25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PENa Kurd ji bo malbata Kinyaz sersaxî xwest

Navenda PENa Kurd, ji bo malbata Kinyazê Îbrahîm sersaxî xwest. PENa Kurd di peyama sersaxiyê de diyar kir ku di nav civaka miletan de hinek kes pir taybet in û cihê wan bi hêsayî nayên dagirtin û wiha got: “Bêguman Mamoste Kinyaz jî yek ji wan kesan bû. Em bi koça dawî ya nûnerê xwe yê Asyaya Navîn, akademîsyen û profesorê hêja, Serokê Federasyona Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê û Serokê Civaka Kurdên Sovyeta Berê Kinyazê Îbrahîm gelekî xemgîn û dilkovan in.”

PENa Kurd, da zanîn ku Mamoste Kinyaz hezkiriyê wan tevan bû û wiha cih dan peyamê: “Keda wî ya li ser çand, ziman, huner û edebiyata kurdan pir mezin e, ev ked tu caran nayê jibîrkirin. Her wiha em ji bo xizmeta wî ya ji Navenda PENa Kurd jî zehf razî ne, Mamoste Kinyaz li seranserê welatên sovyeta berê, xasma jî li Qazaxistan û Qirgizîstanê hîmekî qewîn bû ji bo sazî û dezgeha me. Rehma Yezdanê Dilovanê Dilovîn li ser wî be, cihê wî behişta baqî be, serê gelê kurd sax be.

Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd”