25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Pêketiyên Riha û Erziromê bi qasî tevahiya Tirkiyeyê ne

Di demên dawîn de ji ber polîtîkayên hikûmetê, vîrûsa koronayê zêdetir belav dibe; mirov pê dikevin û canê xwe ji dest didin. Her wiha bijîşk û kedkarên tenduristiyê jî ji vê yekê gelek bi bandor dibin û tên asta ku nikarin bixebitin. Li dijî vê yekê Yekitiya Bijîjkên Tirk (TTB), di nav hefteya borî de kampanyayê “Hûn nikarin bi rê ve bibin, em dimirin û têk diçin” da destpêkirin. Endamê Konseya Rêveberiya Navendî ya TTB’ê Dr. Halîs Yerlîkaya, der barê rewşa Kovîd-19’ê ya li herêmê her diçe girantir dibe de ji rojnameya me re axivî û nirxandin kirin.

Halîs Yerlîkaya diyar kir ku rayedar tedbîrên şewba koronayê li herêmê paşguh kirine û wiha got: “Ji serî heta niha ger ku rayedar li gorî şert û mercên nexweşiyê tev bigeriyana dê îro rewş bi vî awayî nebûya. Tiştên heta niha hatine kirin, yek ji wan jî ne li gorî zanistê bûn. Em dikarin bêjin ku heta niha dewletê tedbîrên pêwîst ên ji bo Kovîd-19’ê paşguh kirine. Ji ber vê yekê rewşa şewbê her diçe girantir dibe. Êdî meha payîzê tê û nexweşî dê bi vî awayî bêtir belav bibe.” 

‘Rastî nayên parvekirin’

Yerlîkaya, di axaftina xwe de da zanîn ku ji destpêka pêvajoya şewbê ve daneyên rast bi raya giştî re nayên parvekirin û ev tişt got: “Di rastiya xwe de li gorî daneyên di destê me de hejmar deh qat jî zêdetir in. Ji bo daneyên kesên ku jiyana xwe ji dest didin jî hejmar sê qat zêdetir in! Tenê li Amedê di rojekê de nêzî 800 kes testa wan pozîtîf derket. Hin kes hene hem nîşaneyên nexweşiyê bi wan re hene hem jî di sûretê tomografiyê de ew nexweşî bi wan re hene lê ji ber hin sedeman testa wan negatîf derdikeve. Li gorî daneyên ku odeyên bijîşkan didin, hejmara kesên li Riha û Erziromê bi Kovîd-19’ê ketine, tenê bi qasî hejmara Tirkiyeyê tevî ne.”

Amûrên testan kêm in

Di berdewamê de Yerlîkaya, bal kişand ser sersariya dewlet a ji bo herêmê û destnîşan kir ku niha tenê li nexweşxaneyên Amedê 700 kes li nexweşxaneyan tên dermankirin û axaftina xwe wiha domand: “Ji destpêka koronayê heta niha rayedar ji bo rewşa aborî ya Tirkiyeyê tu tedbîr negirtine û ev yek li herêmê zêdetir derkete pêş. Îro dewlet, der barê tedbîrnegirtinê de gel sucdar dike. Ji ber vê yekê jî gel nikare di malên xwe de rûnê, xwe ji nexweşiyê biparaze. Amûrên testan ku şandin herêmê jî pir û pir kêm bûn! Yanî bi kurtasî pêwîst e gelê herêmê xwe bi xwe biparêze û li pîr û kalên xwe xwedî derkeve.”

Piştî baroyan TTB’ê kir hedef

Piştî parçekirina baroyan, serokê giştî yê partiya nijadperest a Tirkiyeyê MHP’ê Dewlet Bahçelî Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) kir hedef û xwest ku demildest bê girtin.

TTB’ê yek ji rêxistinên sivîl ên bingehîn ên Tirkiyeyê ye. Di her serdemê de li dijî şaşî û kêmasiyên hikûmetan derketiye û li ser navê civakê dengê xwe li wan bilind kiriye.

Baş e rêxistineke wiha bingehîn gelo îro çima dibe hedefa Bahçelî?

TTB’ê, di nav hefteyê de li dijî polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên vîrûsa koronayê kampanyayê “Hûn nikarin bi rê ve bibin, em dimirin û têk diçin” dabû destpêkirin.

Dewlet Bahçelî ku li ser nijadperestiyê bi AKP’ê re tifak kiriye, ji ber vê sedemê TTB’ê kir hedef û sûcdariyên mezin lê kir. Her wiha banga girtinê û darizandina endam û rêveberên TTB’ê kir.

Serokên Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglû û Hevserokên HDP’ê Mîthat Sancar û Pervîn Bûldan li ser hesabên xwe yên twîtterê bersiva Bahçelî dan û piştgiriya xwe ya ji bo TTB’ê aşkera kirin.

Her wiha TTB’ê jî bersiv da Bahçelî û got ku li pişt gotinên xwe yên li dijî polîtîkayên hikûmetê yên ji bo vîrûsa koronayê ne û dê kampanya xwe bênavber bidomînin.

Gelek kesan jî ji ber vê bangê henekê xwe bi Bahçelî û partiya wî MHP’ê kir û bi awayekî pêkenok xwestin ku Bahçelî û partiya xwe bên girtin û careke din deng ji wan dernekeve.

Bahçelî beriya niha ji ber muxalefeta wan baroyên Tirkiye û bakurê Kurdistanê jî kiribû hedef û bi AKP’ê re baroyan ji hev parçe kiribû.

Ji ber vê sedemê îhtîmal heye ku di rojên pêş de li ser vê banga Bahçelî AKP li dijî TTB’ê bikeve nav liv û tevgerê û der barê wê de hin guhertinan bike.