25 Nisan, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd pirtûkên girtiyan îmze kirin

PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd ji bo nivîskarên di girtîgehê de, bernameya îmzekirina pirtûkên girtiyan amade kirin. Di bernameyê de pirtûkên Medya Yaklav, Mizgîn Ronak, Osman Menaf, Ehmedê Bilokî û Ahmed Huseynî hatin îmzekirin.

PENa Kurd û Komeleya Wêjekarên Kurd, bi malovaniya Pirtûkxaneya Payîzê li Lîlavê ya semta Ofîsa Amedê bername amade kir. Gelek nivîskar, rewşenbîr, malbatên kesên di girtîgehan de û pirtûkhez beşdarî bernameyê bûn. Pirtûkên nivîskarên girtî jî hêla nivîskar Dîlan Aydin, Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizirî, Endamê Komeleya Nivîskarên Mezopotamyayê Ferate Dengîzî, Veysî Ulken û nivîskar Îbrahîm Xelîl Taş ve hatin îmze kirin. Ji bo bernameyê eleqeyeke mezin hat nîşandan.

Ev çalakî ji bo nivîskarên li zindanan e   

Têkildarî bernameyê nivîskar û weşanger bernameyê Mehmet Çakmak agahî dan Xwebûnê. Çakmak, anî ziman ku ev çalakî ji aliyê Wêjekarên Kurd, PENa Kurd û j Nivîskarên Mezopotamyayê ya Mêrdînê ve hatiye amadekirin û wiha got: “Em wekî Payiz Pirtûk jî tev li vê xebatê bûne û mazûbaniya wê dikin. Ev çalakî ji bo nivîskarên di zindanê de ye. Berhemên wan çap bûne, lê ew hêj di zindanê de ne. Gelek nivîskar û malbatên van nivîskaran bi xwe tev li vê çalakiyê bûn. Li ser navê van nivîskarên girtî pirtûkên wan têne îmzekirin. Nûnerên gelek sazî û dezgehan û dîsa ji gel jî gelek kes beşdarî vê çalakiyê bûne. Tevlêbûn her diçe zêde dibe.”

Dê rêzeçalakî bidomin

Çakmak, bal kişand ser armanca rêzeçalakiyan û wiha axivî: “Li Amedê tenê ji bo vê rojê ev çalakî tê li darxistin. Dê li Mêrdîn, Êlih û bajarên din jî ev çalakî bêne li darxistin. Ev wekî rêzeçalakî ye. Ji bo li hemberî berhemên nivîskarên zindanê eleqe û hasasîyetek çêbibe ev çalakî tê li dar xistin. Em dizanin gelek berhemên nivîskaran ên hêja hene. Lê ji ber ku nivîskar girtî ne, nikarin xwedîtiyê li berhemên xwe bikin. Nikarin pirtûkên xwe bidin naskirin. Ev çalakiyên bi vî rengî ji bo nasîna pirtûkên wan in.”

Gelek nivîskar li girtîgehan bi kurdî pirtûkan dinivîsînin

Çakmak, li ser pirsgirêkên zindanan jî rawestiya û wiha lê zêde kir: “Yek ji pirsgirêkên nivîskarên girtî nedîtina pirtûkên wan in. Ev di heman demê de ji bo wêjeya kurdî jî berhemên gelek girîng in. Em dibînin ku gelek nivîskar li zindanê bi kurdî pirtûkê dinivîsin. Dîsa gelek werger hene. Nivîskarên zindanê bi wêjeya cîhanê jî eleqeder dibin. Gelek pirtûkên wêjeya cîhanê jî wergerî kurdî dikin. Li vir berhemên 6 nivîskaran hene. Berhemên Menaf Osman, Mizgîn Ronak, Ahmedê Blokî, Ahmet Huseynî  Medya Yaklav hene. Em jî wekî nivîskar dixwazin bi vî rengî piştgiriyê bidin wan. Gelek name ji girtîgehan têne ji mere. Xebatên me yên ji bo nivîskarên girtîgehan cur be cûr hene. Xebatên me dê bidomin.”