wî ji Amedê birin li bajarê wî Şirnexê veşa