23 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peker diaxive wezaret red dike

Çend roj berê li bajarên Tirkiyeyê li hemberî lîderê mafyayê Sedat Peker û mirovên wî operasyon hat lidarxistin û ji ber ku Sedat Peker berê bi pasaporta xwe derketibû derveyê Tirkiyeyê nehat binçavkirin û gelek mirovên wî jî hatin binçavkirin. Piştî operasyonê Peker li ser kanala youtube’yê 3 vîdeo weşandin û di vîdeoyan de agahiyên girîng ku hinek qirêjiyên dewletê û mafyayê radixe ber çavan. Peker dibêje ku dê di 3 mehan de 12 vîdeoyan bikişîne û tiştên ku dizane yek bi yek parve bike.

Lîderê mafyayê Sedat Peker di vîdeoyên xwe de nemaze têkilarî wezîrê Karê Hundir yê berê Mehmet Agar ku ji gelek kuştinên kiryarên wan ne diyar ên Kurdistanê berpirsyar tê dîtin, agahiyên balkêş parve dike. Heta niha Mehmet Agar ji ber van kuştinan nehat darizandin û her tim ji aliyê hikûmetan ve hat parastin û bi salan e ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve tê parastin.

Peker dibêje ku kurê Mehmet Agar ango Zulfu Tolga Agar ku niha parlamenterê AKP’ê ye li Elezîzê tecawizî keçeke 18 salî ya hemwelatiya Kazakistanê xwendevan Yeldana Kaharman dike, Kaharman diçe Fermandariya Cendirmeyan a Elezîzê giliyê Agar dike û roja din Kaharman kuştî  tê dîtin. Piştî buyerê Mehmet Agar bi helîkopterê kurê xwe ji Elezîzê dibe cihekî din. Hêjayî gotinê ye ku bûyer di 28’ê adara 2019’an pêk hat û hikûmetê wê demê nûçeyên têkildarî mijarê asteng kir. Piştî ku Peker axivî Fermandariya Cendirmeyan a Elezîzê têkildarî mijarê daxuyanî da û tiştên ku Peker aniye ziman red kir.

Zulfu Tolga Agar û Mehmet Agar

Tolga Agar ê ku Erdogan wek xwedê dibîne

Sedat Peker di videoya 3’emîn de dîsa balê dikişîne ser vê mijara kuştina Yeldana Kaharman û dibêje li dijî tecawizê derdikevin lê ger Zulfu Tolga Agar ê serkêşê dewleta kûr be tecawiz serbest dibe. Beriya vê vîdeoyê hikûmeta AKP’ê rutbeya Tolga Agar mezintir kir û ji aliyê Navenda Giştî ya AKP’ê ve hat ragihandin ku koordînatorê herêma Marmarayê ye. Tolga Agar gotibû Erdogan wek xwedê dibîne. Lazim e were bibîrxistin ku Wezîrê Karê Hundir yê Tirkiyeyê yê niha Suleyman Soylu wek şagirtê Agar tê pênasekirin û ew jî niha wezîr û parlamenterê AKP’ê ye.

Sedat Peker di beşeke vîdeoyê de bal dikişîne ser kuştineke ku bi destê Tolga Agar li Stenbolê pêk hatiye. Ev bûyer jî ji aliyê hikûmetê û midûriyeta polîsan tê bincilkirin.

Li ser navê hikûmetê gef dixwar

Çend sal berê Sedat Peker di doza Ergenekonê de hatibû girtin û piştî ku hat berdan her tim bi peyamên xwe piştgirî dida hikûmeta AKP’ê û li ser navê hikûmetê gefên qetlîamê li akademîsyen, demokrat û muxalîfan dixwar. Dîmen û wêneyên wî yên bi Erdogan re hatine kişandin di çapemeniyê de dihatin belavkirin.

Dema akademîsyenên aştîxwaz daxuyaniyeke hevpar dan û gotin dê nebin hevkarê vî sûcî wê demê Peker gefa qetlîamê li wan xwar û got ku dê xwîna wan birijîne. Hikûmetê jî bi awayekî fîlî piştgirî da vê daxuyaniya Peker û qaşo lêpirsîn hat vekirin û piştre hewceyî doz nehat dîtin. Yanê rasterast ji aliyê dozgeran û hikûmeta AKP’ê ve hat parastin.

Piştî ku lîderê mafyayê Alaattîn Çakici hat berdan Sedat Peker çû derveyî welat û vê carê jî Çakici di her firsendê de piştgirî dide Erdogan û AKP’ê û li ser navê wan gefan li CHP û gele derdorên cuda dixwe.

Ger qirêjiyên dewletê vebêje

Sedat Peker di vîdeoyan de got ku dê gelek bûyerên qirêj ên dewletê aşkera bike û her wiha dê bi kamareyek û trîpodekê ve dewleta kûr û pelîkaniyan (tê gotin ku pelîkanî nêzî Berat Abayrak ê zavayê Erdogan e) têk bibe.

Têkildarî şerê li Sûriyeyê, ji aliyê dewleta tirk ve firotina çekan, bazirganiya petrolê gelek caran hatibû rojevê. Tê gotin ku şerê rayedarên dewletê û mafyayê yên li hemberî hev nemaze parvekirina ji ranta firotina çekan û petrolê diqewime. Nemaze jî zavayê Erdogan yanê Berat Albayrak ji nêz ve bi vê bazirganiyê re eleqedar dibû. Ger Peker têkildarî vê mijarê biaxive tê têkiliyên qirêj yên hikûmeyê dîsa derkevin holê.

Peker di beşekê de balê dikişîne ser bazirganiya tiryakê ku bi destê rayedarên dewletê û mafyayê tê kirin. Mînakeke şênber dide û dibêje gemiya 4 ton û 900 kîlo tiryak barkirî tê Îzmîrê û digihêje adreseke diyar lê tu kesek vê asteng nake.

Daxuyaniya wezaretê

Axaftinên dawî yên Peker beşek têkiliyên mafyayê û dewletê aşkera dike. Dibe ku Peker di rojên pêş de agahiyên girîng jî bide. Lê ji niha ve Wezareta Karê Hundir yê Tirkiyeyê û Midûriyeta Polîsan a Elazîz bi daxuyaniyan tiştên ku Peker anîne ziman red dikin. Wezareta Karê Hundir yê Tirkiyeyê bi van mafyayên ku Peker behsa wan dike re têkildar e û gelek polîs û midûrên polîsan ji bo van koman dixebitin.